Mezlûm Kobanî(Ebdî) do li Şamê bi Colanî ra hevdîtin kir. Colanî ji Sdg´ê teslîmîyeteke bi temamî xwesiye. Gotiye dibê hûn hemû dezgeyên xwe fesh bikin, bîrên petrolê dewrî me bikn, dibistan û zanîngehên xwe bigrin, dewrî me bikin, dawî bidin perwerdeya bi kurdî û ji Hesekê jî bi temamî vekşin, Kobanê teslîmî me bikin.
Mezlûm Ebdî ev daxwaza Colaniyê terorîst red kiriye, gotiye:
”Ezê bi şerefa xwe bimrim gelê xwe û şerefa xwe nafroşim. Ez vedigerim Rojava nava gelê xwe û emê şer îlan bikin.”Bersîveke mêranî û bi şeref daye. Jixwe bersîveke din qebûlkirina teslîmîyetê bû.
Piştî vegerê Mezlûm Ebdî banga seferberligê û serîhildanê li kurdên her çar perşên Kurdistanê kir.
Miletê kurd jî banga wî bi dilgermî û canfîdayî qebûl
kir û li her çar perçên Kurdistanê û li Ewrûpayê serî hilda. Ji do bi şev da ye
miletê kurd li her derê di hereketê da ye.
Ev liberxwedan û serîhildan ewê çi tesîrê li Amerîkayê, li dinya bêbext bike di rojên pêş da emê bibînin....
Bijî yekîtî û serîhildana miletê kurd !
Bimre dagirkerî û kurdên hevalbendên neyar in !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar