31 december 2022

Him sal qediya him bîranînên min

Min îsal 333 rojan, her sibe bîranînên xwe, notên xwe yên rojane nivîsîn, we jî ew xwendin, min nivîsî, we xwend, nîhayet îro dawî li wan hat, qediyan.
Yanî tûrik vala bû, min dawşand û bi darda kir.
Diya min rahmetî çaxa karek diqedand, digot, ”karê Xwedê qedandin e.”
Wele Xwedê tu karî ji kesî ra naqedîne, yên karan diqedînin însan in. Lê gotineke xweş e, ez jî carnan bi kar tînim.

Li dinyayê karê neqede tune ye. Çi kar dibe bira bibe, meriv bixebite zû dereng diqede.

Bîranînên min jî îro qediyan.

Sala we ya nû pîroz be !


Îro roja dawî ya sala 2022a ye. 13 saetên din emê ji vê sala qebîh, ji bo me kurdan mişt êş, derd û felaketên mezin bûn xelas bibin û têkevin saleka nû.

Sala 2022a li herçar perçên Kurdistanê jî ji bo miletê kurd saleka pir xerab bû.

Hêvî dikim di sala 2023a da kurd yekîtiyeke netewî çêkin, em ji vî halê xerab xelas bibin û rojên xweş bibînin.

Çend rêz ji bîranînên min -334-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-31

Îsal jî li surgûnî derbas bû. Şeş sal qediyan, sibe dikeve sala hefta. Ez her sal dibêjim, ”îsla jî li surgûnê derbas bû, lê înşela salê tê emê serê salê li welatê xwe pîroz bikin.”

Sal salan diqulibînin lê em hîn jî nikanin vegerin welatê xwe. Ezê çend salên din vê neqaretê dubera bikim ez nizanim.
Ez texmîn û tirsa dilê xwe nadim der lê ez bawer dikim ev surgûn ewê pir dirêj bajo.

Sal bi sal xwezî bi par, her ku wext derbas dibe dijminê me xurttir, em jî zeîftir dibin. Yanî wext ne di lehê me da, di leyhê me da xuya dike.

30 december 2022

Pûlisên kurmancî zirareka mezin didin kurmancî

Kurmancîya reben û bêxwedî di destê me da bûye lîstokeka zarokan. Yê herî nezan jî wek pisporê zimên pê dilîze, aqil dide însanan.

Hin kesên haya wan ji îmlayê tune ye di medyaya sosyal da wek etîmologan, wek lînguîstan dersê didin xelkê, gotinên dibê em di nivîsên xwe da bikar bînin pêşniyar dikin.

Di destên her yekî da mercekek heye, kî gotineke ”RESEN” ne kurmancî bi kar bîne, wek pûlisên trafîkê di cî da dibêjin ”stop! stop!”, ev gotin ”RESEN” ne kurmancî ye !

Li gorî van pûlisên trafîkê dibê em peyvên erebî, farisî, tirkî ya jî ji zimanekî din bikar neynin, ji dêlî wan gotinên ”RESEN” kurdî bikar bînin.

Tirkiye neyartiya xwe ya bi kurdan ra tu carî venaşêre

 

Li Stenbolê bexçeyekî  bi navê ”Parka Aştiyê ya Cîhanê ” heye. Li kêlek deriyê parkê li ser lewheyekê bi gelek zimanan "Aştî" hatiye nivîsîn.
Tenê kurdî tune ye.
Çimkî yên dewleta tirk îdare dikin û yên ew lewhe danîne wira ji kurdan û ji kurdî nefret dikin.
Naxwazin li ser lewheyekê jî navê kurdî hebe. Heger ji destên wan were ewê kurdan û zimanê wan ji kok da ji ser ruyê dinyayê rakin. Ev yek meram û daxwaza wa nya miştereke.

Ev ne cara pêşî ye tiştekî wiha dikin, hetanî nuha gelek carên din jî wiha kiriye.

Çend rêz ji bîranînên min -333-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-30

Min îro ji Akîko Yamada japonî karteke serêsalê girt. Ji Tokyoyê  poste kiriye. Wer xuya dike hîn li Tokyoyê dimîne. Dosteka kurdan a baş e.
Dema li Şamê erebî û tarîxa îsalmê xwendiye çend xwendekarên kurd nas kirine. Dûra bi wan ra çûye Kurdistana Rojava, Qamîşloyê, Diyarbekrê û di nava 9-10 mehan da kurmanciyeke baş fêr bûye. Kurmanciya wê ya nifîskî jî pir baş e.

29 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -332-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-29

*Do danê êvarî ez, Abid Dundar û Salim Çelîker em çûn serdana Mahmûd Baksî. Ji zûda bû min nêt kiribû herim serîyekî bidimê, bîstekê pê ra heneka bikim.

Lê nizanim çima wer li hev nehat û ma hetanî îro. Axirê do êvarî li hev hat ez, Salim û Abid em çûn.

Bi serdana me pir kêfxweş bû, çer dîtin rken hat ruyê wî, êş û jana xwe ji bîr kir û got, wey wey, wey, hela mêze kî hatin?. Me tavilê sohbet geş kir, dest bi henekan kir.
Mahmûd yekî nuktdan e, sohbeta wî xweş e, cimata wî şên e.

28 december 2022

Nexweşiyê hîn bela xwe ji min venekiriye

Gelî dost û hevalêz ezîz, wele hîn baş nebûme, taqeta min anivîsînê tune ye.

Ez texmîn nakim korona be, bapêş e(zekem e), ewê derbas bibe, lê ewê wextê bigire.

Her cara ez bi vê şewba(epîdemiya)pîs dikevim li min pir giran dibe.

Bîvila/pozê min dixetime, nikanim bîna xwe bigirim. Ev jî dibe sebebê ez nikanim rakevim.

27 december 2022

Hinekan ez nezerî kirim

Xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez nezerî bûm. Çîka bêruyekî li min ket, edî ez ne yê xebatê me, di nava nivîna da me.

Bi texmîna min ev nezera hewqasî pîs, hewqasî bi tesîr ya yekî tirk e.

Çimkî yên herî pir xêra kurdan naxwazin, dixwazin kurd giş kel û kût bibin, nexweş bikevi tirk in; ji bo ku nikanibin li dijî Tirkiyê karekî bikin. Meydan ji wan ra bimîne.

Ez î ez sipî, saxlem bûm, wek fêrizekî bûm, min digot ez bi şûran nayêm xwar, nexweşî, mexweşî nikane bi semta min keve.

26 december 2022

Ax û eman ji derdê vê bapêşê

Ax û eman,
xerab zeman,
vê bapêşê ez kuştime,
ev hefteyeke serê min pê ra ketiye belayê
Kuxuk nasekine, bînê li min diçikîne
bi şevan xew li min bûye tûtya
hetanî destê sibê wer dikime kuxtîn û axîn e.

Însan firiyan asîmanan, çûn hîvê, çûn sitêrkên herî dûr, çûn silavek dan rojê, lê hîn jî dermanê quzulqurta vê bapêşê nedîtine.
Ev çi pêşketine, çi tib e, çi tabîbî ye min fêm nekir !

Li Kurdistana Başûr zimanê bazarê bûye tirkî û erebî


Hetanî nuha gelek caran li ser zimanê bazarê li Kurdistana Başûr hatiye nivîsîn.

Tirk û erebên li Kurdistana Başûr tîcaretê dikin kurdî nakin zimanê tîcaretê û alvêrê, zimanê tîcaret û bazara wan tirkî û erebî ye.

Yanî zimnen(sergirtî)ji kurdan ra dibêjin em zimanê qe qebûl nakin, hûn mecbûr in zimanê me fêr bibin.

Li aşxane, qahwexane, pastexane, otêl û dikanên tirk û ereban ziman ne kurdî ye, tirkî û erebî ye. Menu, meqbûz ne bi kurdî, bi tirkî û erebî ne. Heger li hemûyan ne wiha be jî yên wiha pir in, lema jî gelek caran qala vê gelşê tê kirin.

Çend rêz ji bîranînên min -331-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-26

Lawikê me yê mezin Azad li Qesra Drottninholmê esker e. Drottningholm qesra qirêl ya havînê ye. Îro saet di 14.45a da nobeta ber qesrê dewr digirt. Xwestibû em herin di nobetê da wî bibînin.

Ez û Serhatê me tam di wextê da gihîştin ser. Gava em gihîştin ba qulûba nobetê, Azad tekmîl dida yê nobetdar û bi manga(taximê)xwe va nobet dewir digirt.

25 december 2022

Bûyerên Parîsê tam li gorî dilê neyarên kurdan e

Çi kar dibe bira bibe, çi xebat û micadele dibe bira bibe, heger zirara meriv tê da hebe meriv nake, dibê neke. 

Di teşxelê da kara me tune ye. Sê kurd li Parîsê hatine kuştin, zulmeke mezin li kurdan bûye.

Dibê kurd bi teqale hin sûtal û provakatoran nekevin û xwe neheq nekin, nebin êrîşkar. 
Dibê em bi zimanekî maqûl, dîplomatîk derdê xwe bibêjin, doza mafê xwe bikin. Dostên xwe nekin dijminê xwe.

Efendim bira hukûmeta Fransayê nizanim çi bikira. Hukûmeta Fransayê heger kanîbûya rê li ber terorîstan bigirta 7 sal berê ewê nehîşta terorîst li Parîsê 130 kesan bikujin. 

Îro bîranîn tune

Di bîranînên xwe da hêdî hêdî nêzî dawiyê dibim. Heta dawiya salê ewê biqedin. Îro min tiştek nenivîsî ye, tu not negirtiye.

Sebeb çi ye nizanim. Tiştê xuya dike di rojên dawiya salê da min pir kêm not girtiye.
Li Swêd hinge dinga Noelê û ya sersalê tim pir e, meriv pir meşxûl e.

20-30 kes her roj bi dûzan bîranînên min taqîb dikin, dixwînin. Ji bo xatirê wan ez vê agahdariyê didim.

24 december 2022

Îro Noel e û em nexweş in

Îro ”Julafton”a swêdiyan e, yanî roja berî Julê(Noelê) ye. Her kes di malika xwe da ye. Wek roja erefeyê ye. Lê swêdî îro(Julaftonê)wek roja Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Diyariyên/xelatên zarokan îro tên dayin. Xwarina Julê(Noelê)îro tê xwarin. Sê rojan tahtîl e, dahîreyên dewletê girtî ne, her kes li mala xwe ye.

Sibe ”Juldagen” e, dusibe Annandag Jul e.
Yanî îro roja Erefê ye, sibe Noel e, dusibe jî roja duda ya Noelê ye.

Ez û xanim bîstek berê çûn saetekê geriyan û hatin. Nedixwest were, min bi zor bir.

Çend rêz ji bîranînên min -330-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-12-24

Elî Tuysuz îro telefonî min kir, got em dixwazin tu ji kovara Avaşîn ra nivîsekê binivîsîne. Got hetanî 20-25 rojan tu bikanibî bigihînî vê jimarê ewê pir baş be.

Min got sipas ji bo pêşniyara te. Lî ez nikanim nikanim bigihînim vê jimarê çimkî ex gelkî meşxûl im. Ji bo rojên pêş ez nikanim sozê jî bidim.

Lê wek prensîb ez ne li dijî alîkariya bi kovar û rojnameyên kurdî ram e. Me li hev kir piştî serê salê(3/1-97)emê hevdu bibînin. Ewê kovarê ji min ra bîne.

23 december 2022

Li Parîsê jî bela rastî me kurdan hat

Li Parîsê yekî 69 salî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya 3 kurd kuştine û 4 kes jî birîndar in.

Qatil kî ye, ji çi miletî ye, sebebê êrîşê çi ye hîn baş ne zelal e.

Lê wer xuya dike êdî ne li Kurdistanê û li welatên dagirker tenê, li Ewrûpayê jî jiyana me kurdan di talûkê da ye.

Dijminên me li her derê jiyan li me kirine dojeh, ewlekariya me li Ewrûpayê jî tune.

Em kurd bûne wek keriyekî bê şivan û bê kûçik, li tu derê sitara me tune ye.

Ji mahkimeyeke Swêd biryareke skandal

11 kesên di 15ê nîsanê da li mehela Rînkeby bi ço û keviran êrîşî pûlisan kiribûn, gelek pûlis birîndar kiribûn û gelek erebeyên wan şewitandibûn sûcdar nehatine dîtin, mahkimê îro giş bêsûc dîtine, serbest kirine.

Mahkimê gotiye ”kevirên avêtine ji pûlisan da zêde ne mezin bûne û meriv nikane îspat bike hedefa wan pûlis bûne, kevir bêhemdî çûne li pûlisan ketine.”

Berpirsiyarên Swêd wer bawer dikin bi şelafiyê ewê Erdogan nerm bikin

Berpirsiyarên Swêd bi şelafiya ji serokê Tirkiyê Erdogan ra xwe ji bin da hetikandin, welatê xwe jî rezîl kirin. Yek bi yek diherin xwe davêjin dexlê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Geh serokwezîr Ulf Krîstersson dihere Erdogan zeyt dike, geh heyet diherin sozên bi dizî didin Tirkiyê.

Do jî wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom çû ber nigê Erdogan û Mevlud Çavuşoglu. Bîllstrom jî gotiye, ”PKK ji bo Swêd ne xeter e, lê belê ji bo Tirkiyê xetereke pir mezin e, em viya pir cidî dibînin.”

Di van 40- 50-salên dawî da li Swêd ev cara pêşî ye hukûmeteke hewqasî xerab û navê Swêd lekedar dike hatiye ser hukim.

Çend rêz ji bîranînên min -329-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-23

Îro saet di 17.00a da em nûnerên çend hêzan ji bo belavkirina beyaneke mişterek li Federasyonê civiyan.

Berî civîn dest pê bike min got:
"Çaxa hevalê KÎPê(Vîldan Tanrikulu) bibêje ji alî huqûqî da em KÎPê tesmsîl nakin, bi navekî din beşdar bibin emê beyanê îmze bikin, lê gava viya nebêjin em bi KÎPê ra îmze nakin."

Vîldan got, ”em KÎP in û li ser navê KÎPê dipeyivin û emê beyanê jî bi wî navê îmze bikin.”

22 december 2022

Derdê zivistanê nayê kişandin

Ez ji zivistanê, ji berfê hez dikim, tu gazina min ji sir û serma zivistanê tune ye. Meha çile meheke zalim e, tim sar û serma ye, lê dilê min î germ e, ez naqefilim, bedena xwe tim û daîm germ digrim.

Lê hin problemên zivastanê hene, nabe ez wan nebêjim.
Zivistanê erd dicemide, bûzê digre, meriv dişemite, kane dereke xwe bişkîne.

Meriv ji şemitandinê bi silametî xelas dibe, îcar bapêş (zekem,harsim) bela xwe di meriv dide. Yanî meriv kal û pîr be derdê zivistanê nayê kişandin.

Çend rêz ji bîranînên min -328-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-22

Îro hewa pir sar bû, li derve ji serma meriv dibû terrik.
Min ji bo Armancê nivîsek hinekî rexnegirî nivîsî. Nivîs li ser kesên ”serbixwe” û bêhêvîtiya wan e.

Hin kes hene tu partiyekê naecibînin, her partiyê rexne dikin, lê ew bi xwe jî karekî berbiçav nakin, riya rast kîjan e nîşan nadin.

Dema meriv bi wan ra dipeyive meriv bêhêvîtiyê di çavên wan dibîne.

21 december 2022

Amerîka li dijî Tirkiyê li pişt kurda ye

 


Generalê amerîkî Matthew McFarlane, Mazlûm Ebdî, Bafil Talabanî

Xuya bû Amerîka bi şiklekî pir cidî li dijî êrîşeke Tirkiyê ser Kurdistana Rojava ye. Berdevkê PENTAGONê General Pat Ryder gotiye:


”Helwesta me ya li ser her operasyoneka Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ji bejayî pir zelal e, em li dijî operasyoneke Tirkiyê ne. Em rewşê taqîb dikin. Amerîka û HSDê dest bi gerên bi hev re kirine.”
Ev rismekî tarîxî ye, hêviyekê dide meriv. Ez bi xwe bi vî rismî, bi serdana Bafil Talabanî û bi vê şêla Amerîkayê pir kêfxweş bûm.
Amerîkayê berê jî çend caran beyanên bi vî rengî dan, gotin em ji Tirkiyê ra dibêjin êrîş nekin.

Sebebê Tirkiyê hetanî nuha êrîşeke mezin nebiriye ser Kurdistana Rojava ev şêla Amerîkayê ya cidî ye.

Çend rêz ji bîranînên min -327-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-21

Li ser daxwaza hevalên YNKê em çend hêz li Federasyonê civiyan. Armanca civînê, li dijî propaganda negatîf ya rojname li dijî kurdan dikin em kanin çi bikin?
Ji bo haziriya belavokê ji 3 kesan komîteyek hat avakirin. Komîte hetanî roja sêşemiyê ewê belavokê hazir bike.
KUKê got em bi KUK-SE ra tiştekî îmze nakin.
Min got, me jî hetanî nuha bi KÎPê ra tiştek îmze nekiriye. Heger hevalên KÎPî bi navekî din belavokê îmze bikin problem tune ye, emê jî îmze bikin.
Lê na heger di navê KÎPê da israr bikin, wê demê emê li ser bifikirin û biryara xwe ji w era bibêjin.

20 december 2022

Dîsa wexta şemitandinê hat

Îro ez dîsa çûm ser tuxtora xwe ya diranan. Di proteza min da problem heye, pudiyê min diêşîne, birîn kiriye. Xanimê hinek êge kir, hêvî dikim baş bibe.

Min nizanîbû erd cemîdîye. Ez sê caran şemitîm, carê baş şûş bûm, hindik mabû li ser piştê biketama. Lê axirê şansê min hebû neketim.

Di rojên wiha da, dema erd cemidî be dibê meriv bi semt bimeşe, li xwe miqatebe nekeve. Di vî umrî da ez bikevim ezê xwe seqet bikim. Hestiyên kalan zû nacebirin.

Swêd xwe xistiye feqa Erdogan

Dadgeha Bilind a Swêd do daxwaza Tirkiyê ya teslîmkirina Bulent Keneşê rojnamevan red kir.

Li ser vê agir ji devê medyaya berdevkê AKPê dibare. Wek gurên har êrîşî Swêd dikin, dibêjin, ”hûn jî bûn endamên NATO yê” !

Rojnameya Takvîmê, Dunyayê gotine:
”Swêd, bi vê timtêlê hûnê endametiya NATOyê ancax di xewna xwe da bibînin.
"Hûn di xewna xwe da jî nikanin endametiya NATO”yê bibînin...."

Çend rêz ji bîranînên min -326-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1988-12-20

Min telefonî Celîlê Celîl kir. Got sibe ez kitêbê ji w era dişînim. Piştî hinek sohbet, got ez dixwazim werim Swêd. Min got ser seran, ser çavan, emê kêfxweş bibin.
Min got ji me ra nameyê bişîne, bêje tu dixwazî kînga were, emê ji te ra wîzeyê bişînin.
Min bala xwe dayê pir dixwaze were Swêd.
Min ji Mûrad Ciwan ra got, ez bi Celîlê Celîl ra peyivîme û dixwaze were Swêd, min gotiye baş e, emê ji te ra wîzeyê bişînin. Got te baş kiriye.

19 december 2022

Tirkiye dixwaze Ala Kurdistanê li kurdan qedexe bike !

Pûlisan bîstek berê li Amedê girtine ser merkezên(navendê) Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) û Hereketa Azadî. Kes girtine ya na hîn ne diyar e, hevalên PAKê hîn tu beyan nedane.

Li gorî agahiyên di medyaya sosyal da belav bûne sebebê operasyonê hildana Ala Kurdistanê ye.

Ji ber ku van hêzan roja Ala Kurdistanê piroz kirine dewleta tirkan pir aciz bûye, lema jî kerîyek pûlisên xwe şandiye ser partiyên kurd.

Dilê min zora aqilê min bir

Kûpaya Cîhanê ya 2022a bû nesîbê Arjantînê
Di vê maçê da ez hinekî dudil bûm. Bi aqil, ji ber hin hesabên siyasî min dixwest Fransa qezenc bike, lê dilê min bi Arjantînê û bi Messî ra bû. Di dawiyê da dilê min zora aqilê min bir, yanî dil wek xwe kir.

Piştî lîstikeke muhteşem û micadeleyeka mişt dramatîk Arjantîn bû şapîyon û Lîonel Messî jî li Qeterê Kûpa Cîhanê ya Futbolê ya 2022a bilid kir.

Bi baweriya min Arjantîn wek taxim, Messî jî wek lîstikvan şampîyonîya 2022 heq kiribûn. Arjantînê di kûpayê da maça xwe ya herî xweş lîst. Lê di parastina Arjantînê da zeîfî hebû, lema jî Fransayê kanîbû di wexteke kin da li pey hev 3 golan bavêje.

18 december 2022

Emê îro bi çend hevalan ra li fînala Kûpa Cîhanê temaşe bikin

Hevalê me Nîmet Aydin jî wek min dildarekî futbolê ye. Qey ji nivîsên min li ser futbolê û li ser futbola ereban hez kiriye, camêr em û çend havlên din dawetî mal kirin, xwest em îşev em bi hev ra li fînala nabêna Fransayê û Arjantînê temaşe bikin.
Min bi kêfxweşî qebûl kir.

Wek gurûb, bi heval, nas û dostan ra temaşekirina li maçên futbolê, lê bi taybetî jî li fînaleke di nabêna du hûtên, du şahên futbolê da pir xweş û bi heyecantir e.

Maç saet di 16.00a da dest pê dike. Bîsteke din emê bi rê kevin, herin bi bevalên ezîz ra li maçeke pir xweş, li Fînala 2022 a nabêna Fransa û Arjantînê sêr û temaşe bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -325-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-18

Ez çûm Kurdistan Pressê, min tîprêziyê û mîzanpajê 3000 kron da. Gotin 3 hezar hindik e, 3925 kron xwestin. Min jî got pir buhaye. Min got heger hûn bi 3 hezar kronî çap bikin emê tim bînin ba we.
Gotin na, 3 hezar kron pir hindik e, me ji we ra pir hindik gotiye, em nikanin erzantir çêkin.

17 december 2022

PENA KURD karekî pir hêja kir !

PENA KURD îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi şahiyeke mikemel du nivîskarên biyanî û du nivîskar û kurdên pir hêja, qedirbilind ji ber ked û xebata wan xelat kirin.

Du nivîskar, întellektuel û rêvebirên PENA Navnetewî Terry Carlblom û Eugene Schoulgin ji bo ku bi salan piştgiriya nivîskarên kurd kirine û du nivîskar, lêkolîner û kurdperwerên hêja M. Emîn Bozarslan û Refîq Sabir ji ber ked û xebata wan a ji kurd û Kurdistanê ra, ji edebîyat, tarîx û zimanê kurdî ra kirine bi plaketeka PENA KURD xelat kirin.

Kurd çima ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin?

Li ser sebebên kurdên Kurdistana Bakur çima hewqasî pir asîmîle bûne, çima bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurmancî-zazakî napeyivin, çima tirkî kirine zimanê xwe gelek tişt tên gotin, gelek sebeb tên rêzkirin.
Sebeb hinek rast in, hinek ne rast in. Hinek qal û qîlên vala ne, hincetên ne cidî ne.
Bi baweriya tenê sebebekî esasî û sereke heye, ew jî ev e:

Kurdên bi tirkî dipeyivin, kurdê dev ji tirkî bernadin naxwazin kurd bimînin, dixwazin pêsîra xwe ji kurdbûnê xelas bikin û bibin tirk.
Sebeb tenê ev e. Sebebên din giş behane ne, hincetên vala, ne cidî ne...

Çend rêz ji bîranînên min -324-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
2000-12-17

Merheba!

Keya*, bi baweriya min piştî meriv karekî neke ne rast e meriv di organekê da çî bigire.
Mimkûne rewş û şertên we hatin guhertin û êdî hewcedariya we bi hebûna komîteyekê nema.
Ku hebûya me yê di nav van heft heyşt mehan da carekê civînek çêkiriba. Ji ber vê yekê jî hebûna komîteyeke naxebite pir bêmaneye.

16 december 2022

Îro em çûn merasima cenazeyê xanimeka swêdî


Îro danê nîvro ez û xanim em çûn merasima cenazeyê xwesiya lawikê me yê biçûk Monîca Larsson xanimê.

Ev cara duduya ye ez diherim şîna, merasima cenazeyên swêdiyan. Cara pêşî merasima cenazê hevaleka min a kar(Eva Gustavsson) bû. Ew neşewitandin, wek miriyên me di tabûtekê da gorr kirin.

Lê xwesiya lawikê me(Monîca Larsson) ewê bişewitînin, yanî kremera bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -323-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-12-16

Îşev li komelê hetanî dereng li ser çîrokên Bavê Nazê xebitîm, min zimanê û çewtîyên wan rast kir û kumikên wan çêkirin. Textîloya me ne bi herfên kurdî ye, klawîya tirkî ye, em ji herfên kurmancî ra kumikan çêdikin.
Ji her herfa ”ê, î, û” ra bi qelemê çêkirina kumikan derdekî mezin e.
Tiştê em dikin ne karê aqil e, lê textîloya bi klawîyeya kurdî tune, lema ji mecbûrî em ji hersê herfên kurdî ra bi destan kumikan çêdikin.

15 december 2022

Alîkariya Ekrem Îmamoglu kêmaqilî ye

Mahkimeyeke Tirkiyê 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê daye serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, siyaset jî lê qedexe kiriye.

Bi baweriya min ne tiştekî pir ecêb e, hetanî Erdogan sax be ewê siyasetê li her kesê jê ra talûke be qedexe bike.

Kî ji bo Erdogan raqibekî talûke be ciyê wî zindan e, ewê hokus-pokusekê bike û ji ber xwe da bixîne.

Li ser maça Fasê û Fransayê

Faransayê do êvarî 2-0 Fas bir û ma fînalê. Di 18ê mehê da ew û Arjantîn ewê deqên xwe li hev xin, emê bibînin hela kî boxe ye, kî beran e.
Fransayê do êvarî zêde xweş nelîst, ji Fasê ne xurttir bû, lê şansê fransizan lêxist qezenc kirin.

Bi baweriya min bi vê lîstikê Fransa nikane zora Arjantînê bibe. Lîonel Messî tetir bilînê besî wan e. Lema jî dibê Fransa di fînalê da futboleke xweştir bilîze. Bi texmîna min Arjantîn ewê qezenc bike û bibe zêr bigire.

Çend rêz ji bîranînên min -322-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-12-15

Îro li Stockholmê li taxa Kîsta Traffê civînek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo çê bû. Civîn, Federasyona Komeleyên Kurdistanê amade kiribû.
Civînê saet di 12.00a da dest pê kir. Henefî Celeplî, Cemşîd Heyderî,  Kemal Elî û Reşo Zîlan li ser jiyan, xebat û berhemên wî peyivîn. Axaftina Cemşîd Heyderî û Kemal Elî pir baş bû, qala gelek aliyên Qanat kirin û rismekî wî yê baş pêşkêşî guhdaran kirin.

14 december 2022

Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa ruhê xwe dîsa pêşek pere daye Tirkiyê

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Tirkiye sînorên xwe baş biparêze 220 milyon euroyê din xûg daye Erdogan. Alîkariya îsal dane Tirkiyê bûye 1,2 milyar euro.

Xêra Xwedê ye, her cara ji Erdogan ra pere lazim dibe, bi gewriya serokên Yekîtiya Ewrûpayê bizok digre, çend azaran dide wan û dûra peran bi ser da dibarînin.

Ev 220 milyon euro di hesêb da tune bû, alîkariya îsal temam dabûn. Lê Diyar e ji serokê Tirkiyê Erdogan ra ji bo hilbijartinan pere lazim e. Lema ev pere danê.

Çend rêz ji bîranînên min -321-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-14

Îro jî herdu rojnameyên Swêd ên êvarî (Aftonbladet, Expressenê)li ser PKKê û şerê do li Gamla Stanê di nabêna çend kurdan da çêbû nivîsîne.
Rojnameya Expressenê di rûpela pêşî da bi pûntoyên mezin gotiye, ”Tre nya gripna hors om Palme mordet. Yanî, sê kesên nuh hatine girtin di heqê kuştina Olof Palme da îfadeya wan tê girtin.”
Rojnameyê tam 10 rûpel cî daye nivîsê.

13 december 2022

Meriv dibe heyranê rojnamevanên xelkê

 

Do êvarî min li hevpeyvîna bi şêlankerê(robber) Swêd yê herî bi nav û deng Clark Olofsson temaşe kir. Clark Olofsson bû sebebê xuliqandina peyva(têgeha, mefhûma)sendroma Stockholmê.

Clark Olofsson di tebaxa 1973a da li Stockholmê banqeyeke şêland, çend rojan di hundur banqê da ma û hin personalên bankê ew parastin. Bi şêlandina xwe Clark deng da û bû xwediyê peydabûna peyva ”Sendroma Stockholmê”.

Rojnamevana bi nav û deng Malou von Siversê hevpeyvîneke muhteşem pêra kir.

Dilê min şampîyoniya Fransayê dixwaze

 

Arjantîn û Xirwatîstan îro saet 20.00a da di maça nîvfînalê da tên hemberî hev. Fransa û Fas jî sibe cara duduya (14/12) tên hemberî hev.

Fînal jî di 18ê mehê da ye. Di 18ê mehê da ji van her çar taximan yekê kûpa îsal hilde, bibe şampiyonê dinyayê.

Ji ber ku Fas maye nîvfînalê ereb pir kêf dikin, dikin bifirin, tu dibêjî belkî dinya feth kirine, ji bo mirovahiyê keşfek, îcadek pir mezin kirine.

Çend rêz ji bîranînên min -320-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-13

Min vê sibê di tekst TVa swêdî da ev xebera jêr xwend:
”Li Stockholmê li Gamla Stanê li Qulûba Stampen du kesên ji PKKê êrîşî çend kesên din kirin. Şerê wan gelkî ajot. Serê hinekan şikiya.

Dema pûlis çûn ciyê bûyerê herdu kesên PKKê reviyan, pûlisan berra ser pişta wan dan. Berê yek girtin, kêr pê ra bû.

Lê yê din reviya û gulle berra pûlisan da. Di dawiyê da pûlisan ew bi şeşderba/debançaya wî va girtin.”

12 december 2022

Amerîkiyan dîsa çend çeteyên Tirkiyê kuştine

Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro destê sibê li Kurdistana Rojava du berpirsên Daîşê di operasyonekê da kuştine. Ev bû cara çara hêzên Amerîkayê çeteyên Daîşê di nav lepên Tirkiyê da dikujin. Lê tiştekî bi Tirkiyê nakin, nabêjin çima hûn van qatilan vedişêrin?

Berdevkê CENTCOMê John Bucino negotiye li ku û çawa kuştine. Lê wek serokên Daîşê yên berê kuştin, miheqeq ev herdu jî di hêmêza Tirkiyê da kuştine.

Robotê kurmancî ji destê nezanan xelas bike

Botan Înternatîonalê ji zimanê kurdî ra karekî pir hêja, pir baş kiriye, roboteka kanibe bixwîne û binivîsîne çêkirîye.

Robot ewê bikanibe rojnemavaniyê bike. Yanî ewê wek însanekî xeberan binivîsîne. Robota rojnamevan ewê îsal ji pê ra dest bi karê xwe bike.

Robot bi 109 zimanan zane, kane bi hezaran nûçeyan bixwîne û bike kurdî. Kane nivîsan kin û rast bike û bişîne ji edîtorên xwe ra.

Ji dêlî bîranînê

Dost û hevalên ezîz, siba we bi xêr, roja we silamet û mişt xweşî be.

Îro bîranîn tune, min tiştek nenivîsî ye. Ji dêlî wê ezê bi çend peyvên xweş, manîdar dest bi rojê bikim.
Peyvên xweş him kêfa meriv tînin, him jî meriv ji wan dersê û aqil digire.

-Hin însan ji me ra diyarî ne, hin jî ders in.
-Yên ji kendalan hez bikin dibê baskên wan hebin.
-Hewcedariya rastiyan bi sondê tune ye.

11 december 2022

Mirinê îro Munzur Çem jî ji me sitend !

 

Çi heyf nivîskar, lêkolîner, kurdperwerê dildarê milet û welatê xwe Munzur Çem(Huesyîn Beysulen)îro wefat kir. Bi bihîstina vê xebera reş ez pir xemgîn bûm.

Muzûr Çem kurdekî zana, bi xîret û xebatkarekî doza kurd û Kurdistanê bû. Ji bo miletê kurd gelek xebatên hêja kirin, gelek berhemên hêja li pey xwe ji miletê xwe ra hîtin.

Sir û seqema Swêd dest pê kir

Sir û seqema Swêd dest pê kir lê ez guh nadimê, meşa xwe ya rojane betal nakim.
Bîstek berê çûm 69 deqîqeyan gerîyam û hatim. Xanim bi min ra nehat, çû dikanê alvêrê.
Nuha di mitpaxê da ketiye hinge-dinga şîvê, dike ji xortên xwe ra patîla çêke. Patîlên wê jî ewê bi goşt û bêgoşt be. Xoretekî me vejeteryan e.

Bi xêra wî em jî bûne nîvvejeteryan. Jixwe ji berê da ye ez ne yekî zêde goştxur im, ez ji goştê biraştî hez dikim, goştê bi rûn mahdê min nagire.

Çend rêz ji bîranînên min -319-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1999-12-11

Wek min texmîn dikir tirkan belavoka civîna Helsînkiyê qebûl kir û Ecevît çû îmze kir.
Di civîna pressê da serokwezîr Bulent Ecevît dîtina dewletê ya resmî dubare kir, got meseleyeke me ya kurd tuneye, mesele ”paşdemayina herêmî, ekonomîk e. Dewletên der ev mesele wek nîfaqekê xistine nav me...” û gelek neqaratên din ên wek van derewên tirk tim dikin dubare kir.

Yanî mêrik di orta civînê da got li welatê me gelşeke kurdan a netewî tune ye, kurd ne mînorîtet in, tenê yên me di Peymana Lozanê da qebûl kirine hindikayî ne.

10 december 2022

Kurdên dilxwazên ereban pir in

Mixabin Fasê qezenc kir, 1-0 zora Portekîzê bir. Min nedixwest Fas, welatekî ereb qezenc bike.
Ez tu carî nabim dilxwaz û xêrxwazê dagirkerên welatê xwe û dost û merivên wan.
Fas welatekî ereb e, xizmê Esed û erebên Îraqê ye û dostê tirka ye. Serketina Fasê serketina ereban e, lema jî ereb û hemû serketina Fasê pîroz dikin.

Lê kurdên dilxwazên Fasê pir in. Ez bawer dikim yên wek min difikirin belkî ji sedî ne deh bin jî, ji sedî 90ê kurdan dilxwazên Fasê ne.

Çend rêz ji bîranînên min -318-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-10

*Min îro saet di 009.00a da Armanc bir teslîmî çapxaneyê kir. Du roj in ez, Mûrad Ciwan û Nîmet Aydin li Kurdistan Pressê bi şev û roj li ser Armancê dixebitîn. Ez pir westiyayî û bêxew im. Lê dema Armanc diqede û meriv teslîmî çapxaneyê dike meriv westiyan mestiyanê, bêxewiyê ji bîr dike.

Min 8 hezar kron heqê çapa kitêba Kerîmê Husamî teslîmî hevalê Mîlonasê xwediyê çapxanê kir. Tiştê baş dema perê me tunebe, ya jî hindik be Mîlonas xwe li me radigire, ji me ra bi deyn çap dike. Yekî yûnan e, ji me ra pir baş e.

09 december 2022

Piştî micadeleyeke bêhempa û mişt dramatîk Arjantînê zora Hollandayê bir

Maça Arjantîn-Hollandayê qediya. Arjantînê Hollanda bi zor, bi berxwedaneke mezin bir û hustuxwar ji sahê rêwî kir.
Xwedê kir Arjantînê qezenc kir. Bi baweriya min qezenckirin heqê Arjantînê bû.

Lê Hollandayê jî pir xweş lîst. Çend caran nêzî zaferê bûn, lê Arjantîn teslîm nebû, tim ji wan stend.

Esas dibê maç dirêj nebûya lê him ji neheqiya hekem, him jî ji ber şaşiya arjantîniyan maç dirêj bû û îhtîmala Hollandayê qezenc bikira çend caran çê bû.

Tirkiye li pişt Eniya Tirkmen e

Berdevkê Eniya(cepheya) Tirkmen a Îraqê Mihemed Seman gotiye ”heger madeya 140î were bicîkirin ewê şerê navxweyî derkeve.”

Zirto gefê li kurdan dixwe. Dibêje tirkmen û ereb ewê êrîşî kurdan bikin. Dibê Kerkûk herêmên dagirkerî nebin yên kurdan.

Yê vê cesaretê dide vî zirtebozî Tirkiye ye, ji Tirkiyê piştê digre.

Mihemed Seman zilamê Tirkiyê ye û bi devê Tirkiyê dipeyive. Lema jî neyartiya kurdan dike.

Çend rêz ji bîranînên min -317-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-09

Îro rojnameya Swêd Aftonbladetê, radyoya Swêd û telewîzyonê li ser mahkima DDKADê(komela Jinên Şoreşger, Demokrat)xeberek belav kirin.
Rojnameya Aftonbladetê bi hevala me Sabîha Diljen Otluyê ra hevpeyvînek jî kiriye. Nivîs ya Eşref Okumuş e. Di nivîsê da komela jinan DDKAD tê nasandin û qala mahkima wê tê kirin. Nivîseke baş e, jinên kurd û xebta wan daye naskirin.

08 december 2022

Ax ji derdê van diranan !

Wele tuxtora min a diranan îro ez şewitandim, 3200 kron ji min girt. Min got pir e, got min çar diran dagirtin ne pir e, kompîtor hesab dike.

Min digot belkî tuxtora min ji Libnanê ye, got na, ez ji Mûsilê me. Alîkara wê jî keçikeka midyadî bû. Herdu jî xanim bûn, baş bûn, lê tenzîlat nekirin. Tuxtorê got hindek e ne pir e.

Li Swêd pûlis wer li pey kurda ye

Tirkiye ji Swêd ne kurdan tenê, hin tirkên merivên cimata Fettulah Gulen jî dixwaze. Hetanî nuha 3 kurd dan Tirkiyê, lê ji teslîmkirina tirkan ra Swêd dibêje na em nadin.

Çimkî derdê Tirkiyê jî, derdê Swêd jî bi kurdan ra ye.

Li Swêd kesên herî bêpişt kurd in. Mahmûd Tat 10 rojan di nezaretê da girtî bû haya kesî jê tune bû. 

Ne medya kurd, ne jî ya Swêd qet qala wî nekir. Rojekê berî wî bidin Tirkiyê Radyoya Swêd beşê Kurdî qal kir, roja din jî dan Tiriyê. 

Tirkek tu carî hewqasî ne bêxwedî ye.

Gotinên naylon kurmancî dejenere dike

Hin kes û nivîskar ji gotinên çêkirî pir hez dikin. Yek ji van gotinan jî peyva "wêje" ye, yanî edebîyat e.

Hin kes û nivîskar ji edebîyatê ra dibêjin ”wêje” û ji edîb ra jî dibêjin ”wêjenas”.

Kesên dev ji peyava edebîyatê û edîb berdane ne hindik in, pir in û roj bi roj jî zêde dibin.

Çend rêz ji bîranînên min -316-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-08

Îşev ez, Mûrad Ciwan, Nîmet Aydin em çûn Kurdistan Pressê hetanî nîvê şevê(01.30)li ser Armancê xebitîn. Me nivîs nivîsîn, rast kirin û ji bo mîzanpajê dan Orhan Kotan. Wî jî mîzanpaj çêkir. Em giş pir westiyan. Lê xebata bi hev ra xweş e, dawet e.

Xwedê kir li Kurdistan Pressê çay û qahwe û hin pêxwarin hene. Gava meriv birçî dibe tiştekî dike ber dilê xwe.

07 december 2022

Pêsekiniyên tirkan dixwazin kurd jî wek wan bin

Parlamnenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier do di meclîsa Tirkiyê da xwest bi kurmancî bipeyive, lê parlamenterê CHPê û cîgirê serokê parlamentoyê Haydar Akar mîkrofon girt, nehîşt Taşçier axaftina xwe dom bike.

Haydar Akar got, kes ji axaftina te fahm nake, zimanê dayika min jî heye. Heger ez jî bi zimanê dayika xwe bipeyivim kesê ji min jî fahm neke. Lema ez bi zimanê dayika xwe napeyivim, dibê tu jî wek min bikî.

Çend rêz ji bîranînên min -315-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-12-07

M. Emîn Bozarslan îro li ser kovara Jînê cilda duduya civînek çêkir. Dûr û dirêj, hêdî hêdî qala xebata xwe kir. Karekî zor û hêja kiriye. Gelek kes hatibûn civînê.

Malmîsanij li ser kêmasiyên cilda 1ê peyivî. Cilda yekê di meha 1ê ya îsal da derketibû. Li ser hin kêmasiyên cilda 1ê gelek tiştên cidî gotin. Baş xwendibû. M. Emîn îtîrazî rexneyên wî nekir. Milet jî ji axaftina Malmîsanij pir memnûn xuya dikir.

06 december 2022

Tirkiye Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dike

Tirkiyê Kurdistana Başûr bi xwe va girê daye. Lema jî lê riyan çêdike, qereqolan lê ava dike. Leşkerên tirk Kurdistana Başûr kirine welatê xwe. Lema riyan û bingehên leşkerî lê zêde û xurt dikin.

Hukûmeta Kurdistanê û Îraq jî li vê dagirkeriya Tirkiyê ya gav bi gav sêr û temaşe dikin.

Tirkan berê qîma xwe bi dagirkirina Kurdistana Bakur dianîn, digotin ev beş ji me ra bimîne bes e.

Lê nuha dibêjin Kurdistana Bakur tenê têra me nake, dixwazin başûr û rojava jî dagir bikin. Hedefa koalîsyona AKPê-MHPê ev e, dagirkirina başûr û rojava ye.

Çend rêz ji bîranînên min -314-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-06

Min bi şev telefonî Nîmet Aydin kir, min got hevalên Kurdistan Pressê dibêjin hin nivîsên Armancê nayên xwendin, ez nikanim herim, here ji wan ra bixwîne. Got ez jî bi wan ra peyivîme. Me li hev kir, ezê sibe herim.

Ev mesela xwendina nivîsan problemeke mezin e. Hevalên Kurdistan Pressê nikanin hin destnivîsan bixwînin. Ev jî dibe sebebê Armanc bi derengî bike. Dibê em çareyekê ji vê gelşê ra bibînin.

05 december 2022

Dostên rojên teng hidik in

Berê li Swêd di nav partiyên siyasî da, di medyayê da, di nav întellektuelan da dost û dilxwazên kurdan ne hindik bûn, têra xwe hebûn. Çimkî talûke û zirareke wan di dostî û dilxwaziya me da tunebû.

Ez bi gotineke din bibêjim, hevaltiya bi kurdan ra wek îro ne talûke û bi rîsk û bi zirar bû.

Lê nuha hevaltiya bi kurdan ra, dilxwazî û piştgiriya bi kurdan ra bûye talûkeyeke mezin, zirara Swêd tê da heye. Kî piştgiriya kurdan bike serokên Tirkiye wan wek dijminê xwe dibînin.

Lema jî dost û dilxwazên me bi carekê da ji ortê beta bûn, deng û his ji kesî dernakeve.

Çend rêz ji bîranînên min -313-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1985-12-05

Min nivîsa xwe ya li ser êrîşên Îraqê do bi şev qedand û îro teslîmî hevalan kir ji bo ku binivîsînin. Îraq êrîşên mezin dibe ser kurdan, rewşa pêşmergeyan pir xerab e. Kurd perîşan in. Tirkiye alîkariya Îraqê dike, bi îhtîmaleke mezin Îran jî gorra kurdan dikole.
Herdu jî neyar in, yek jî naxwaze nenûka kurdan dirêj bibe ji bo xwe pê buxrînin…

04 december 2022

Karê baş hêjayî pesin û teqdîrê ye

 


Odeya Bazirganiyê ya Amedê(DTSO) bi merasimekê 120 zarokên di dibistanan da dersên kurmancî-zazakî hilbijartine bi surfplatan (kompîtorên biçûk) xelat kirin.

Ji bo vî karê pir hêja, manîdar ez serok û berpirsiyarên DTSOyê bi dil û can pîroz dikim.

Berpirsiyarê DTSOê karekî pir baş kirine. Mala wan ava be. Karên wiha kanin tesîrên pir mezin bikin.

Dibê partiyên siyasî, zengînên kurd malbatan teşwîqî hilbijartina dersên kurdî bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -312-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-12-04

Me Armanc bir teslîmî Kurdistan Pressê-Orhan Kotan kir. Em berê pê ra peyivîbûn. Emê nivîsên xwe teslîmî wan bikin, ewê ji me ra binivîsin û mîzanpaja wê çêkin. Heger kanibin dom bikin ji me ra jî, ji wan ra jî pir baş e.
Ji alî madî da ewê fêdeyeke me bigihîje wan.
Emê jî bi rehetî kanibin bi şev û roj herin wir, li wir bixebitin, carnan jî alîkariya wan bikin.

03 december 2022

Emê kultura xwe çawa ji mirin û talanê biparêzin?


Prof. Hacî Akman îro li Stockholmê li Folkhogskolanê(Xwendegeha bilind a gelî) li ser parastina mîrata kulturî konferanseke pir hêja pêşkêşî me kir.

Prof. Hacî Akman etnolog e, li  Norweçê li Zanîngeha Bergenê di beşa arkeolojî û tarîxê da lêkolînan dike.
Profesorê hêja ji bo parastina mîratên kulturî, edebî yên pêşiyên me ji me ra hîştine emê wan ji wendabûn û talanê çawa biparêzin gelek tiştên pir hêja gotin.
Dema meriv li kurdên wiha zana, nefsbiçûk, li alimên wiha gudarî dike ne mimkûn e meriv kêfxweş nebe.

Swêd ne kurdek tenê, du kurd teslîmî Tirkiyê kirine

Swêd ne kurdek(Mahmût Tat), du kurd teslîmî Tirkiyê kirine. Telewîzyonê di xeberên xwe yên êvarî da nuh qal kir, Rûdawê qala yekî kiribû.
Lê ne yek bûye, du kes teslîm kirine û ev yek jî bi dizî kirine, xebera malbatên wan, abûqatên wan negîhandinê.

Medyayê jî do qet qal nekir, piştî teslîmî Tirkiyê kirin, ji du kurdan xelas bûn, hedîse hat bihîstin, Rûdawê xebera wê da.

Çavkaniya wê jî medyaya Tirkiyê bû, yanî medya tirk got Swêd du kes teslîmî Tirkiyê kirin.

Di xeberan da navê kesê duduya negotin, kes nizane kî ye, çend salî ye, ji ku ye, çend sal in li vir e?

Çend rêz ji bîranînên min -311-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-12-03

Remzî Înancê kitêbfiroş ji Tirkiyê dîsa ji min ra gelek kitêb şandine. Min çû ji postê kir.
Ji mehê, du mehan carê pakêtek kitêb ji min ra dişîne. Navê kurdan di kîjan kitêbê da derbas bibe ji min ra dişîne. Li malê cî nemaye. Jinik hindik maye min ji malê biqewitîne.

Perê min jî tune tim jê ra bişînim Min rociya xwe xwar jê ra got kitêbên li ser kurdan ji min ra bişîne.  Ezê nameyekê jê ra binivîsînim, bibêjim BES e, êdî tu kitêm, mitêban neşîne. Ez nikanim hewqas kitêb bixwînim, ezê lê dinêrim û embar dikim.

Swêd kurdekî din jî bi bêbextî teslîmî Tirkiyê kir

 

Hukûmeta Swêd ya qeleş kurdekî bi navê Mahmût Tat, kurdekî bêkes û bêpişt îro teslîmî Tirkiyêkiriye. Ev cara duduya ye Swêd vê namerdiyê bi kurdan ra dike.

Bi hezaran endam û kadirên Daîşê li Swêd in, hetanî nuha yek kes jî teslîmî tu welatî nekirine.

Lê çavên wan kurdan dibirre, zanin kurd bêkes û bêpişt in, lema kurdan wek berxan davêjin ji ber gurên har.

Heger Mahmût Tat ne kurd, ferdê miletekî din bûya medyaya Swêd, Rêxistana Efûyê ya Navnetewî ewê qiyamet rakirana. Di radyo û telewîzyonan d aewê xebera sereke bûya, demokratan, mafparêzan ewê qiyamet rakirina.

02 december 2022

Dawiya tahmîratê nayê

Dema meriv kal(extîyar) dibe dişibe otomîbîleke kevn a xerxûte, rojê derkek ariza dide, tim motajî lênerîn û tahmîrê ye.

Îro dîsa tahmîrat lazim bû. Çûm ser tuxtora dirana. Ciwanikeka libnanî ye, nazik û kibar e. Tuxtorê min ê swêdî teqawid bû, ez teslîmî vê xanima libnanî kirim. Ev cara duduya ye li diranên min mêze dike. Lê xanim her carê jî min dişêlîne, bêrîka min vala dike.
Îro tenê kontrol kir û 5-6 fîlm girtin, dûr ajî got here kasê 925(teqrîben 100 Dolar) kronî kerem bike.

Gotin difere nivîs dimîne

Pêşiyên me gelek rojên xerab dîtin, gelek ezîyet û cefa kişandin, hatin kuştin, surgûn û derbeder bûn. Qetlîamên mezin hatin serên wan.

Lê ev tarîxa mişt êş û elem, surgûn, qetlîam û liberxwedan nenivîsîn.

Heger me baş bizanîbûya çi hat serê wan, çi zulm dîtin, çi êş kişandin, îro me yê pêş xwe baştir bidîta.

”Tarîx erdê/zeviyê miletan e. Her miletî berê çi çandibe di pêşerojê da wiya diçine.”

///Voltaire

Li Tirkiyê bêyî kurdan mixalefeteke cidî tune ye

Li Tirkiyê bêyî kurdan kes li dijî Erdogan û rejîma wî tiştekî cidî nake, nabêje. Tirsê civat tevizandiye. Bêyî kurdan tu mixalefeteke cidî tune ye. Mixalefet jî bi qasî hukûmetê li dijminatiya kurdan dike.

Hukûmet dixwaze here Kurdistana Rojava dagir bike, miletê kud ji welatê wî derxîne, mixalefet jî piştgiriyê dide vê daxwazae Erdogan.

Dinya jî bêdeng e, Yekîtiya Ewrûpayê, gelek welatên berê piştgirî didan kurdan, li dijî êrîşên Tirkiyê bûn îro bêdeng in. Ya jî wek berê Erdogan rexne nakin. Amerîka û Fransa ne teê da, mixalefeta dinyayê jî pir sist e.

Çend rêz ji bîranînên min -310-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1985-12-02

Îro min ji Umer Acar(Umê)û ji Faîqê me name girtin. Faîq di nameya xwe da dibêje meta min Fatê(Fatê Varol)û xalê min Reşo(Reşo Atilgan)herduyan jî wefat kirine.
Ez li ber mirina herduyan jî ketim. Kesên ez ji wan hez dikim yek bi yek dimrin.
Meta min pir feqîrî dît, pir kişand, bi delaliyê debara xwe dikir, bi peyê xwe apê Mahmet ra dibû pîbar.
Min ji xalê xwe Reşo pir hez dikir, em wek du hevalên pir samîmî bûn. Xalê min bulûrvanekekî pir baş bû. Bulûrvanê dawetan bû.

01 december 2022

Azerîyan li Bakuyê nehîştin fîlmê "SîSTER APART" were nîşandan

 

Konsulê Almanya yê Azerbêcanê xwestiye fîlmê “Sisters Apart/Xwehên ji hev cihê” li Bakuyê nîşan bide. Lê azerî li dij derketine, li ber sînemayê kom bûne, nehîştine fîlm were nîşandan.
Xwedêgiravî di fîlm da leşkerên tirk “zalim û xwînmij”  hatine nîşandan.”
Kesên li dijî fîlm li ber salona sînemyê kom bûne û sloganên “Bijî Azerbêcan, bijî Tirkiye” qîriya ne.
Li ser vê konsulê Almanyayê program betal kiirye, fîlm nehatiye nîşandan.
Bêguman ev îşê Tirkiyê ye, Tirkiyê ev protesto organîze kiriye. Bêyî tiliya Tirkiyê azerî viya nakin.

Çend rêz ji bîranînên min -309-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1996-12-01

Axirê hesreta em jî bibin xwedîyê parabolê(sêlikê)me îro ji dilê xwe derxist, îro em jî bûn xwedî parabol. Mûrad Qizil camêr îro hat ji me ra girê da.

Buhayê wê 4500 kron e. Min 3500 kron dayê, 1000 kronê din jî ezê serê mehê bidimê. Ji bo min perakî pir e, lê pîyase nuha buha ye. Motora wê jî ewê roja sêşemiyê bîne girê bide.

30 november 2022

Kurdên serketina Îranê dixwazin jî hene

Gava do Amerîkayê li Qeterê di futbolê da Îran 0-1 bir ez û xanim pir  kêfxweş bûn.

Îranê beşekî welatê min dagir kiriye û zulmeke mezin li miletê min dike. Ji roja Humeynî hate ser hukum û vir da ye vê van meleyên qatil bi hezaran kurd kuştine û bi darda kirine.

Vê rejîma îslamî ya faşîst, xwînmêj jiyan li kurdan kiriye dojeh. Kurd nikanin bîna xwe bigirin. Vana neviyên qatilên Simko Axayê Şikak, Qazî Mihemd, Dr. Qasemlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran canfîdayên kurd in.

Dibê em ji beweriya xwe bi beyanên Îranê neynin

Tê gotin xwedêgiravî Îran li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava derketiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ra peyivîye, jê xwestiye Tirkiye êrîşî ser herêmên kurdan neke.

Îran di resmîyetê da li dijî dagirkeriya Tirkiyê xuya dike, lê di bin ra çi dike meriv nizane.

Rûsya jî resmî li dijî êrîşên Tirkiyê ye, lê balafirên Tirkiyê bajarên kurdan bombebaran dikin.
Tirkiye her roj Kurdistanê topbaran dike.

Çend rêz ji bîranînên min -308-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-30

*Cergî xanim nexweş e ez bûme kebaniya malê. Şîv, şevîn, paqijî gişk ketiye hustuyê min. Baş e ez li xwe naetirim, ne ecemiyê vî îşî me, pratîka min heye. Ez kanim ji zarokan şîvê çêkim. Di rojên wiha da meriv tiştên nuh jî fêr dibe, xwe bi pêş dixîne. Ez fêrî nanpêjiyê jî bûm. Şilikîyê min pir hat ecibandin.

29 november 2022

Facebook bûye holçîka zarokan

Facebook tam bûye platformeke pêkenînê, zarokxaneyeke zarokan.

Îro saet di 09.00a da dîsa kontoya min 6 rojan girtin. Gotin te di nivîsa xwe "masîyê mezin masîyê biçûk dixwe" da kîn û nefret belav kiriye.

Li ser vê, min ev twîtta jêr nivîsî:
”Facebookê dîsa 6 rojan kontoya min girtiye. Sebeb jî ev nivîsa min(masîyê mezin masîyê biçûk dixwe) nîşan dane, gotine ev nivîsa te li dijî qaîdeyên me ye, tu kîn û nefretê belav dikî.

FB bûye medyayek Tirkiyê, qebûl nake ez qala zulma Tirkiye li kurdan dike bikim.

Çend rêz ji bîranînên min -307-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1985-11-29

Îro saet di 22.30î da em 17 heval ji bo rakirina cenazeyê Mistefa Tanguner çûn paytexta Danîmarka Kopenhagenê. Saet di 07.00ê sibê da em gihîştin wir. Saet di 14.30î da em li dêrekê civiyan. Bi texmîna min li dora 200 kesî di merasimê da hebûn.

Axaftina pêşî wek serokê partiyê Mûrad Ciwan kir. Dûra du mamosteyên Mistefa û berpirsekî Partiya Komunîst a Îraqê peyivîn. Axaftinên herdu mamosteyên Mistefa(danîmarkî bûn)pir dilşewat bûn, ez girîyam. Pir pesnê Mistefa dan, pir jê hez dikirin. Axaftina berpirsê Partiya Komunîst a Îraqê jî baş bû.

28 november 2022

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe

Li Asyayê, li Afrîqayê kî kanibe bi kê zorbatiyê lê dike, dipeliçiqîne. Masiyê mezin masiyê biçûk dixwe. Em masîyekî biçûk in, tirk jî masîyekî mezin in, lema dixwazin me bixun.

Miletê tirk, partiyên mixalif, komele, sendîka û dezgehên mafên mirovan jî li dijî vê yamyamiya hukûmeta xwe dernayên, nabêjin çima hûn dixwazin miletekî ji kok da ji welatî wî derxin?

Ev jenosîda miletekî ye, dema meriv kanibe bi miletekî meriv qir nake. Tiştê Tirkiye dixwaze li Kurdistana Rojava bike JENOSÎDEKE mezin e.

Çend rêz ji bîranînên min -306-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-28

Me kongreya komela Stockholmê çêkir. Nebî Bal bû serokê komelê. Emerê Wanî bû sekreter, Cabir(Weqas Çelîk)bû kasor. Cabir û Hecî, Nebî pêşniyar kirin, Emer jî ez pêşniyar kirim. Min qebûl nekir, min got karê min pir e, ez nikanim. Li ser vê Nebî bi tevayiya dengan hat hilbijartin.

27 november 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 26a çêkir

Foto: Sidqî Hirorî

Me îro li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 26a ya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) çêkir.

19 endam beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê da du kes, Mihemed Elî Kût û seroka Yekîtiyê ya berê Nesrîn Rojkan bûn namzedên serokatiyê. Nesrîn Rojkan xanimê 8, M. Elî Kût jî 10 ray girt û M. Elî Kût bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yê nuh.

Zinar Soran, Temûrê Xelîl, Hêdî Gomeî bûn endamên Komîteya Karger.
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.

Çend rêz ji bîranînên min -305-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-27

Min deynê Armancê bir da xwediyê çapxanê Mîlonas. Çaxa çavê wî li pera ket kêfa wî hat, got were rûne em qahwakê vexun. Ez rûniştim, qahwak teze çêkir. Kovara Îsot jî hazir e, Mamoste(Mamoste Nûjen)nuha ewê were teslîm bigire.

Mîlonas merivekî baş e, perê me tune be jî em bi deyn, bi texsîda tiştên xwe didin çapkirin.
Mamoste hat, kovara Îsot teslîm girt. Çapa wê ne xerab e.

26 november 2022

Futbol ne herb e, lîstikeke

Min hetanî deqîqa 23a li maça Arjantîn-Meksîkayê temaşe kir, dûra min kanal guhert, dev ji temaşekirinê berda. Meksîkî topê nalîzin, herbê dikin. Futbol ne herb e. Xweşikî, estetîk, huner di futbola wan da tune ye, herbê dikin.

Maça Fransa- Danîmarkayê muhteşem bû, min û xanimê zewqek mezin jê girt.

Ez û xanima xwe bi hev ra maçan temaşe dikin û komentar dikin. Min zewqa futbolê di wê jî gerandiye. Çaxa yek yekî dixîne, ji kîjan alî be ferq nake, xanim ji ciyê xwe hol dibe, dixwaze here li yê neheq xe, dibêje "ê law le nuha lawik seqet bibe?"

Amerîka bi siyaseta pişopişo nikane Tirkiyê bisekinîne

Tirkiyê bi çeteyên xwe yên Daîşê Baregeha Hêzên Hevpeyman a Hesekê fuzebaran kirine. Bbarêyî Tirkiyê kes nikane fuzeyan bavêje ji baregeha Hêzên Hevpeyban da. Ev karê Tirkiyê ye.

Tirkiye bi êrîşên wiha dixwaze reaksîyona Amerîkayê fêr bibe, hela ka Amerîka ewê çi bersîvê bide?
Di van êrîşan da di nav 6 rojan da 59 kes kuştine, bi sedan kes jî birîndar kirine.

Bêdengî, sistî, bersîvnedan Tirkiyê aşûnî dike, bêtir har û êrîşkar dike. Heger Amerîka bi rastî jî dixwaze dagirkeriya Tirkiyê rawestîne, 2 milyon kurd ji welatê xwe bi çolan nekevin dibê bersîveke cidî bide Tirkiyê, gava Tirkiyê êrîş kir dibê lêxin.

Çend rêz ji bîranînên min -304-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
2000-11-26

Murad*, tu çima ji "hemsîda" xwe ra dibêjî xaneper?
Hema hema hemûyên kurdan dibêjin malper û bi ya min malper ji xaneperê bêtir kurdî ye.
Çimkî xane bi farisî ye û di mana malê da ye. Û li gor Swêdî jî mal hîn rasttir e. Mesela meriv bi swêdî dibêje, ”nu går vi hem.” 

25 november 2022

25 saliya Kitêbxaneya Kurdî pîroz be !

 

Me îro li Kitibxaneya Kurdî 25 saliya wê pîroz kir. Gelek kurd û swêdî hatibûn. Şeveke pir xweş bû, bi xwarin, muzîk, axaftin û sohbetên germ bû.
Kitêbxanê dîplomeyeke sipasdariyê da kesên alîkarî bi Kitêbxaneyê ra kirine. Min jî sipasnameya xwe girt.
Gelek sipas ji Newzad Hirorî û her kesê ev şeva xweş amade kiribûn.

Tirkiye bi gotinê nasekine, dibê Amerîka zorê nîşan bide

Zora zaliman ev e, li ber çavê dinyayê tirk dikin bi darê zorê me ji welatê me, ji gund û bajar û malên me derxin.

Serokên Tirkiyê dibêjin hûn kurd in em ji we hez nakin, lema jî emê we ji welatê we derxin û hinekên din di dewsa we da bi cî bikin.
Zorbatiyeke wiha di serdema navîn da dibû, lê tirk çavên wan me dibire, lema jî dibê gerek hûn Kurdistana Rojava teslîmî me bikin. Heger hûn nekin, heger hûn teslîm nebin emê we gişan qirr bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -303-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1992-11-25

Îro piştî kar, danê esir ez çûm komelê. Li hemberî tiştê min dît ez ecêbmayî mam. Ew keçika japon, a Nîmet Aydin do ji min ra got ji Sûriyê hatiye, mîvana min e, li komelê bû û bi milet ra kurmanciyeke kibar, wek şekir dipeyivî. Ne ji sîma wê bûya minê bigota kurd e. Navê wê Akîko Yamada ye.
Te digot yeka ji Qamîşloyê ye. Min xwest ji kêfa himêz bikim lê nedibû, me hevdu nas nedikir.

Li gorî digot li Sûriyê û li Kurdistana Başûr li dora salekê di nav kurdan da maye. Dûra çûye Diyarbekrê, li wir jî demekê maye, kurmanciya xwe bi pêş xistiye.

24 november 2022

Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê


Hey gidî dinyayê, zalimê, bêwefa yê !

Sal û zeman zû derbas bû, wek ava çeman herikî, çû.

Por zû sipî bû, pişt zû xûz bû, roniya çavan kêm bû, hêz nema. Dest qermiçîn, poz mez mezin bû, xabxabka gewriyê daket.

Ji xortaniyê tiştê di destê me da maye ev çend xatire û fotograf in, em lê temaşe dikin, bi hesreteke kûr sebra xwe pê tînin, salên borî ji nuh ve tînin bîra xwe.
Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê. 
Sal 1980. Newroz, Almanya, bajarê Kolnê.

Çend rêz ji bîranînên min -302-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1992-11-24

Ez îşev çûm mala Remzî Kerîm. Ehmed Husênî mîvanê Remzî ye, ez ji bo dîtina wî çûm.
Min ban Nîmet Aydin û hin hevalên din jî kir, min xwest ew jî werin, lê kes nehat.
Nîmet got, ez nikanim werim, çimkî keçikeka japonî(Akîko Yamada) hevalan ji Sûriyê şandine ba me. Keçik îşev mîvana me ye, lema ez nikanim werim.
Ez ji Ehmed Husênê jî, ji şiîra wî û ji sohbeta wî hez dikim. Sohbeta bi wî ra, henekên bi wî ra min pir kêfxweş dike.

23 november 2022

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e, heger Tirkiye bi qasî Amerîkayê xurt bûya tirkan ewê dinya êsîr bigirtana.

Osmaniyan çi dikirin tirkên îro jî ewê ynî tişt bikirana. Kanibin bi kê pê li serî dikin, dipelixînin, ji ortê radikin.

Tirk ku derê bigrin miletê wê derê diqelihînin, miheheq ji ortê radikin.

Xwedê nenûka wan dirêj ne, nikanibin tu carî xwe bixurînin.

Tirk bi qasî Amerîkayê xurt bûna ewê ne Kurdistanê tenê, ewê tevayiya Sûriyê, Îraqê, nîvê Îranê, nîvê Bûlgarîstanê, nîvî Yûnanîstanê, Azerbeycan, Êrmenîstan, teviya Qibrisê û gelek welatên din dagir bikirana û ji welatên dinyayê gişan xûg, bacek mecbûrî bigirtana.

Çend rêz ji bîranînên min -301-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1999-11-23

Min îro ji rojnameya Ozgur Polîtîka ra çîrokeke din jî şand. Dûre jî min  telefon kir, ji bo ku bizanibim hela ka girtine ya na. Min li Bulend pirsî. Kesê bersîv da min, got ”Bulend ne li Ewrûpayê ye, li çiyê ye.”
Ez matmayî mam !
Wê rojê di telefonê da bi min ra peyivî  got navê min Bulent e, di 15ê mehê da jî ji min ra e-mailek şand, îcar çawa li çiyê ye ez nizanim...
Xwezî min paşnavê wî jê pirsî bûya.
Wer xuya dike lawik şandine çiyê. Wek gelekên din ewê jî şehîd bikeve, av û av here. Xortekî pir hurmetkar bû. Bi min ra pir bi hurmet û bi kibarî peyivî.

22 november 2022

Bi van êrîşan Tirkiye dixwaze rê li ber avabûna Kurdistana Mezin bigre

Rojnamevana bi navê Nur Baturê gotiye:

“Artêşa Tirkiyê dixwaze ji sînorê Îranê ber bi Behra Sipî ve, erdnîgariya kurdan û herêmên xweser ên kurdan nebin yek. Bi van operasyonan dixwazin pêşiyê li çêbûna Kurdistana Mezin hebe bigirin.”

Vê rastiyê êdî ne kurd tenê, hukûmet jî, tirk jî dibêjin. Bi dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê û bi van êrîşên ser Kurdistana Rojava yên bênabên dixwazin coxrafiya Kurdistana mezin ji hev qut bikin, ji bo ku rojekê Kurdistaneka mezin çênebe.

Qetilkirina kurdan bi dilê kurdên AKPê ye

Bi sedhezaraan kurd hevalên AKPê ne, gelek wezîr û parlamenterên AKPê kurd in.

Ev çend roj in balafirên Tirkiyê Kurdistana Rovava bombebaran dikin, li Kobanê, li Dêrika Hemko 11 kes kuştin, gelek kes birîndarên giran in. Îro jî Hesekê bombebaran kirine, li vir jî kuştî û birîndar hene.

Her roj Kurdistana Rojava topbaran dikin, çend kurdan dikujin, malên xelkê bi ser serên wan da huldiweşînin. Ji ber ku kurd in vê zulmê li kurdan dikin. Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî ji bo vê dagir kirin. Ji bo ku xelkê Kobanê kurd in dixwazin Kobanê jî dagir bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -300-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1987-11-22

Îro Federasyonê li taxa Akkalayê civînek çêkir. Civîn li ser gelşa zarokan, xortan, jinan û koçberên kurd bû. Erê nav ev bû, lê milet ser her tiştî peyivî.
Kurd bêyî siyasetê nizanin li ser meseleyeke din xweşik bipeyivin.
Dîsa li ser mesela Federasyonê û rêxistinên kurd hat peyivîn; emê gelşên nava Federasyonê çawa kêm bikin, Federasyonê çawa baştir bikin?

21 november 2022

Me dengê xwe li dijî terora Tirkiyê bilind kir


Îro li ber meclîsa Swêd li dijî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û teslîmiyeta Swêd a li hemberî Tirkiyê protestoyek hebû. Ez jî beşdar bûm.
Tirkiye dixwaze Swêd çend kurdan û çend rojnamevan û nivîskarên tirk teslîmî Tirkiyê bikin.

Hukûmet Swêd jî çiva dide xwe, eşkere nabêja na, em merivên siyasî teslîm nakin. Di bin ra bi Tirkiyê ra dixebitin. Di protestoyê da ev durûtî û teslîmiyeta hukûmeta Swêd hat rexnekirin.

Protesto ji alî Kurdo Baksî û Amîna Kakabaveh va hatibû organîzekirin. Protestoyê saet di 18.00a da dest pê kir, di 19.00a da qediye.

Ji nêza gurrî bûne bela xwe di me didin

Her cara tirk topê davêjin, rût û repal dibin, bi parsê dikevin, ji nêza gurrî dibin, bi milyonan bêkar, birçî dimînin bela xwe di me kurdan didin, wek gurên har êrîşî me dikin.

Di sala 1960î da bi hev ketin êrîşî kurdan kirin, di cûnta leşkerî ya1970î da eynî tişt kirin, di sala 1980î da eynî tişt kirin.

Nuha jî eynî tiştî dikin. Dîsa ji birçîna rûviyên wan bi hev zeliqîne, ji nêza gurrî bûne xwe di dîwaran didin. Dewlet bûye rêbir, çetecîtiyê dike. Milet  bêkar e, birçî yê, ji bo ku bala tirkên birçî, bêkar bidin aliyekî din êrîşî kurdên binxetê dikin. Bi bêbextî hin derewan li hev tînin.

Çend rêz ji bîranînên min -299-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1988-11-21

Di şeva Medya Guneşî da di nav me û hevalên PDKê da dilmayin çêbû, çend kesên wan û hevalên KUKê şev terikandin, rabûn çûn.

Di şevê da me di slaytê da rismê gelek serokên kurd nîşan da, yê Mele Mistefa Barzanî nîşan neda. Hevalekî KUKê xwe pir aciz kir, bi çend kesên din ra rabû çû.
Min îro telefonî Kemalê PDKê kir. Kemal berdevkê PDKê yê Stockholmê ye.
Ez pê ra hinekî peyivîm. Min xwest em hedbu bibînin û li ser vê meselê bipeyivin.

20 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -298-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1985-11-20

Li nexweşxaneya Karolînska merasima cenazeyê Semîr(Çetîn Gungor) hat çêkirin. Li ser cenaze berê li ser navê Federasyonê Sidîq Bozarslan peyivî.
Got: "Semîr ji alî PKKê va hat kuştin û ev ne qetla wan a nuh e. Hevalê Pêşengê Mistefa Tanguner li Danîmarkayê kuştin. Wek Federasyon em van herdu cînayetên PKKê mahkûm dikin."

Balafirên Tirkiyê dîsa bombe bi ser serên kurdan da barandine

Balafirên Tirkiyê do bi şev ji Kobanê bigre heta bi Silêmaniyê û Qndîlê gelek derên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr bombebaran kirine. Di êrîşê herî kêm 30 kes hatine kuştin. 15 jê kesên siwîl in. Di nav kuştiyan da leşkerên Sûriyê jî hene.

Rejîma Tirkiyê ya faşîst har bûye, dixwaze Kurdistana Rojava û Başûr  ji kurdan paqij bike, vî çelê zivistanê bi milyonan kurdî ji welatê wan, ji gund û bajarên derxîne. Tiştên anîn serê êrmeniyan bînin serê kurdan jî.

Wer xuya dike serokê Tirkiyê Erdogan ji Pûtîn û ji Amerîkayê destûra qetlîam û tehcîra miletê kurd girtiye.

Heger Rûsyayê saha hewa ji balafirên Tirkiyê ra venekira, nikanîbûn kobanê bombebaran bikin. 

19 november 2022

Kekê Salih Şahîn jî xatir ji me xwest

Av. Salih Şahîn

Kurdperwerê hêja, fedekar, dildarê kurd û Kurdistanê kekê Salih Şahîn sê roj berê ji dinyayê û ji me, ji hevalên xwe yên micadelê xwatir xwest.

Rahma Xwedê lê be, gorra wî bihuşt be. Serê malbat û zarokên wî sax be.

Çend bîranînên min bi kekê Salih Şahîn ra.

Kekê Salih Şahîn hevalê bavê min ê rahmetî bû, di nabêna 1961-1970î ew û bavê min bi hev ra di TÎPê da xebetîbûn. Min ev yek nizanîbû.

Çend teşbîhên li ser dev

Xanimê di telewîzyonê da li programa Robînson temaşe dikir. Di programê da keçikekê zimandirêjî kir, zêde dev avêt ji xelkê ji yên din da. Xanim jê aciz bû,  ji keçikekê ra got "devgalika heram"!

Bi vê minasebetê çand navên em li dev dikin hatin bîra min. Li ba me nav û nîşokan pir li hev dikin, lê ilim jî jin zêde navan li hev dikin. Çend navên li dev dikin:

Çend rêz ji bîranînên min -297-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-11-19

Federasyona Komeleyên Kurdistanê ji bo Kurdistana Başûr li aşxaneyekê civînek çêkir. Ez jî hatibûm ezimandin. Şeveke xweş bû, kurdan bi hev ra xwarin, sohbet kirin.

Piştî xwarinê ez û Remzî Kerîm bi Cewer Namiq ra çûn otêla lê dime(Radîsson), me bi wî ra û bi parlamenterê asûrî ra ji bo Armancê hevpeyvînek çêkir.

PARVE BIKE