16 januari 2026

Tirk dev li kevir û daran kin jî Kurdistan çêdibe, xerabiya wan ewê ji wan ra bimîne

Sed(100)sal e tirkan li hemberî kurdên her çar perçên Kurdistanê siyaseteke serketî meşandin, nehîştin kurd li tu beşekî Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bikin, bibin xwedî dewlet.

Lê ez dibêjim Kurdistana Rojava rawestgeha dawî ye, ji vir û wê da êdî ewê nikanibin rê li ber avabûna dewleta kurdî bigirin.
Bi derengî be jî hêzên Amerîka û HSD´ê gihîştin hev, bi hev ra daketin Dêr Hafer û rojhilatê Helebê.

Li Rojavayê Kurdistanê kurd bibin xwedî federasyon ya jî otonimî, tekerê ereba tirkan ewê biteqe, ewê îstop bikin û mecbûrî dev ji neyartiya kurdan berdin, bixwazin bi kurdên bakur ra jî li hev bikin.

Kurdistanê çêbe, tirkê mecbûr qebûl bikin, hindik maye. Dostên me yên derve ji yên wan pirtir in.

Kanin çend hîlebaziyên din jî bikin, lê êdî hatine dawiya rê. Kurdê herî nezan, herî ehmeq, herî cahş jî kêra xwe di bêrîka tirkan da dîtiye, zane tirk neyarê her kurdî ne.


Lê tirk çi bikin jî, ew bixwe jî zanin, umrê dewleta wan kin e, zêde ne dirêj e, ewê perçe bibe, her milet ewê bigihîje azadiya xwe.

XXX

Bi derengî be jî Amerîka daket qadê, ji terorîstên Daîşî û Tirkiyê ra got hûn zêde bi pêş da çûn.
Hêzên Hevpeymaniya bi wesayîtên zirxî li Dêr Hafer, rojhilatê Helebê belav bûne

Hêvî dikim nehêlin êrîşî kurdan bikin.

Bi van hovan ra lihevkirin ne mimkûn e, dibê kurd daxwaza veqetandinê bikin.

XXX

Hin kes di medya sosyal da bi navên sexte Evdila Ocalan bi ezmanan dixînin, siyaseta mirîdên wî dimeşînin diparêzin, êrîşî kurdên miletperwer, serxwebûnxwaz dikin.

Bi baweriya min gelekên wan ajan û provakatorên dewletêne, xwe wek kurd nîşan didin lê vir e, ne kurd in, ajanên dewletê ne. Ji her kesê xwe wek kurd nîşan dide, abûqatiya Evdila Ocalan û PKK´ê dike bawer nekin, kanin ajanên dijmin bin.

Di demên wiha da dewleta tirk ji bo ku kurdan bîne hemberî hev ajanên xwe dixe hereketê, hinek dibin abûqatên Evdila û PKK´ê, hinek jî xwe wek welatparêz nîşan didin. Dibê meriv li hemberî profîlên sexte, nenaskirî bi şik, bi temkîn be.

XXX

Parlamenterê DEM partiyê di meclîsê da eşkere dike çawa Heyva Sor a Tirkiyê mehane pera dide çekdarên DAIŞê û malbatên wan.

Heyva Sor ji wî ra gotiye, ew pereyên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgiriyê dide Tirkiyê ye, ne pereyê Tirkiyê ye.

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê António Costa alîkarîyê didin Tirkiyeyê, Erdogan jî bi rêya Heyva Sor a Tirkiyê wekî meaşên mehane dişîne ji terorîstên DAIŞê û El Qaîdeyê û malbatên wan ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar