Li telewîzyonên tirk temaşe nekin. Tu tiştekî hûn ji wan fêr bibin tuneye. Hûn zanin, rast, çep, îslamî, lîberal ji sedî 99´ê wan neyar in û li hemberî miletê kurd kînê, nefretê, wek dûpişk û maran jahrê vedirşin, li hemberî me her derewê, her bêbextiyê mubah dibînin.
Piştî şerê taxên Helebê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, tirk, medyaya wan ji kêfa serketinê serxweş û mest bûne, ji dewletê, ji terorîstên îslamî dixwazin êrîşî Kurdistana Rojava jî bikin, wira jî dagir bikin.
Serokê Partiya DEM´ê Tuncer Bakirhan ji neyartiya televîzyonên tirk bi kurdan ra dikin gazin kiriye, gotiye, çiqas kanalên telewîzyonên tirk hene neyartiya kurdan dikin, li dinyayê numûneyeke wiha tuneye.Helbet li dinyayê tu miletê wek tirkan neyartiya miletekî din bike tuneye. Kurdê vê rastiyê nizanibe tuneye. Dibê meriv li telewîzyonên tirkan temaşe neke.
Çend sal in ez qet li telewîzyonên tirk temaşe nakim. Di temaşekirina wan da tu fêdeyeke me tune ye, tenê meriv pê diqehere, pê bihuzûr dibe.
Tiştekî em ji wan pisporên, siyasetmedarên tirk fêr bibin tuneye. Em zanin neyarên me ne, em zanin di heqê me da her derewê, her bêbextiyê dikin. Ji bo çi merivê li wan neyarên qewmê kurd guhdarî bike û pê bikqehere?
Di temaşekirina wan da ez tu lazimiyê, feydeyê nabînim.
meriv kane li rojnameyên wan binêre, li malperên wan binêre, lê temaşekirina telewîzyonên tirk tenê derd e, qahr e, dibê meriv xwe jê biparêze. Psîkolijiya meriv xera dibe, meriv bêhuzûr dibe, nikane rakeve.
Bi ya min meriv temaşe neke baştir e, meriv rehet dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar