Li vî warê me yê nuh ez çiqasî dimeşim, dimeşim jî nagihîjim mistewa xwe ya warê berê.
Li Alby´yê rojê 7-8 km, rojên xweş 9-10 km dimeşiyam. Li vir
ez çiqasî dimeşim jî 5-6 km derbas nakim. Hin rojan nagihîjim 5 km. Helbet
tesîra zivistanê jî heye.
Îro li dora parka me du caran viz bûm, min riya xwe hinekî dirêj jî kir, dîsa jî nebû 6-7 km; bû 83 deqîqe, 4.29 km.
Ez matmayî mam, min got belkî ez 6-7 km meşiyame, lê texmîna
min şaş bûye. Ji bo ku ez bigihîm 7-8 km. dibê ez sê caran li dora parkê doş
bim. Ezê wer bikim.
XXX
Omer Farûk Baran di vê podcasta xwe ya li ser Leyla
Zana-Mehdî Zana da sipasiya bloga min Hindik-Rindik jî kiriye. Mala camêr ava
be.
Heger hûn dixwazin di nava hewqas kul û derdên dinyayê da,
di dawiya vê sala jji me ra bû sala êş û derdan da li tiştekî we kêfxweş û dilê
we şa bike guhdarî bikin, li podcastên Perxudresê, li Omer Farûk Baran guhdarî
bikin.
Soz didim we, hûn pirr memnûn bibin.
Her podcasteka wî wek şiîreke Arjen Arî, wek sitranke Tehsîn
Teha, Meyrem Xanê meriv mest dike...
XXX
Resûl Bafeyî û Lezgîn Kitêbçiyanê hêja bi vê vîdeoya xwe ya
muhteşem li Misrê me li muzeya dinyayê ya herî mezin digerînin. Miheqeq lê temaşe
bikin.
Gelek sipas ji bo vê vîdeoya we ya bêemsal. Xêra we fena ku
em çûbin Misrê û li vê muzeya muhteşem gerîya bin.
XXX
6 lawên wî 14 sal in di zindanên dewleta tirk da êsîr hatinegirtin. Her yekî 36 sal ceza danê.
Ev dewlet, ev milet dijminekî pir xedar e, dixwaze kurdan
qir bike...
Gava min sernivîs dît, xeber xwend janê da dilê min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar