Gelek sitranbêj di sitranên xwe da dibêjin, "wey GÛLA min, ay GÛLA min" !
Ev şaş e, li gorî elîfbeya tirkî dibêjin.
Ez û xanim di Yuo Tubeyê da li muzîkê, li sitranên kurmancî
guhdarî dikin.
Bala min kişand, gelek sitranbêj navê ”gul”ê şaş telafuz dikin. Ne
xweş e, gerek ji gulê ra nebêjin ”wey gûla min, way gûla min, ay gûla
min…”
Ji dêlî bibêjin ”gula min”, dibêjin ”gûla min, wey gûla min,
way gûla min”.
Navê gulê bi kurmancî jî eynî wek telafuza tirkî ye, "gül" e. Navê gulê bi kurdî, farisî ye, tirk jî dibêjin "gül". Telafuza kurmancî jî eynî wiha wiha ye.
Vokala(dengdêra) ”U”ya elîfbeya kurmancî di tirkî da ”ü” ye.
"Û" ya kuramncî di tirkî da "u" ye, bêkumik
e.
Yanî navê gulê bi kurmancî "gul" e, ne
"gûl" e.
Gelek sitranbêj(bi taybetî yên jin) navê GULÊ, wek ”Gûla” min telafuz dikin.
Ne hewceye ez navên wan rêz bikim. Gelek kes vê şaşiyê
dikin.
Dibê zimanzan, aranjor, produktor bala sitranbêjan bikşînin, dibê sitranbêj gotinan, navan rast bibêjin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar