18 januari 2026

Çeteyên Colanî û Tirkiyê bi hovîtiyên xwe nîşan didin jiyaneka bi wan ra ne mimkûn e

Êrîşên çeteyên hukûmeta Şamê û Tirkiyê yên Helebê ser taxên Eşrefiya û Şêx Meqsûd û van sê rojên dawî nîşanî me dide jiyaneka bi van hovên îslamî ra ne mimkûn e. 

Gava xurt bibin, gava kanibin bi kurdan ewê qetlîamên mezin bikin, ewê Kurdistana Rojava ji kurdan paqij bikin.

Daîşê çi kir ewê jî bikin, çimkî hemû terorîstên Daîşê ne, Tirkiyê û Colanî navên nuh li wan kirine.

Li Sûriyê jiyana miletê kurd di bin talûkeyeke pir mezin da ye. Çimkî yên li Sûriyê bûne desthilat giş qatil û celadên Daîşê, el Qaîdî, terorîstên ji hev barbartir in.

HSD, pêşmergeyên Roj, Kurdistana Başûr dibê bi hev ra kurdên Rojava biparêzin û zextê bidin ser Amerîka û Hêzên hevpeyman li terorîstan bidin, wan bidin sekinandin.

Bi beyanan û bi daxwazê çete êrîşên xwe nasekinînin, dibê di sahê da midaxele bikin, lêxin. Colanî û Tirkiye heta viya nebîne êrîşên xwe nadin sekinandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar