20 januari 2026

Her bijî liberxwedan û serîhildana miletê kurd !

Her bijî liberxwedan û canfîdayiya, welatperweriya miletê kurd !

Kurd êdî sînorên bi darê zorê, bêyî îradeya wan hatine danîn nas nakin, bi canfîdayî diherin hawara birayên xwe yên Kurdistana Rojava.
Ji bona herin hawara birayên xwe, bi hezaran kurd ji Nisêbînê derbasî Qamîşloyê bûn.
Li Ewrûpayê, li Zaxo, Duhokê, Hewlêr, Silêmaniyê ji do daye miletê kurd rabûye ser piya û Tirkiyê û çeteyên îslamî yên Colanî protesto diki.

Ev liberxwedan ewê me bibe serketinê, zaferî. dibê em kurdên her derê 24 seetan li ser nigan bin û daxwaza azadî û serxwebûna kurdên Rojava bikin.

Ev meş, ev risim, ev serîhildana miletê kurd dibê dinya bêedalet, zalim bihejîne, her kesê bi namûs û xwedî ûjdan li hemberî zalimên Tirkiyê û Colaniyê terorîst rake pêdarê, destegê bide kurdên Rojava !
Her bijî liberxwedan û yekîtiya miletê kurd !
Bimre dewletên dagirker û çeteyên erebên îslamî !

XXX

Li Başûr miletê kurd li ser niga ye, êrîşên ser birayên xwe yên Kurdistana Rojava protesto dikin.

Bijî yekîtiya miletê kurd !

XXX

Kurd li her derê ji bo piştgiriya birayên xwe yên Kurdistana Rojava rabûne pêdarê, êrîşkaran û bêdengiya Amerîkayê, mitefikên xwe şermezar dikin.

Protesto baş in, dibê em bikin. Lê bi protesyoyan em nikanin van hovan rawestînin.

Dibê PDK û YNK, hukûmeta Kurdistanê hêzek pêşmerge bişîne hawara Rojava. Dibê YNK û PDK wek parastina Kobanê vê carê jî herin hawara miletê xwe.

XXX

Bijî yekîtiya miletê kurd. Gava em wiha bi hev ra yekdil bin emê zora hemû neyarên xwe û namerdên ewrûpî bibin.

Bijî yekîtiya miletê kurd

Bimre dagirkerên ereb û tirk û mitefikên me yên bêbext û xayin !

XXX

Li hemberî êrîşên ser kurdan bêdengiya Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ne xweş e, şerm e. Li Hewlêrê ew jî beşdarî civîna HSD/PYD´ê û Amerîkiyan bûn. Li gorî peymanê gerek şer rawestiya, êrîşî kurdan nekirina.Lê ji do da ye vîdeoyên wahşetê belav dikin. Mesûd Barzanî gerek bêdeng nemîne, gerek bi gewriya Tom Barrack û amerîkiyan bigire, hesabê vê yekê ji wan bipirse.

Dibê PDK û YNK pêşmergeyan bişînin hawara birayên xwe. Terorîstên ereb bi bênamûsî heqaretên mezin li kurdan dikin, kesên êsîr girtine wek kûçikan didin ewtandin. Bênamûsiyeke ji viya mezintir nabe.

Heger îro kurd neçon hawara hev, ewê kînga herin ?

XXX

Terorîstên ereb û tirkan dixwazin kurd hemû bajar û dezgehên xwe teslîmî terorîstan bikin.

Miletê kurd rû bi rûyê qirkirinê ye, dibê kurdên Başûr û Bakur, serokên partiyan herin hawara birayên xwe.

Peyman meyman vir e, gotine gerek hûn teslîm bibin.

XXX

Serokê Sûriyê Colanî û Erdogan terorîstên xwe yên di girtîxane û kampan da berdidin. Çavên amerîkiyan, ewrûpiyan, Erdogan- Bahçelîç û miletê tirk ronî be. Wahşên xwe ji zindanên kurdan rizgar kirin.

Berpirsiyarên Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê pir bêexlaq, bêşeref û bênamûs in.

Kurd ji gişan bişereftir û serbilindtir in.

Erdogan û Bahçelî ji bo azadkirina van qatil û celadên îslamî bi rastî jî baş xebitîn, di dawiyê da gihîştin armanca xwe.

Di şerê li hemberî van wahşan da 15 hezar kurd şehîd ketin, bi hezaran jî birîndar û seqet bûn.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar