Serokê Tirkiyê Erdogan û Bahçelî wek tirkên pêşiyên xwe, vê carê wan jî zora kurdên Kurdistana Rojava birin, ew mecbûr kirin teslîmî terorîstên îslamî bibin, peymaneka xapandinê ya tu mafekî netewî nade miletê kurd qebûl bikin.
Çeteyên ereb zora şêr û şepalên kurd nebirin, terorîstên îslamî bi hêza xwe, bi tena serê kurd mecbûrî qebûlkirina vê peymanê nekirin; Colaniyê terorîst bi alîkariya Tirkiyê, Amerîkayê, Fransayê û hin welatên din ev peyman bi darê zorê bi kurdan da qebûlkirin. Ev bêbextî bi kurdan ra kirin.
Ne neyartiya Tirkiyê bûya kurdan ji destpêkê kanîbûn serxwebûnê bikin hedafa xwe, ji tirsa tirkan nekirin.Ne gefa êrîşê ya Tirkiyê bûya kurdan ev peymana trajîk qebûl nedikir.
Lê her tişt neqediya ye, micadela kurdan ewê dewam bike. Kurd ne ji Kurdistanê ji Reqayê û Dêra Zorê vekişiyan e, îdareya Kurdistanê ewê çawa be hîn baş ne diyar e.
Gelek caran trajediyên ji viya mezintir hatine serê miletê kurd. Lê miletê kurd tu carî dev ji doza xwe ya azadî û serxwebûnê bernedaye, vê carê jî ewê bernede.
Kurdan li Sûriyê ji sifirê dest pê kirin, hatin vê nuxtê û ewê li vir nesekinin.
Neyartiya tirkan, bêbexteyiya Amerîkayê û erebên bûbûn hevalên kurdan û nuha bûne hevalên Colanî ji bo me bû tecrûbeyek nuh. Em kurd careke din fêr bûn ereb, tirk û dewletên digotin em dostên we ne, çiqasî bêbext in.
Erdogan û Bahçelî ji ber ku kurdan statueyeke netewî bi dest
nexistiye, peymaneke xerab qebûl kirine pir memnûn xuya dikin. Dibêjin peyman
baş e, li gorî dilê wan e.
Bi baweriya min dîsa durûtiyê dikin, vê peymanê jî ji bo kurdan zêde dibînin,
hedefa wan seranserê Kurdistana Rojava bikin Efrîn, dev ji vê hedefa xwe
bernedane.Ewê rehet nesekinin, di bin ra çeteyên Daîşê yên girêdayî wan bi navê
eşîran bajon ser kurdan.
Jixwe wa ye di medyaya sosyal da hin vîdeo belav dibin, çeteyên girêdayî
Tirkiyê li Reqayê, li Dêra Zorê, li Hemayê bi navê eşîrên ereb derketine ortê,
gotine ewê herin li Kurdistanê li hemberî kurdan şer bikin.
Tirkiye û Colanî ewê terorîstên girtî jî berdin û bişînin ser kurdan.
Li Sûriyê tu eşîrên bikanibin şerê kurdan bikin tuneye, çeteyên girêdayî
Tirkiyê û Colanî ne, ew vî navî li wan dikin; ji bo ku bibêjin ne em in,
hinekên din in.
Yên li Sûriyê ereb, şeref û namûsa wan ji tecawiz û wahşeta çeteyên Daîşê xelas
kirin şêr û şepalên, qehremanên kurd bûn. Kurdan zulm li ereban nekir, dest
navêtin namûsa wan, qedir dan wan, azadî dan wan. Azadiya ereban di bin
desthilata kurdan da dît, tu carî nedîtibûn.
Îro eynî ereb serketina çeteyên Colanî bi lîrîn, zilxet û hela hop pîroz dikin,
ji çeteyên terorîst ra li çepikan dixin. Tu dibêjî belkî heta nuha di kampa
Holê da êsîr bûn.
Bi vî hawî nîşan didin bê çiqasî bêbext û xayin in, çiqasî bêwefa ne. Ev jî ji
me ra bû tecrûbeyeke baş. Berê jî ereban bêbextî û bêwefayiyên wiha bi me ra
kirine, lê me ji bîr kiribû, di hafiza me da careke din teze kirin.
Bêhêvî mebin, mecadele berdewam e, kes nizane sibe ewê çi bibe.
Colanî û hukûmeta wî ne meşrû ye, bi raya milet nehatiye hilbijartin. Sûriye
dikele, hîn dest pêk e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar