26 december 2025

Birayê bêxîret

Sê kes rûniştibûn sohbet dikirin. Mijar hat ser di nava wan da yê herî xerab, yê herî pîs kî ye?

Yekî got:
- Yê herî xerab, herî pîs ez im.
Yê din got:
-Na, ne tu ye, yê herî xerab ez im. Ez kanim xerabiyên pir pîs bikim.
Yê sisiyan got:

-Ez ji we herduyan jî xerabtir im. Di xerabiyê da hûn nikanin bigihîjin.
Di wê nêbênê da zarokek ji wir der bas bû. Yekî nig avêt ji ber lêwik da, lawik xist. Got:
-Binêrin ez merivekî çiqasî xerab im. Min ev gede li ciyê rehetiyê xist.
Yê din rabû, sîleyek li lêwik xist. Got:
- Ez ji te xerabtir im. Te lawik xist, lê min sîleyek lêxist, ew bi girî kir. Lema ez ji te xerabtir im.
Yê sisiyan got:
-Ez ji we herduyan gelkî jî pîstir, xerabtir im. Çimkî zarokê we xist û we lêxist birayê min e. Min dengê xwe nekir. Lema ez merivekî ji we pîstir, ji we xerabtir im. Heger ez ne merivekî ji we pîstir bûma, dema we birayê min xist, dema we li birayê min xist ez bêdeng nedimam, minê dest bibira xwe, minê li we temaşe nekira.

Halê me kurdan dişibe vê çîrokê, dijmin bênabên li me dixîne, zulmê li me dike, dest kiriye qirika me, dike me bifetisîne, hin birayên me dengê xwe nakin, li zulma li birayên wan dibe sêr û temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar