Wek di referandûma Kurdistana Başûr ya 2017´a, li Kurdistana
Rojava jî tirk li me hatine xezebê, bi komên çeteyên terorîstên îslamî ra
digrin ser gund û bajarên kurdan, agir bi ser kurdan da dibarînin.
Yê şerê me dikin ji ereban bêtir tirk in, nahêlin kurd azad
bibin.
Tiştek ji destê me nayê, em li bende xebereke xêrê bûn. Ji
dêlî wê, me xebera teslîmîyetê xwend.
Amerîka jî li têla tirkan û Colanî xistine, kurd mecbûrî şertên
tirkan û Colanî, mecbûrî yanî bindestiya ereban kirine.
Em miletekî bêkes in, em çêyê, alîkariyê bi kê dikin jî nabin
dostên sadiq, bêbext dertên, di nîvî rê da terka me dikin.
Tirkiye û Colaniyê terorîst hin şertên pir xerab, di medyayê da 14 made hatine
belav kirin, li ser HSD´ê û PYD´ê ferz dikin.
Dibêjin ev peyman di civîna do ya Helêrê da ji alî HSD/PYD´ê û Mesûd Barzanî Mesrûr Barzanî ve hatiye qebûlkirin. Wan do ji şerma eşkere nekirin, Colanî îro eşkere kir. Teslîmîyeteke bi temamî ye.
Statuya kurdan qebûl nakin, dibêjin
gerek HSD, çekdarên kurdan nemînin, îdare, deriyên sînoran, bîrên petrolê li
her derê têkevin destê eraban.
Do Mezlûm Ebdî, bi heyetekê ra li Hewlêrê ew û Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî bi
Tom Barrack û çend leşker û dîplomatên Amerîkayê ra rûniştin.
Civîneke pir
muhîm bû, beşdariya PDK´ê hêviyekê da min. Îro xuya bû tiştê diyarî miletê kurd kirin hezîmeteke mezin e, teslîmîyeta referandûma 2017´a dubare kirine.
Dubareya îxaneta Cezaîrê ye. Amerîka û Xerbê kurd firotin terorîstên îslamî û Erdogan.
Ji qahra dikim biteqim. Heyfa hewqas liberxwedan û 15-20 hezar şehîd.
Him dinya wek her tim bi me ra bêbext e, him jî serokên me ne tu meriv in. Meriv peymaneke wiha qebûl nake.
Piştgiriya Amerîkayê
tunebe kurd nikanin îdareya xwe biparêzin. Ewê li ber xwe bidin, lê ji ber ku
Tirkiye li pişta wan e, lema biserketina kurdan pir zor e, ne mimkûn e.
Min digot belkî di civîna Hewlêrê da ewê xebereke xêrê bidin me, lê eksê wê derket. Tirkiye resmî di civînê da tunbû, lê Tom Barrack nûnerê Tirkiyê bû.
Êrîşên çeteyan li gelek herêman hîn jî berdewam in.
Moralê min di min sifirê ra ye, bêhêvî me, xwe di nava deryayê da xwe tik û
tenê his dikim.
-Xalên peymana nû ya HSD û Şamê hatin eşkerekirin
-Tom Barrack li ser lihevkirina HSD û hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar