Erb û tirk ji kêfa difirin. Çeteyên Colanî û Tirkiyê wahşeta xwe, nemirovahiya xwe, namerdiya bi kurdan ra kirin pîroz dikin. Vîdeoyên ji însanîyetê çiqasî dûr in parve dikin. Herdu serî jî pir memnûn xuya dikin.
Li bajar û herêmên hêzên kurd jê vekişiyan e, çeteyên Colanî û Tirkiyê ketinê, wek terorîstên Daîşê ew jî barbariya xwe, hovîtiya xwe nîşan didin.
Vîdeoyên
namerdiya xwe, wahşeta xwe belav dikin.
Erdogan û Bahçelî û tirk bi salan bûn li bende dîtina vê barbariya ereban bûn.
Kurdên hîn jî bi AKP´ê ra bin, hîn jî parlamenter û wezîr in û dengê xwe nakin ji van barbarên ereb jî pîstir in, ji xîret û namûsê şuştî ne. Bi meriv ra ûjdan, heysîyet hebe meriv nabe hevalê neyarên qewmê xwe û li hemberî zulmeke wiha bêdeng namîne.
Çeteyên Colanî li Reqayê êrîşî Eqtanê dikin, dixwazin 5 hezar
Daîşiyên wir rizgar bikin. Çiqas terorîstên Daîşê di zindan û kampanda hene ewê
gişan berdin û bişînin ser kurdan. Ev yek bi destûra Colanî û Tirkiyê dibe.
Amerîkayê û Fransayê jî desûr dan Tirkiyê û Colanî ji bo ku kerekî wiha bikin.
Çeteyên Colanî û Tirkiyê ewê nuha wahşetên Daîşê pir dubare bikin, emê gelek vîdeoyên wan bibînin.
Ne mimkûn e wan nizanîbû ewê wiha bibe, Colanî ewê terorîstên Daîşê bernede.
Çimkî ew bi xwe heta do serokekî wan bû. Gişk yên hev in û neyarên miletê kurd
in.
Organîzatorê plana xelaskirina terorîstên Daîşê tirk in.
Ji ber ku kurd mecbûrî paşdavekişînî û qebûlkirina peymaneke antî-kurd kirin,
tirk ji kêfa difirin.
Erdogan û Bahçelî, wezîr û parlamenterên wan ji kêfa destên xwe, belkî jî qûna
xwe jî hine kirine.
Perîşaniya kurdan, êsîrketina keç û lawên kurd destên wahşên ereb, tirkan pir
bextewar dike. Di medyaya sosyal da meriv vê bextewariya tirkan pir baş dibîne.
Jixwe ji bo wê kurd ji erebên barbar ra
avêtin erdê, ji bo wahşên ereb mal û namûsa kurdan talan bikin.
Lê mesele neqediya ye, ev hevîr ewê hîn gelek hilîne. Kurd ewê li ber xwe
bidin, welatê xwe, mal û namûsa xwe biparêzin
Careke din derket ortê siyaseta ”biratiya”, hevkariya bi ereb û tirkan ra,
demokratkirina wan şaş e, kurdan perîşan dike. Xelasiya me di nasyonalîzma
kurdî da ye, dibê şîara me, qulbeya me ya siyasî û îdeolojîk nasyonalîzma kurdî
be, rêyên din hemû hatin ceribandin, gişk pûç derketin. Dibê kurd bi xurtî êdî
Evdila Ocalan, siyaseta mirîdên wî û Partiya DEM´ê red bikin, xwe ji wan xûr xin.
Not:
Navenda Ragihandinê ya HSD´ê li ser rewşa dawî ya girtîgeha
Şedadê ya li başûrê Hisîçayê daxuyaniyeke belav kiriye, gotiye girtîgeh ji bin
kontrola wan derketiye.
HSD´ê rexne li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ´ê girtiye,
gotiye girtîgeh 2 km dûrî barageha Koalîsyonê ye. Tevî bangan jî baregeha
Koalîsyonê midaxeleyî êrişan nekir."
Di beyanê da tê gotin, girtîgeha Şedadê ji bin kontrola
hêzên wan derketiye.
Dîyar e Amerîka, Fransa û Koalîsyona li dijî Daîşê bi Tirkiyê û Colanî ra li
ser berdana çeteyên Daîşê li hev kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar