16 januari 2026

Tirkiye ji meleyên qatil bêtir naxwaze li Îranê rejîma faşîst bikeve

Ji tirsa belkî dîktatoriya îslamî ya Îranê hilweşe, xwê ketiye serok û birêvebirên Tirkiyê. Ji meleyên qatil bêtir ew Îranê diparêzin, dibêjin gerek ev rejîma qatil hilneweşe, gelên Îranê azad nebin.
Çimkî ditirsin bi ketina rejîma meleyan ra kurd azad bibin, Kurdistan çêbe.

Li hemberî kurdan tirk piştgiriya kesên herî xerabê, herî zalimê dinyayê jî dikin. Piştgiriya Daîşê, El Qaîdê û Colaniyê terorîstê îslamî ra îspata vê yekê ye. Kî li dijî kurdan be tirk dost û hevalê wî ye, alîkariyê pê ra dike.
Çûne xwe avêtine dexlê serokê Amerîkayê Donald Trump, gotine em ketine bextê te, li Îranê nexin, bira mele li ser hukim bimînin.

Tirk dibêjin heger rejîma îslamê têk biçe, kurd xurt in, ewê serî hildin, azad bibin. Wê çaxê mala me şeiwitî.
Tirkekî aqilmendekî dewletê û neyarê kurdan gotiye, heger Îran bikeve, umrê Tirkiyê 60 deqîqe ye, ya jî 60 roj in.
Yanî kurdên Rojhilat(Îranê) ewê serxwebûna xwe îlan bikin. Û dema kurdên Rojhilat jî rizgar bibin kurdên Kurdistana Bakur(Tirkiyê)jî ewê eynî tiştî bikin.
Sed sal e ji ber vê tirsê û bi propagandeyê tirk kirine neyarên kurdan, nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd rizgar bibin.
Ne midaxeleya tirkan bûya di Şerê Cîhanê Yekê da kurd ji Îraqê û Sûriyê vediqetiyan, Kurdistana serbixwe çêdibû. Tirkan nehîşt li Başûr û Rojava kurd rizgar bibin. Nuha jî eynî siyasetê dajon.
Ev dewleta sebebê bindestiya me ye gerek birûxe, gerek bat bibe. Dibê ev yek tim hedefa me be.
Heta Tirkiye hebe li tu derê ji me ra rehetî tune ye.

XXX

Huseyîn Çelîk, di sohbeta xwe ya bi Rûşen Çakir ra dîsa tiştên baş dibêje, irqçîtiya dewletê, ya îslamîstan, ya rast û çepan rexne dike. Mala wî ava be, baş dike.
Lê di derekê axaftina xwe da dibêje:
”Ew di jiyana xwe da tim li dijî her babetê irqçîtiyê bûye.”
Wê rojê jî di Rûdawê da got, ”ew li dijî irqçîtiya tirk e jî, li dijî ya kurd e jî.”
Bi baweriya min dijayetiya wî ya li hemberî irqçtiya tirk ne rast e, heger hebe jî pir û pir qels e.
Çimkî hetanî nuha tim bi irqçiyên tirk û neyarên kurdan ra hevaltî û siyaset kiriye. 

Jixwe ew bi xwe dibêje, îslamîstên tirk dibêjin ew ne irqçî ne, lê gava tu hinekî hevaltiya wan dikî, tu dibînî hemû irqçiyên har in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar