17 januari 2026

Mele Herman Besifkî: Dînê me ji qewmîyeta me, ji şeref û namûsa meztir e !

 


Mele Hermanê Besifkî yê dohukî li mizgefteke Duhokê eşkere gefê li serokên kurdan, li kurdên miletperwer dixwe, dibêje Îslam, "ev dîn ji bo me ji qewmiyeta me, ji şerefa me, ji kerameta me, ji namûsa me, ji her tiştî meztir e.”

Mêrik eşkere, bi serbilindî, bi êrîşkariyeke gefxwur dibêje Îslam ji kurdayetiya min, ji şeref û namûsa min muhîmtir e.
Di anva kurdan da bi dehhezaran mele û dîndarên wiha ehmeq û har û neyarên qewmê xwe hene.

Meleyekî din do li mizgefteke Silêmaniyê di xutbeya îniyê da heqaret li kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû, gotibû ew ne misilman in, ew kafir in. 

Milet li dij rabûbû, ew ji ser mîberê danîbûn xwar. Dûra ji alî hêzên ewlekariyê hat girtin.
Ev xayinê har, wî meletî diparêze, dibêje heger hûn rê li ber waaz û xutbeyên me, xebata me bigrin emê serî hildin û we perîşan bikin. Bi hawakî ser girtî mala Barzanî qest dike, gefê li wan jî dixwe.

Meleyekî hewqasî neyarê qewmê xwe dibê nebe meleyê mizgeftê, dibê nikanibe van gotinan bibêje.

Fikrên wî, gotinên wî, xutbeya wî hemû jahr e, neyartiya miletê kurd e. Ciyê vî zindan e, kesên wiha dibê nebin meleyên mizgeftan.

Cimata mizgeftê jî wek keriyê pez lê guhdarî kiriye, yek însan li dij vî keftarê har ranebûye. Ev pir talûke ye. Tê maneya yên li guhdarî kirine wek wî difikirin, ew jî Îslamê di ser qewmîyet, namûs û şerefa xwe ra dibînin.

Meleyekî tam neyarê qewmê xwe ye. Merivê dînê xwe ji namûs û şerefa xwe mezintir bibîne, pê ra ne namûs heye, ne jî şeref heye. Însanekî wiha pir talûke ye, dibê nebe meleyê mizgeftê.

Li dinyayê 2 milyar misilman hene, ez sond dixum bêyî kurdan di nava tu miletîekî din da ehmeqekî wiha tune ye, bêyî kurdekî ferdê tu miletekî din, dînê xwe di ser namûs û şerefa xwe ra, di ser her tiştî ra nabîne.
Lê ev mele tenê ne wiha ye, di nava kurdan da bi hezaran, ehmeqên, bêaqilên wiha hene. Hemû jî amadene bi celadên Daîşê ên ereb û tirk ra serên birayên xwe yên kurd jêkin.

Not: Di You Tubê da hûn kanin li temamiya vê xutbeya wî û hinên din guhdarî bikin.

3 kommentarer:

  1. Rast e ku Îslam ji şeref, heysiyet û nasnameya wî girîngtir e, lê Îslam tu carî ji nasnameya min girîngtir nabe; ew lekeyek e, û ez ê wê jê bikim. Bijî Kurd û Kurdistan! Bijî Rojava! Spas ji bo nivîsa te.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Sipas ji bo miletperweriya te.
      Gerek dîn, îdeolojî tu carî ji şeref, namûs û nasnameya meriv ne muhîmtir be, ne bi qîmettir be.
      Bêyî kurdên wek vî bêhişî ferdê tu miletî zirzopiyeke wiha nake, îslamê di ser namûs, şeref û qewmîyeta xwe ra nagire.

      Radera