Wezîra malbatî û xizmetên sosyal ya Tirkiyê ya berê Derya Yanik sal 2022´a di 7ê tebaxê da(7/8-22) li Edenê ji esnafekî ra gotiye, ji bo ku li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava nebe wan 5 milyon ereb li Tirkiyê qebûl kirine.
Jinikê siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd, ji bo ku kurd li Sûriyê ji bindestiya
ereban xelas nebin, negihîjin azadî û serxwebûna xwe, dewleta xwe ava nekin,
pir vekirî wiha îzah kiriye:
”Mesele ne tenê parastina ewlekariya canê kesên sûrîyeyî ye, mesele parastina
ewlekariya me ya wî aliyê sînor e.
Nuha li bakurê Sûriyê dixebitin dewleteke kurdî ava bikin. Em jî ji bona avanebûna wê dixebitin. Em hewqas şehîdî belasebeb nadin. Me belasebeb himêza xwe li Tirkiyê ji hewqas însanî ra venekiriye. Li bakurê Sûriyê li aliyekî Çekdarên Hêzên Tirk, li aliyê din jî Ordiya Sûriya Azad, ji bona dewleteke kurdî ava nebe micade dikin. Li wê derê avabûna dewleteke kurdî, fena meriv bakurê rojhilatê Tirkiyê bi kêrê bibire û bavêje…”
Yanî mesle wek Derya Yanikê gotiye hewqasî zelal e, hebûna tirkan a li Sûriyê, piştgiriya wan bi hewqas çeteyên îslamî ra ji bo avanebûna dewleteke kurdî ye, ji bo ku kurd ji bindestiya ereban xelas nebin û dewleta xwe ava nekin. Sebebên din hemû qal û qîl û vir û demagojî ne.
Siyaseta tirkan li Îranê jî, li Îraqê jî eynî ye, dibê kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe.
Gava li beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet, ewê piştgiriya kurdên bakur bikin, xelasiya kurdên bakur ewê rehettir bibe.
Sed sal e tirk vê siyasetê dimeşînin, her hukûmet, her partî sadiqî vê siyaseta Tirkiyê ya netewî ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar