Qeyûmê Tirkiyê yê Şamê, Colaniyê terorîstê bi tayinê bûye serokê Sûriyê, do ji nişka ve li ser Kurdan û HSD´ê fermanek belav kiriye. Qala biratiya ereb û kurdan kiriye, ji bo xapandinê gelek şalûzî filan û bîvan kiriye.
Heger hûn kurdan wek birayên xwe dibînin, çima li Helebê we kurd qetil kirin,
çima we cendekê keça kurd wek wahşan ji qatê sisiyan avêt jêr ?
Çima we kesên we êsîr girtin kuştin, dilê wan derxist?
Çima çeteyên we bi sedan vîdeoyên wahşeta xwe belav kirin?
Çima hûn Peymana 10´ê Adarê bi cî naynin?
Yanî mêrik kurdî nake zimanê resmî jî…
Kenê min hat, qeşmeriyeke mezin e.
Statuya kurdan, meclîsa wan, hêza wan a leşkerî tune ye, efendî ewê kurdan bike hemwelatiyê Sûriyê û destûrê bide dersên kurdî.
Beyaneke tirka ye, def di hustuyê Colanî da ye, qolik di destê Erdogan da ye. Ev beyan plana Erdogan A ye, ya xapandinê ye. Di beyanê tu tiştekî baş, kurd kanibin qebûl bikin tune ye. Ji ber zexta Amerîka û derve, dixwazin serî li kurdan bigerînin, pê wextê qezenc bikin.
Kurd hemwelatiyên Tirkiyê ne jî, çi fêda me, çi heqê me yê netewî tê da heye?
Kurd ne motajî hemwelatîtiya Sûriyê ne, kurd dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin. Wek Colanî, ew jî xwedî meclîs, xwedî leşker, xwedî pûlis, dibistan, zanîngeh bin. Perwerdeya kurdî wek erebî resmî û ji dibistanên destpêkê, heta zanîngehê be.
Sûriye Federasyon e, zimanê kurdî jî wek erebî resmî be.
Kurdan hewqas bedelên giran dane ne ji bo ku bibin leşker, esker û mamûrên ereban. Tirk dixwazin dûzana xwe li Sûriyê jî bi kurdan bidin qebûlkirin.
XXX
Dîtina vî rismî ez pir kêfxweş û dilşa kirim. Civîneke tarîxî ye. Serokên kurd bi nûnerên Amerîkayê ra li ser maseyekê qedera kurdên Kurdistana Rojava minaqeşe dikin. Ev dîmen pir muhîm e, doza kurdên Rojava bûye meseleyeke navnetewî. Pêşketineke tarîxî ye.
Dibê kurd di rojên wiha teng da dest bidin hev.
Xwezî serokê YNK´ê jî hebûya.
Dibê meriv HSD´ê bi tenê nehêle. Beşdariya ENKS´ê û PDK´ê pir muhîm e. Ji HSD´ê ra di warê siyasî, eskerî û psîkolêojîk da pişteke xurt û gelkî muhîm e.
Bersîva îdareya kurdan
Ev bersîva kurdan daye Ehmed Şer tirsa dilê min ji ortê rakir. Bi vê bersîvê HSD´ê/PYD´ê gotiye beyanên wiha nabin garantiyeke rastîn a mafên civakên Sûriyeyê, heta ku nebe mafekî destûrî .
Çareseriya rastîn federasyon e, dibê kurd ji vê daxwaza xwe nayên xwar.
Piştgiriya kurdan ya navnetewî pir mezin e, tarîxî ye. Dibê kurd vê fersendê ji dest xwe nedin. Careke ne şertên wiha peyda dibin, ne jî piştgiriyeke hewqasî xurt.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar