12 mars 2026

Dûran Kalkan li dijî azadbûna miletê kurd e û viya jî eşkere dibêje

Berpirsiyarê PKK´ê Duran Kalkan, Îranê, rejîma meleyên qatilên bi hezaran kurdî, dewleta dagirker diparêze, dibêje gerek kurd xwe ji fikrê miletperweriyê, daxwaza dewletê dûr bigirin:

“Temîya me li partiyên Kurdistana Rojhilat, dibê xwe ji meylên daxwaza dewleta netewî, nasyonalîmê dûr xînin. Em ferz bikin hêzên êrîşkar, Amerîka, Îsraîl qezenc kirin. Ewê çi were guhertin? Serdariya Amerîka û Îsraîlê ewê têkeve dewsa serdariya Îranê…”

Hespê mirî

Teoriya hespê mirî metaforeke rexneyî, hicîvî ye. Di tîcaretê da, di siyasetê da tê bikaranîn.
Dema rêxistin, şîrket, însan rastiyê qebûl nekin, di proje, metod û siyaseta xwe ya berê hatiye ceribandin û tîkçûye da israr dikin, dev ji siyaseta xwe ya têkçûyî, ji serokê xwe yê biserneketî bernadin, metafora hespê mirî tê bikaranîn.

Heger hespê tu lê siwarî bimre ya rast dibê tu jê peyabî û ji xwe ra hespekî din peyda bikî.

11 mars 2026

Kî ji me ra baş be dibê em pê ra hevkariyê bikin

Van rojan, rast, çep û dîndarên tirkan gişan qela xwe kirine yek, giş bi hev ra dibêjin gerek kurdên Kurdistana Rojhilat nebin hevalên Amerîkayê û Îsraîl. Gerek kurd nebin heval û leşkerên dewletên emperyalîst.
Ew di NATO´yê da bûne hevalên emperyalîstan xweş e, baş e. Lê dibê kurd nebin. Ji bo ku hevaltiya Amerîkayê, emperyalîstan ji wan tenê ra bimîne... 

10 mars 2026

Şiîra te ewê li asîmanê edebîyata kurdî tim bibriqe


Ehmed Huseynî, dildarê şiîrê îro ji me û ji dinyayê xatir xwest, şiîra kurmancî sêwî û hustuxwar hîşt û çû gerdûneke din, mala xwe ya ebedî.

Bi wefata şairê dilzîz pir xemgîn im. Em dost û hevalên wî, emê wî tim bi hezkirineke kûr bibîr bînin.
Evîndarekî peyva xweş, peyva bedew, kurmacîya şîrîn bû. Kurmancî li ber dilê wî pir şîrîn, pir lezîz bû. 

Ne em tenê, şiîra kurmancî jî ewê pir bîriya wî bike. Çimkî hosteyekî wî, dildarekî wê kêm bû.

Yên kurd kirine xulam û leşkerên xwe ne Donald Trump e, tirk in


Serokê Hudaparê Zekerîya Yapicioglu ji serokê Amerîkayê Donald Trump ra gotiye:

”Kurd ne xulamên bavê te ne, ne jî hêza te ya bejayiyê ne.”
Donald Trump ji kurdan ra ne gotiye bibin xulamên min, ne jî xwestiye kurd bibin leşkerên wî.
 
Tirkan sed sal e him kurd kirine xulamên xwe, him jî bi darê zorê kirine leşkerên xwe û li hemberî kurdên xulamtiya tirkan qebûl nakin bi kar tînin..

09 mars 2026

Gelo AI ewê dawiya nivîskaran bîne?


Min do derengê şevê di telewîzyona Swêd da bîstekê li belgefîlmeke(dokumenterke)li ser pêşketina AI(Jîriya Dijîtal) temaşe kir. Aqilê min sekinî, devê min ji hev çû.

Min nizanîbû AI di gelek waran ketiye dewsa însên, hin karan eynî wek însên dike, heta jê baştir jî dike.
Erê AI berhemeke însên e, lê di gelek waran da însan li dû xwe hîştiye. Karê însan nikane bi mehan, bi salan biqedîne, ew di nava çend sanîyeyan, çend deqîqeyan da diqedîne.
Mesela AI bûye nivîskar jî, romanan, çîrokan, şiîran dinivîsîne, sitranan çêdike. Û meriv nikane wan ji yên însên bigerîne.

08 mars 2026

Xerîteya Kurdistanê tirk pir hêrs kirin !


Ji ber ku CNN Internationalê di weşanaka xwe da, di vîdeoyekê da xerîta Kurdistanê nîşan daye berpirsiyarên Tirkiyê pir hêrs bûne, CNN International pir sert rexne kirine, gotine vê xerîteyê zû rakin. Li gorî wan xerîteya CNN Internationalê nîşan daye, "rastiya civakî ya herêmê berevajî dike."

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê gotiye: 

"Em li bendene CNN International di weşan û platformên xwe yên dîjîtal da ji nexşe(xerîte) û dîmenên xapînok dûr bisekine.

07 mars 2026

Îro kêfa xwendevanan pir ji nivîsa min ra hatiye

Wey sed carî maşela, dîtina vê jimarê jî (11754)bû nesîbê min.

19 sal in bloger im cara pêşî ye jimara serdana, tikandina bloga min dibe 11754. Heta nuha hin rojan bi ser 5 hezarî ketiye, lê tu carî bi ser 10 hezaran nekrtibû. Şikir wa ye min ev reqem jî dît.

Dîyar e kêfa milet ji rexnekirina min a Mehmet Metîner ra hatiye. Gava rexne di cî da be kêfa însanan jê ra tê. 

Mehmet Metîner yekî pir zimandirêj e, çimkî ji hevalbendiya xwe ya bi dijmin ra şerm nake...

Rûreşiya herî mezin hevalbendiya dewleta dagirker e

Mehmet Metîner ji tirsa ruhê xwe, ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bike, xwe antî Amerîka û antî Îsraîl nîşan daye, gotiye:

”Emê tu carî nebin kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz. Emê kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparz jî ji xwe nehesibînin.”

Ew bi xwe ji tirsa ruhê xwe bûye pantirkîst, dixwaze kurd giş wek wî bibin tirkçî û tirkparêz.

Kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz tunene, lê hebin jî sed qatî ji kurdên tirkçî, pantirkîst baştir in, qenekê ne hevalên dagirkerên welatê xwe ne.

06 mars 2026

Ji tirsa kurdên bibin xwedî dewlet tirk şepleyî bûne


Li gorî xebereke di medyaya sosyal da belav bûye, serokê PDK-Îranê Mistefa Hicrî li ser vexwendina wezareta karên derve ya Amerîkayê çûye Washingtonê.

Bi îhtîmaleke mezin xeber rast e. Çimkî çend roj berê Donald Trump telefonî Mistefa Hicrî kiribû.
Rejîma meleyên faşîst ewê bikeve, Amerîka haziriya alternatîva rejîmê dike.

Kurd ne zarok in nayên lîstika kesî !

Wer xuya dike Amerîka û Îsraîl ewê şerê li hemberî Îranê bidomînin; ewê bi rejîma meleyan ra li hev nekin.
Ji êrîşê wan ên bênabên meriv wer fêm dike. Dixwazin bi êrîşên hewayî rejîmî mecbûrî revê, teslîmbûnê bikin. Midaxeleyeke leşkerî ya bejayî nuha xuya nake, bêtir ji hewa, bi balafiran, bi fuzeyan lêdixin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, "Îran lihevkirinê dixwaze, lê em şer dixwzin." Yanî şer heta Komara Îslamî ya meleyên qatil birûxe ewê dom bike.

05 mars 2026

Balkona me bûye ciyê tahtîla min

Du roj in bihar hatiye Stockholmê, 10 derece germ e. Rojê daye balkona(şaneşîna) me. Ne hewceye meriv dûr here, here welatên dûr ji bo ku xwe bide ber tavê.

Balkona me ji peravên deryayê germtir û xweştir e. Ji danê nîvro, heta danê êvarî roj wer tê da ye.
Min xwe tazî kir û da ber rojê. Ez şewitîm, min panjur kişand û bazda hundur.
Min got bîstekî ez ji xwendina xeberên şer û mirinê dûr kevim, hinekî bîna xwe, westa xwe bigirim.

Ebas Eraqçî xwe avêtiye dexlê srokên kurd


Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî telefonî serokê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û serokê YNK´ê Bafil Talabanî kiriye.

Di xeberê da li ser naveroka axaftinên wan agahiyek tune ye. Tenê dibêje li sr şer û ewlehiya sînoran peyivîne.

Ebas Eraqçî miheqeq him şalûzî kiriye, gotiye em "birayên" hev in, di rojên wiha da gerek hûn ji para me xencer nekin, him jî gef li kurdan xwariye, gotiye gerek hûn alîkariya Amerîkayê nekin.

Tifaqa kurdan dijminên me bizandin


Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê biryar daye tevî Hevpeymaniya Kurdistanê bibe.

Biryareke pir baş dane, pir kêfxweş bûm. Dibê tu hêzeke kurd li derveyî Cepheya Kurdistanî nemîne.

Serokê Komelayê Abdullah Mohtadî merivekî jîr û zana ye. Di demên wiha da gerek siyasetmedarên wek Abdullah Mohtadî bi partiyên din ra di nava tifaq û xebatê da be.

04 mars 2026

Donald Trump telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye


Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî axaftina bi Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî ra telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye, gotiye dibê kurdên Îranê yekgirtî bin, emê bi we re hevkariyê bikin.

Serokê Amerîkayê, dewleta dinyayê ya herî xurt telefonî serokê hêzeke pêşmerge dike, dibêje em dixwazin bi we ra hevkariyê bikin.
Ev ne tiştekî hindik e, ji bo hemû kurdan pêşketin û qezenceke pir mezin e...
Helbet Donald Trump ji bo berjewendiyên xwe viya dike, di vê da şik tune ye. Li gel vê jî him ji bo kurdên Îranê, him jî ji bo tevahiya kurdan serketineke mezin e.

03 mars 2026

Reza Pehlewî peyamek şand ji kurdan û azerîyan ra


Lawê Şahê Îranê Reza Pehlewî, bi du beyanan xîtabî kurd û azerîyen kiriye, bi hin demagojiyan xwestiye kurd û azerî piştgiriya wî bikin. 

Gotiye, ewê Îraneka azad, demokratîk ava bike, ewê dîn û dewletê ji hev cuda bike, ewê cudahiyê nexîne nabêna tu gelan, her kesê azad û bi nasnameya xwe bijî.

Lê qala dana mafên netewî, federasyonê, otonomiyê nekiriye, wek tirkan wî jî gotiye dibê em yekîtiya xwe biparêzin, em bi hev ra Îraneka azad, demokratîk ava bikin.

Meleyên Îranê teslîm nabin lê vê carê xelasîya wan tune ye

Tiştê ji şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê xuya dike, mele teslîm nabin, şer belkî mehekê, du mehan dom bike.

Di nava vê demê da ewê komara meleyan baş basko bikin, ewê artêşa Îranê, hemû sîlehên talûke îmha bikin.
Serokên mane jî ewê hêdî hêdî bikujin û yên din jî ji milet ra bihêlin.
Nuha operasyoneke leşkerî ji reşayiyê xuya nake, ewê tim ji hewa lêxin. Amerîka dixwaze milet serî hilde, bingeha wê amade dike. Dibê kurd nuha xwe tevî şer nekin, hîn zû ye.

02 mars 2026

Kî li dagirkerên welatê me xîne ji bo me baş e


DEM Partiyê do daxuyaniyek daye, ew jî li dijî êrîşên ser Îranê derketiye, gotiye:

”Li Îranê ne li dû azadiyê û demokrasîyê ne, dixwazin dûzaneke ji bo xwe ne talûke ava bikin.
Rejîma Îranê ne bi dîzaynên derve, bi îradeya gelan a mişterek diguhere, ev mimkûn e, emê bi berdewamî viya biparêzin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li dijî êrîşên Îsraîl û Amerîka yên ser Îranê derketiye, wî jî gotiye:

”Em ne bi sîstema ceberrût a Îranê(ya kurdan û mixalifan îdam dike)ra ne, ne jî bi midaxeleyên derve ra ne. Em bi gelên li Îranê yên li hemberî zulmê li ber xwe dindin ra ne.”

01 mars 2026

Elî Xamineyî hat kuştin, nuha ewê çi bibe?


Îranê kuştina Elî Xamineyî qebûl kiriye. Îsraîl tam li çaviyê xist, agahiya wan rast derket. Xamineyî û gelek keftarên din pê ra şandin ba Xumeynî. Pir baş bû.

Lê nuha ya muhîm, komara meleyên qatil ewê teslîm bibe ya na?
Teslîm bibe kî ewê were dewsê?
Teslîm nebin, çend rojan li ber xwe bidin şer ewê çiqasî dom bike?
Ez dibêjim ewê teslîm nebin, çimkî zanin ewê çi were serê wan. Miletê gişan bi diranan perçe bikin.

28 februari 2026

Amerîka û Îsraîl bi hev ra li Îranê xistin

Amerîka û Îsraîl li Îranê xistin. Li Tehranê navenda serokê Îranê Ayetulah Alî Xameynî bombebaran kirine. Dûxan ji avahiyê bilind dibe.

Îranê jî çend fuze afêtine ji Îsraîl, Urdun, Siûdî, ji baragehên Amerîka yên li Qeterê û Hewlêrê da. Di heqê zirar û ziyanê da agahiyên resmî tune ne. Îran dibêje wan gelek leşkerên amerîkî kuştine, lê vir e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, wan dest bi êrîşeke mezin kiriye, hedev guhertina rejîmê ye. Ev hedef baş e.

Fûad Kavê PKKyîyê destpêkê dibêje gerek kurd nebêjin em miletekî cihê ne


Kadirê PKK´ê yê destpêkê Fuad Kav, di Moz TV da gotiye:

"Dibê meriv guh nede kesên dibêjin, em miletekî cihê ne, em gelekî cihê ne, erdê me cihê ye, ava me cihê ye, daristanên me cihê ne; yên Tirkiyê cihê ne. Biratiya gelan nabe, biratiya tirk û kurdan nabe.”

Maneya van gotinê wî qebûlkirina tirkbûnê û înkara Kurdistanê ye.

Mêrik bi xwe dev ji hebûna Kurdistanê û kurdbûna xwe berdaye, amadeya nebêje ez kurd im, dixwaze kurdên din jî nebêjin em kurd in, nebêjin em miletekî cihê ne, nebêjin welatê me cihê ye.

27 februari 2026

Mirinê îro jî Mihemedê Xerzo ji nav me bir


Mirinê îro li deriyê hevalê minê xortaniyê, kurdperwerê hêja Mihemedê Xerzo xistiye, ew ji me sitendiye.
Pir xemgîn im...
Nuha, gava di Facebookê da min xebera wefata hevalê xwe yê xortaniyê Mihemedê Xerzo (Mihemed Vûral) xwend ez di ciyê xwe da tevizîm. Min nexwest xeber rast be.
Min nizanîbû Mihemed giran nexweş e.

Kurd ewê çawa ji bin vê hîpnotîzmayê derkevin?

Hevalê pîs riya xerab bi meriv dixîne. Serokê xerab meriv xeyalşikestî dike.
Heger tu naxwazî xeyalşikestî û poşman bibî serok û partîya tu didî dû pir bi diqît hilbijêre, ji bo ku tu dû ra xeyalşikestî nebî.
Gelek însan hene, serokê dane dû wî, jê ra bûne murîd çi felaketê tîne serê wan û miletê wan jî dev jê bernadin.

Bawerî dibê te neke murîdê tu kesî. Murîd li hemberî murşîdê xwe bêîrade ye, wek meytekî ye.

26 februari 2026

Derziya bapêşê jî pere nekir

Îşev destê sibê xew li min gerîya, du seetan zûtir, berbanga sibê şiyar bûm. Bi bapêşê ketime, pozê min xetimîye, bi rehetî nikanim bîna xwe bigrim û berdim.
Xanim berî min nexweş bû, vîrusa wê di min gerîya. Nuha em herdu nexweş in, lê em ne nexweşên nav nivînan in.

Yanî em ne tam baş in, ne jî tam nexweş in; îdare ye. Ew ji min baştir e, halê min ji yê wê xerabtir e.

25 februari 2026

Erdogan gotiye piştî Tirkiya bêteror, dorê were ser herêma bêteror !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hedefa xwe ya piştî ”Tirkiye bêteror” eşkere kiriye, gotiye:

"Nuha qonaxa nû ya pêvajoyê ewê dest pê bike. Emê vê qonaxê jî bi aramî û bi nermî bimeşînin. Pêşî Tirkiyeya Bêteror, paşê jî emê bigihîjin armanca xwe ya herêma bêteror."

We fahm kir mêrik çi dibêje, bi "herêma bêteror" ço qest dike?
Qesta wî xerakirina hukûmeta Kurdistana Rojava ye.

Mêrik dibêje, me îşê PKK´ê, DEM Partiyê qedand. Nuha jî dora Kurdistana Rojava ye.

Kurdan navê pîlot kirine BALAFIRAJO !

Rûdaw dev ji çêkirina, ji îmalata gotinên naylon bernade.

Balafireke Tirkiyê di nabêna Îzmîrê û Stenbolê da ketiye, pîkot miriye. Rûdawê gotiye ”balafirajo” miriye.
Navê pîlot bûye ”balafirajo” !
Bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanyolî, swêdî ji pîlot ra dibêjin pîlot.
Hin nav, substantîv hene her kes wî navî bi kar tîne.

Lê Rûdaw û hin kurdên nuhpêketî, yên bûne profesorên kurmancî viya qebûl nakin, wek fabrîqa peyvan, wek dezgeha zimanê kurdî dixebin.

24 februari 2026

Dewleta tirk PKK nexapandiye

Hevalekî PKK´ê, Partiya DEM´ê bi navê Adem, ji nav û naveroka rapora Momîsyona Meclîsa Tirkiyê pir aciz bûye, bi hêrs, bi xeyalşikestî îmzekirina raporê ji alî Partiya DEM´ê rexne kiriye, gotiye, Partiya DEM´ê him ray daye Rapora Komîsyona Meclîsê, him jî rexne dike.
Di raporê da tiştekî ji bo kurdan tune ye. Meriv raporeke wiha îmze nake. Lê we îmze kir.
Madem hûn raporê baş nabînin, dibêjin tê da perwerdeya bi kurdî tune ye, navê wê gerek ne wiha be, filan û bîvan. Baş e, we çima raya erê da raporê? We raya red bidayê!

23 februari 2026

PKK micadela kurdan a azadiyê ji xwe dide destpêkirin

Kesên Apocî, PKK micadela kurdan a ji bo azadî û serxwebûnê ji xwe, bi micadela xwe didin destpêkirin.
Li gorî hevalên PKK´ê berî PKK´ê tiştekî kurdan li fêzê tunebû. Ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo zimanê kurdî kesî kar û xebatek nekiriye. Her tiştê îro heye giş berhemên PKK´ê ne, bi xebata PKK´ê hatiye bidestxistin. Keda tu kesî, tu hêzê di van tiştên heyî da tune ye. Kurd wek kerîyek pezê bêşivan bûne, Evdila Ocalan, PKK´ê ew ji keriyê guran xeles kirine.
Di platforma X´ê da hevalekî PKK´ê bi naznavê #ElSenor,  #NecatZanyar
rexne kiriye, gotiye:

22 februari 2026

Li Kurdistana Başûr vê carê jî asîmîlasyona îngilîzî dest pê kiriye


Zimanzan Dr. Emîn Ebdulqadir di malpera Rûdawê da gotiye, her 
çiqas li Kurdistana Başûr zimanê kurdî di asteka baş da be jî metirsiyeke nuh li ser kurdî peyda bûye. Ew jî zimanê înglîzî ye.

Zimanzan(fîlolog)Dr. Emîn Ebdulqadir gotiye, ”gelek malbatên rewşenbîr, birêvebir û dewlemend li malê bi zarokên xwe ra bi Îngilîzî dipeyivin.

Zarok li parkan di dema lîstikan da bi Îngilîzî bi hev ra dipeyivin. Ev yek dibe sedemê zimanê dayîkê bibe zimanê duyem, an jî yê sêyem.”

21 februari 2026

Pîrozkirin tenê têrê nake

Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî ji sala 1999´a vir da ye her sal di 21ê sibatê da li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. 

Wek her miletî em kurd jî vê roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz dikin.
Pîrozkirin baş e, meriv girîngiya zimanê xwe bibîra însanan, civatê dixîne.  Pîrozkirin baş e, lê ew me xelas nake.
Dibê em zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, dibê em ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin, xebatên xwe bi kurdî bikin. Zimanê me yê malê û bazarê dibê miheqeq kurdî be.

20 februari 2026

"Sifra Gel" tesîreke nebaş li şexsîyeta însên dike


Belediya Wêranşarê li çend ciyan ”Sifra Gel” danîye, xwarina fitarê belaş dide xelkê. Qey ewê mehekê dom bike.

Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî belediye di meha Remezanê da eynî tiştî dikin.
Civata me, kultura me, exlaqê me yê civakî pir guherîye, însan êdî ne motaj bin jî xwarina belaş dixun, xêratê, alîkariya belediyê normal dibînin. Dewlet jî viya teşwîq dike, milet fêrî destvegirtinê dike.

Berê belediyê di meha remezanê da xwarina belaş nedida, tiştekî bi navê ”sifra gel” tunebû.

19 februari 2026

Belediyên DEM Partiyê guh nedane kurdî


DEM Partiyê berî hilbijartinên 31ê adara 2024´a soza "beledîyên pirzimanî", xizmetguzariya bi kurdî dabû milet.

Lê beledîyên DEM Partiyê piştî hilbijartinan ev soza xwe ji bîr kirine. Li gorî rapora MA´yê ji 62 belediyên DEM Partiyê 9 belediye tenê xizmetê bi du zimanan, kurdî û tirkî dike. Malperên 46 beledîyeyên din ne duzimanî, tenê bi tirkî ne.

Dema nîvê(belkî hîn jî zêdetir) parlamenterên partiyekê tirk bin helbet belediyên wê ewê giraniyê nedin kurdî.

Ma hûnê kînga li hev bikin û meclîsa Kurdistanê vekin?

Sal û nvîvek di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye hîn jî deriyê meclîsê girtiye û hukûmet çênebûye.

Li ser namzedê serokatiya Îraqê jî li hev nakin; PDK dibêje bira ji min ra be, YNK dibêje na ev heqê min e.
Ji bo ku PDK û YNK pêşmergeyên xwe bikin yek, hukûmetê ava bikin du sal in Amerîka bi serokên PDK´ê û YNK´ê ra civînan çê dike, zextê dide ser wan, dibêje hêzên xwe bikin yek, hukûmetên xwe bikin ye. Lê nakin...
Dibê kurd li Hewlêrê û li Silêmaniyê dakevin kolanan û PDK´ê û YNK´ê protesto bikin, vekirina meclîsê bixwazin.

18 februari 2026

Sabahat Tuncel ji pêşketina miletperweriya kurdî di nav xortan da pir nerehet û bi tirs e

Hevseroka HDP´ê ya berê Sabata Tuncelê gotiye di nava ciwanên kurdan da pêleke miletperweriyê (nasyonalîzmê, mîlîyetçî) xurt dibe. Ev pêla miletperweriyê bi riya medyaya dijîtal tê meşndin.

Sabahat xanim ji miletperweriya kurdan pir aciz û nerehet e, tirsa dilê xwe daye der, gotiye:
”Di nava kurdan da pêleke miletperwer(mîlîyetçî)heye. Di nava xortan da gotûbêjeke wiha heye. Merkezên tesîrê li vê dikin hene. Merkezên pir xurt hene, ez wiha difikirim.

17 februari 2026

Tirkiye bi hemû dem û dezgehên xwe bûye dewleteke antî kurd !


Li Tikriyê, li bajarê Îzmîrê keçeke kurd a 16 salî bi navê A.K  ji bo ku guliyê xwe hûnaye û vîdeoya hûnana gulîyê xwe/kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye hatiye girtin.

Dadgehê zaroka 16 salî, ji ber ku vîdeoya hûnana gulîyê xwe, kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye keçik sûcadar dîtiye û tewqîf kiriye.

Li gorî mahkima tirk û edeleta tirkan ereb keçên kurd bikujin, guliyên wan jêkin jî dibê kurd wahşeta wan protesto nekin, heger bikin sûc e, piştgiriya terorîzmê ye.

16 februari 2026

Îro rojê bedena min germ û nerm kir

Îro li Stockholmê him pir sar e, him jî rojeke xweş a bi tîn heye. Di meşê da sê, caran sekinîm, min kumê serê xwe danî, wek swêdî dikin, min jî çavên xwe girtin, xwe da ber rojê. 

Tîrêjên rojê bedena min nerm û germ kir. Do jî wek îro roj pir xweş bû…

Di rojên wiha xweş da swêdî derdikevin derve, dimeşin, ba didin, kûçikên xwe digerînin, xwe dididin ber tavê.

Îro jî li der ve pir bûn. Gava roj xweş be gewzê wan xweş dibe, rûken dibin.

Hin şiîr hene gerek bi kurdî jî hebin

Ev şiîra bi navê ”Berdana Bi Şert” ya xwarziyê min, neviyê meta min Alî Varol e. Pir kêfa min jê ra hat, min ji tirkî wergerand. Hin şiîr hene gerek bi kurmancî jî hebin. Ev şiîr jî yeka ji wan e.
Berê jî min çend şiîrên wî wergerandine.

Berdana Bi Şert, şiîreke pir xweṣ, xurt e û pir jî xembar e. Halê em tê da ne, êş û psikolojiya însanên me bi metaforên xurt, bi tesîr û di cî da raxistiye ber çavên xwendevanan.

15 februari 2026

Marco Rubîo: Ordî ji bo miletekî şer dikin !


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio, do di axaftina xwe ya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da tiştekî pir muhîm, tarîxî got:

”Ordî ji bo gotinên abstrakt(muceret, soyut)şer nakin. Ordî ji bona gel şer dikin. Ordî ji bona miletekî şer dikin. Ordî ji bona şiklê jiyanekê şer dikin û em jî viya diparêzin.”

Ev gotinên Marco Rubîo yên tarîxî, sedîsed rast e, dibê ji bo me kurdan jî wisa be.

Tirk ji qahra sempatiya ji kurdan ra dikin biteqin


Min di nivîsa xwe ya do da jî got, kurdan di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da Erdogan û Hakan Fîdan neqawt kirin.
Ji ber beşdariya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê, Erdogan Konferansa Munîhê boykot kir, ji Tirkiyê kes beşdarî konferansê nebû.
Bi vê netîcê xuya bû Almanyayê guh nedaye rica û gefên Erdogan û Mezlûm Ebdî vexwendiye konferansê.
Lê ne ev tenê, wezîrê karên derve yê Sûriyê Eshed Şeybanî jî guh nedaye Erdogan, bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmmed xanimê ra beşdarî Konferansa Munîhê bû.

14 februari 2026

Kurd çima dibin hevalên kesên wiha aqilê meriv nagire !

Endamê komîta merkezî ya PKK´ê Dûran Kalkan bala tirkan kişandiye ser talûkeya çêbûna dewleteke kurdî, gotiye:

”Dibê her kes baştir bibîne, baştir fêm bike, ewê bedelên hîn girantir bi Tirkiyê bidin dayin. Sevra duyem tê, zextê didin ser Îranê, li Îranê hin tişt dibin, dibê Tirkiye viya bibîne.”

Mêrik eşkere dibêje Sevra duyem di rêda ye, yanî Amerîka, Xerb dixwazin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, dibê tirk vê talûkê bibînin û tedbîrê bigirin.

Kurdan tirk neqawt kirin û avêtin derî rîngê


Mezlûm Ebdîyê Tirkiyê ew ”terorîst” îlan kiriye, lêdigere, bû sitêrka Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di konferansê da bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio û bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ra hatin ba hev. Mezlûm Ebdî goriye civîna bi Marco Rubio ra berhemdar derbas bûye.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bêyî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio ra, bi serokê Fransayê Macron ra û gelek lîderên din ra jî hevdîtin kirin û ewê bikin.

13 februari 2026

Beşdariya serokên kurd a Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê fersendeke tarîxî ye


Serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî û berdevka PYDê ya têkiliyên derve Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya li Munîhê dibin. Ji bo ku daxwaza miletê xwe bigihînin dinyayê Konferansa Munîhê platformeke pir muhîm e. Ji bo kurdan jî fersendeke tarîxî ye.

Şalê vê îmkanê baş bi kar bînin.

Lê ditirsim ji bo azadîya kurdan federasyonê, otonomiyê, tiştekî cidî nexwazin, dîsa neqarata ”biratiya gelan, demokrasiyê” filan û bîvan dubare bikin.

Bijî Kurdistana Rojava

Du roj berê li Parlamentoya Ewrûpayê li ser Sûriyê û rewşa kurdan civîneke muhîm çêbû, li ser kurdan axaftinên piştgiriyê, dilşewat hatin kirin.
Parlamenteran di gotarên xwe da bala rejîma îslamî kişandin. Gotin çavên me li ser we ye, em qebûl nakin hukûmeta Colanî zulmê li kurdan û li gurûb û miletên din bike.

Bi kurtî gelek tiştên di lehê kurdan da gotin û hin biryarên baş girtin. Meriv kane bibêje di gotinê da tiştên di lehê kurdan da gotin, biryarên baş girtin.

12 februari 2026

Ez vê bandrola Seddam Husên û herdu alan diyarî Hêzên Hevpeyman dikim


Reqaya kurdan ji çeteyên Daîşê paqij kir, Qerqaya kurdan di şerê li hemberî Daîşê da bi sedan şehîd tê dan, dîsa bûye bajarê Daîşê û dildarên Seddam Husênê qatilê Helebçeyê.

Tirkiye, Amerîka, Hêzên Hevpeyman, Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Reqa dîsa bibe merkeza terorîstên Daîşê piştgirî dan Ehmed el Şara Colanî.

Amerîka kurdan mecbûrî jiyana bi van celadan ra dike.

Ez vî rismî diyarê tirkan, Donald Trump, Hêzên Hevbpeyman û Yekîtiya Ewrûpayê dikim.

Kurd û medya kurdî gerek ji Kurdistana Rojava ra nebêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"

Apociyan, PKK´ê, PYD´ê, HSD´ê navê Kurdistana Rojava kirin "ROJAVA, bakurê rojhilatê Sûriyê", kurdan jî, medyaya kurdî jî ev sansora wan qebûl kir û Kurdistan çû, ma "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!

Êdî ewrûpî jî di axaftinên xwe da, di beyan û medya xwe da ji Kurdistana Rojava ra dibêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!
Sûcarên vê sansora navê Kurdistanê PYD´ye, HSD´ye, apocî ne, kurd in.
Mesela Rûdaw jî di weşanên xwe da gelek caran ya dibêje, ”Rojava” ya jî ”bakurê rojhilatê Sûriyê.”
Parlamenterên DEM Partiyê gişk dibêjin "Rojava"!
Kurdistan çû, ma Rojava ! Tirk û ereb jî viya dixwazin.

11 februari 2026

Me îro xatir ji seyda Mihemed Emîn Bozarslan xwest


Şîna seyda Mihemed Emîn Bozarslan îro li Swêd, li bajarê Uppsalayê hat danîn. Ez û hevalê xwe yê wefadar Abid Dundar bi hev ra çûn.

Pir qelebalix bû, li ciyê şînê cî tunebû. Lema însan zû radibûn. Ji Kurdistannê, ji welatên din, ji gelek bajarên Swêd dost, meriv û hezkriyên seydayê hêja hatibûn şînê.

Seyda Mihemed Emîn di dilê her kurdî da, her kurdê da ciyekî wî yê pir mustesna heye. Ez kanim bi rehetî bibêjim kurdê ji wî hez nekike, kurdê hurmeteke mezin nîşanî wî nede tune ye.

Serokê HAMASê Xalid Meşal jî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan da !


Serokê HAMAS´ê Xalid Meşal neyartiya xwe ya bi kurdan ra daye der, gotiye, ”micadela kurdan projeyeke Îsraîl e, nasnameya Sûriyê ya erebî xeta me ya sor e.”

Berî her tiştî alîkariya Îsraîl ne sûc e, ne jî qebhet e, xwezî Îsraîl alîkariya me kiriba. Lê heta nuha nekiriye. 

Xalid Meşal viya baş zane, lê ji ber ku neyarê miletê kurd e ruyê xwe reş kiriye, ev buhtan li kurdan kiriye.

10 februari 2026

Rica min ji we navê Kurdistanê nekin ROJAVA !

Tirk ji bo ku navê Kurdistanê negrin devê xwe, ji Kurdistanê ra gotin ”Rojhilat, Başûrê Rojhilat…”

Yanî Kurdistan kirin ”Rojhilat û Başûrê Rojhilatê” Tirkiyê.
Hin siyasetmedar, rojnamevan, hin welatparên me jî ji Kurdistana Rojava ra bi israr dibêjin "Rojava" ! Birayên ezîz, çima hûn navê Kurdistanê SANSOR dikin ? We navê Kurdistanê kiriye "Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat" !
Sansora navê Kurdistanê ne rast e, dibê hûn bibêjin "Kurdistana Rojava."
Navê welatê xwe sansor mekin !

09 februari 2026

Seydayê Mihemed Emîn Bozarslan wefat kir


Min bi xemgîniyeke mezin bihîst seydayê hêja, dildarê kurd û Kurdistanê, xebatkarê zimanê kurdî yê bêhempa M. Emin Bozarslan li Swêd, li bajarê Uppsalayê wefat kiriye. 

Bira serê zarokên wî, malbata wî û yê miletê kurd sax be.
Miletê kurd kurdperwerekî mezin, lêkolîner, werger, zimanzan û xebatkarekî edebîyat û zimanê kurdî yê mezin wenda kir. Seydayê M. Emîn Bozarslan lêkolînerekî, wergerekî, nivîskarekî pir îstîsna bû.
Seyda M. Emîn Bozarslan merivekî pir bi dûzan, bi pilan û program, di xebata xwe da bi îstîkrar bû. Planên wî yên 5 salî, 10 salî, 20 salî hebûn.

Berf û serma îsal baş cî li xwe xweş kiriye

Îsal zivistana Swêd a van herdu mehên salê ên pêşîn pir kişand. Ji serê salê da ye berf  li erdê ye, sermayeke pir heye. Li gorî texmîna meteorologan serma, berf heta dawiya sibatê ewê dom bike.

Stockholm dîsa baş e, serma vêsê 11-12 derece di binê sifirê da bû, nuha -5C derece ye.
Bakurê Swêd pir sar e, milet perîşan e, her roj herî kêm 20 derece sar e. Meteorolog dibêjin ji 130 salî vir da ye cara pêşî ye ev herdu mehên pêşî yên salê bênabên hewqasî sar dibin.

08 februari 2026

Rismekî 50 sal berê


Emer Farûk Baran bîstek berê ev rismê minî 50 sal berê ji min ra şand.

Risim(fotograf)li Swêregê, li Qahwa Qoço hatiye girtin. Xwezî min navê hevalan gişan bizanîbûya. Yên wan nas dikin kanin navên wan binivîsin.
Xatirayeke pir xweş e, vê sibê, di van rojên xembar da gelkî dilşa bûm.
Mala camêr ava be. Emer Faruk Baran tim tiştên xweş dibîne, tiştên baş dike.

Sebebê em nikanin komyonên alîkariyê ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin bindestîya me ye

Kobanê sê hefte ne di dorpêça çeteyên hukûmeta Colanî da ye. Bi hezaran însan ji gundan ji ber êrîşên çeteyan revîna nava bajêr. Nan, kêm e, av kêm, elektirîk tune ye, derman tune ye. Gazî û hawara milet. Nabêna Sircê û Kobanê çensed gav in, lê dîsa jî kurd nikanin herin hwara birayên xwe. Alîkariyê dişînin dewlet nahêle, dibêjin teslîme bikin.

Ji Kurdistana Başûr gelek alîkarî gihîşt Qamîşloyê, Kobanê. Lê kurdên Kurdistana Bakur nikanin pariyek nan, çend pakêt şîrê zarokan ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin. Çimkî em bindest in, dewleta tirkan nahêle. 

07 februari 2026

Bêyî zimanê me tu tiştekî din nikane me ji tirkbûnê biparêze

Camêrekî bi navê Azîz Yagan di platforma X´ê da gotiye, ”heger meriv îbranî wek numûne bigire dest, miletê asîmîle bibe ji tarîxê paqij dibe dîtineke ne rast e, şaş e.”

Numûneya cihûyan ji bo me kurdan şaş e, rewşa me û cihûyan ji hev pir cuda ye.

Yê cihûyan(yahûdiyan)dînê wan, sînanoga wan ew parastin, nehîşt ew di nava miletên din da bihelin.

06 februari 2026

Armanca gişan yek e, dibê kurd li tu perçê Kurdistanê azad nebin

Tirkên irqçî, faşîst, dîndar, rast, çep, komunîst ne ji ber îdeolojiyên xwe li dijî dewleteke kurdî, azadî û serxwebûna miletê kurd in. Tiştê wan ê mişterek, hevpar antîkurdbûna wan e, naxwazin kurd bibin xwedî dewlet. 

Fikrê wan, îdeolojiya wan çi be jî hemû li dijî serxwebûna miletê kurd in.Nxwazin kurd li tu berşekî Kurdistanê azad bibin.

Lema hinekên wan dîn, hinekên wan îdeolojiya çepîtiyê, komînstiyê ji irqçîtiya xwe ra, ji antîkurdîya xwe ra dikin maske.

05 februari 2026

Xwe ji minaqeşeyên bêfeyde û bi zirar dûr xînin !

Li peymana di nabêna HSD´ê û hukûmeta Şamê da hatiye îmzekirin dîtinên cuda hene.

Hin kes peymanê diparêzin, dibêjin, erê peymaneka ne baş e, lê HSD, PYD mecbûr bûn peymanê qebûl bikin. Heger qebûl nekirana ewê şer dom bikira, dawî ewê ji kurdan ra xerabtir bûya, kurd ewê bêtir li zirarê derketana.
Hin kes jî li dijî vê dîtinê derdikevin, peymanê rexne dikin, dibêjin ev teslîmbûn e, gerek HSD´ê peyman bi vî hawî îmze nekira.

Ereb naxwazin gorrên miriyên wan jî li kêlek gorrên kurdan bin


Ev gorristana hûn dibînin, gorristana Şehîdan a li Reqayê ye. Kesên di şerê li dijî Daîşê da û di êrîşên Tirkiyê da şehîd ketine li vê gorristanê hatine gorrkirin.

Piştî hêzên HSD´ê ji Reqayê vekişiya Reqa ket bin destê hukûmeta Colanî.
Ereb nuha pê ketine gorrên zarokên xwe vedikin, hestiyên wan dibin li dereke din gorr dikin. Naxwazin gorrên(mezelên) zarokên wan li kêleka gorrên kurdan bin.
Erebên kurd bi çavê biratiyê li wan dinêrin, ji kurdan hewqasî nefret dikin, naxwazin miriyên wan jî li kêleka miriyên kurd bin.

04 februari 2026

Tirkiyê nehîştiye çend pakêt şîr û mama bigihîje Kobanê zarokên kurd


Platforma Amedê ji bo gelê Kobanê hinek alîkarî, çend betenî, doşeg, hinek xwarin, şîr û mamaya zarokan ji nav milet top kiriye, bi 25 barhilgiran şandiye Sirûcê, ji bo ku ji wir derbasî Kobanê bikin.

Tirkiyê nehîştiye alîkarîya Platforma Amedê derbasî Kobanê bibe. Nehîştiye çend pakêt şîr û mama zarokan bigihîje zarokên kurd. Barhilgir piştî 5 rojan vegeriyane Amedê.
Zalimiyeke, bêînsafî û bêûjdaniyeke, neyariyeke ji viya mezintir nabe.
Ev bûyer tenê têrê dike bê hukûmeta AKP´ê, bê dewleta tirkan çiqasî neyarê miletê kurd e.

03 februari 2026

Al ji bo miletan ne tenê perçeyek qumaş e !


Çeteyên hukûmeta Şamê çer gihîştin Hesekê bi lez Ala(beyreqa) Sûriyê hildan. Erebên Hesekê bi Alên Sûriyê çeteyên xwe pêşwazî kirin.

Gelo yên me ewê li hemberî ereban kîjan ala(beyreqa) netewî hildin?

Dibê li hemberî Ala Sûriyê, Ala Kurd(Kurdistanê) jî bihata hildan, li ser banên resmî hêl biba.
PYD, YPG, HSD alên wan, flamayên wan ên rêxistinî hene, lê hetanî nuha Ala Kurdistanê nekirine ala xwe.

Tom Barrack wek berdekê Sûriyê û Tirkiyê peyivîye


Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack gotiye, ”sînorên Sûriyê yên Sykes-Picot danîne tu carî nayê guhertin.”

Li ser Îraqê jî gotiye, ”modela federalîzmê ne li gorî civaka Îraqê ya eşîrî ye.”
Mêrik wek erebekî bêguman dostê tirka ye û naxwaze kurd bibin xwedî dewlet. 

Mêrik li Sûriyê rê li ber federasyonê girt, dixwaze federasyona Îraqê jî xera bike. Li wir jî kurdan bike bindest. Lema gotiye, federalîzim ne li gorî Îraqê ye.

02 februari 2026

Li Kurdistana Rojava tiştê kurdan bi xwîna xwe bi dest xistin li ser masê ji dest dan

Me li hemberî dewletên dagirkerên welatê me gelek caran serî hildaye, lê di dawiyê da em tim şikestine.
Çimkî him dijminên me pir in û xurt in, him jî piştgiriyeke me ya xurt tunebûye.
Hêza me tenê têrî serketinê, têrî têkbirina dijminên me nake. Dibê hin dewletên mezin, xurt destegê bidin me, piştgirîyeke saxlem be. Heta nuha çend caran di nîvê rê da terka me kirine.

Helbet di têkçûnên me da kêmasî û şaşiyên serokên me jî roleke mezin lîstiye.

01 februari 2026

Navê wira Kurdistana Rojava ye !

Ez nizanim kê ev navê şaş, navê ”ROJAVA” derxist, xist devê kurdan?
Rojava aliyê dinyayê yê roj lê dihere ava, aliyekî, coxrafîk nîşan dide, ne navê welatekî, herêmekê.
Meriv ji Kurdistana Başûr ra bibêje, "Başûr" şaş e.
Başûr şi ye?
Navê ”Rojava” Kurdistana Rojava ye, ne Rojava ye. Dibê em navê Kurdistanê jê navêjin. Ev sansoreke pir xerab e, tam li gorî dilê dijminên me ye. Ew naxwazin navê Kurdistanê bibihîzin.
Dema Almanya perçe bûbû, her kesî digot Almanya Rojava, Almanya Rohilat.

31 januari 2026

HSDê û hukûmeta Şamê bi peymaneka nuh li hev kirin

HSD´ê û hukûmeta Şamê do bi peymaneka nuh li hev kirin. Di peymanê da federasyon, otonomî tuneye, navê Kurdistanê, meclîseke kurdan tuneye. Rawestandina şer baş e, lê ez şertên hatine qebûlkirin pir kêm dibînim.

Piştî hewqas micadele, hewqas şehîd bi ya min peymaneka wiha pir kêm e. Ev fikrê min e.
Lê yên şer kirine û bedelên giran dane ew in. Piştî ku ew peymaneka wiha qebûl dikin, em çi bibêjin jî bêfeyde ye.
Dibê miletê wir raya xwe bibêje, heger peyman xerab e dibê milet li dij derkeve.

30 januari 2026

Ka ew Wêranşara berê?

Çendakî berê min mektûbek ji Perxudres Podcastê ra şand. Min bi hesreteke kûr qala Wêranşara berê, ya zaroktiya xwe, ya salên 1960-70´î kir. Emer Farûk Baran wê mektûba min dixwîne.Fermo guh bidinê.

Ev jî lînka podcastê ye: Ka ew Wêranşara berê

Dostên me yên amerîkî ji bo karê pir hêja dikin


Senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşnûmeqanûnek bi navê "Qanûna Parastina Kurdan" pêşkêş Kongreya Amerîkayê kirin.

Herdu camêran karekî baş kirine, mala wan ava be, wefadarîya xwe nîşan dane. Çêyî, fedekarîya kurdan ji bo dinyayê kirin, bedelên kurdan di şerê li hemberî cîhadîstan dan herdu sanatoran wek hinekên din ji bîr nekirine.
Tirkiyê, Evdila Ocalan û hevalên wî pir dixwestin mesla kurd û Kurdistanê nebe meseleyeke navnetewî, Amerîka, dewletên mezin nekevin nava meselê, em û tirk xwe bi xwe bin.

29 januari 2026

Meleyekî tirk xwestiye leşker kurdên ji bo Kurdistana Rojava mitîngê çêdikin gulebaran bikin, kesî sax nehêlin !


Dîndarekî tirk bi navê Îsmaîl Hunerlîce, serokê Cimata Îsmaîlaxa ye, di axaftineka xwe da ban leşkerên dtirk dike, dibêje kesên ji bo piştgiriya kurdên Kurdistana Rojava dimeşin gulebaran bikin, gişkan bikujin, koka wan biqelînin.

Bêguman di nava tirkan da yên wek vî xebîsê neyarê qewmê kurd difikrin bi milyonan hene.
Di medyaya sosyal da meriv viya pir rehet dibîne. Çimkî dewleta wan jî eynî tiştî dibêje, di praktîkê da pilan dike, realîze dike.

Sûriîye jî kirin Afganîstan û Îran


Li Afganîstanê Talîban anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Talîbanan kirin, piştî gelek zirarên mezin jî bi ser neketin, Talîban hîn li ser hukim in.

Li Îranê Xumeynî anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Komara Îslamî kirin. Meleyên celad 47 sal in li ser hukim, Îran kirin zindan û qesapxane û jahrê, şer û teşxelê li dinyayê belav dike.
Nuha jî dora Sûriyê ye. Sûriye jî ewê bibe Afganîstan û dûra şerê wê bikin. Rejîma Colanî ewê çiqasî bajo ne dîyar e. Zirara herî mezin kurdê bibînin.

28 januari 2026

Heta em kurd nebin xwedî dewlet emê tim wiha perîşan bin û di binê nigên dagirkeran da bipelixin

Dagirkerên welatê me pir zalim in, pir xedar in, bêûjdan û bêmerhemet in. Gava fersendê dibînin bêyî dudilî serê me jê dikin, tecawizî namûsa me, ya erz û eyalê me dikin û bi viya jî şerm nakin, pir dilşa dibin.

Êrîşên Helebê ser taxên Eşrefiyê û Şêx Mexsûd, Reqayê, ser Kobanê û şerên 15-20 rojên dawî careka din nîşanî me da gerek em ji bindestiya van zaliman derkevin, bibin xwedî dewleteke netewî.

Heger em nebin xwedî dewlet em û zar û zêçên me, namûs û şerefa me ewê tim di binê nigên tirk û ereban û farisan da be.

Hişyariya Donald Trump daye Îraqê ji bo kurdan e jî


Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere li dijî hilbijartina Nûrî Malikî ya serokwezîrtiya Îraqê derket û mesajeka pir sert da Îraqê.

Donald Trump got, ”Eger Malikî wek serokwezîr were hilbijartin Amerîka ewê alîkariyê nede Îraqê. Hilbijartina Malikî  şaş e, dibê Îraq vê şaşiyê neke."
Donald Trump, Nûrî  Malikî wek zilamê Îranê bi nav kiriye, ji bo wê jî dibê Îraq cara duduya Nûrî Malikî neke serokwezîr.
Ev mesaja Donald Trump ne ji bo Îraqê tenê ye, ji bo kurdan e jî. Dibê kurdên Kurdistana Başûr, PDK û YNK jî xwe ji Nûrî Malikî dûr xînin…

Eba ereban û xayintiya bi hevalê xwe ra


Dema DAÎŞê  êrişî ereban kir, serên wan jêdikirin, kurd çûn hawara wan, li Reqayê, li Tebqayê, li Dêrazorê ew ji destên çeteyên Daîşê rizgar kirin, bi salan ew parastin, zulm, neheqî li wan nakirin. Sîleh dan wan, ew girtin nav xwe. Hewqas bawerî bi wan anîn, bi wan ra artêşek, HSD çêkirin.

Wan ereban ji bona vê çêyiya kurdan bi durûtî EBE li Mezlûm Ebdî kirin. Yê ebe lê kir serokê kîjan eşîrê bû, bûyer kînga bû ez nizanim. Di medyaya sosyal da rismê wê merasimê heye. Min risim ji wir girt.

Xelatên ereban ya herî mezin, herî bi qîmet yek jî ebe ye. Ebe li ba ereban pir bi qîmet û bi mane ye.

27 januari 2026

Ji ber nezaniya xwe min telefona xwe girt

Do bi şev dema ezê têketama hesabê xwe Outlokê, tiştek ji min pirsî. Nizanim min çi şaşî kir, telefona min, hotmail û gmaila min, bloga min,Whatsapp hemû hesabên min hatin girtin.

Ez nikanim têkevim bloga xwe jî.

Nuha ez kanim tenê têkevim Facebookê û X´ê. Telefona min girtiye, do bi şev lawikê min hat bir ji bo ku veke. Ewê kanibe, nikanibe nizanim.

Yanî nuha telefona min tune ye, hesabên min jî gişk girtî ne.

XXX

Telefona min hat lê nikanim bi kar bînim. 

Lawikê min ji bo ku bikanibe veke ji mecbûrî her tiştê tê da, hemû numreyên telefonan jê biriye. Telefona min bûye wek telefoneke nuh. Dibê lawik were ji min ra ji nuh ve li hev ragire. Karekî ne hindik e.  

Ez nuha nikanim pê tu karî bikim, nikanim telefonî kesî bikim. Ji bona serrastkirinê bi texmîna min ewê çend rojan bajo. Ewê îşev were, hêvî dikim bikanibe biqedîne.

Çimkî lawik her tim nikane were vira.

Min serê xwe xist belayê. Nezanî xerab e, lê wan jî bi hinceta ewlekariyê pir zor kirine. Tu bi şaşî pê li derekê dikî çû ji te da, meriv dibehece, kezebreşî dibe. Carnan têm wê nuxtê dev ji telefon û kompîtorê berdim, wek berê bijîm. Bê telefon, bê kompîtor, tenê qelem û kaxet...
Jixwe ne Rojen bûya belkî minê wer bikira. Lê li Swêd jiyaneka ji dijîtalê dûr ne mimkûn e.

Tirkiyê careke din demokrasîya xwe nîşanî dinyayê da


Pûlisên tirk îşkenceyeke mezin li xortê li Nisêbînê Ala Tirk daxistibû kirine. Wahşeteke mezin e. Serî li lêwik perçe kirine, lawik nîvkûştî kirine. Lawik nikane bimeşe, bi erebokê rakirine nexweşxanê.

Li welatê herî paşdamayî jî ji bo daxistina alê ewê îşkenceyeke wiha nekirina.

Jixwe li Tirkiyê heqaretkirina li kurdan, îşkencekirin û kuştuna kurdan serbest e, ne sûc e.

Amerîka bi Daîşê ra şerê Daîşê dike


Fermandarê hêzên hukûmeta Şamê yê îro ji alî şervanên kurd va hatiye kuştin serokekekî mezin ê DAÎŞ´ê bûye.

Amerîka, Hêzên Hevpayman bi DAÎŞ´ê ra şerê Daîşê dikin.

Sûtalekî wek Colanî kane bi vê ibretê henekê xwe bi Amerîkayê û tevayiya Yekîtiya Ewrûpayê,bi NATO´yê bike.

Ev çete heta nuha di bin baskê tirkan da bû.

Medyaya dinyayê li hemberî me kurdan ra kerr û kor e

Sê hefte ne li Kurdistana Rojava kurd di bin êrîşeke hovane ya cîhadîstan da nej i medyaya dinyayê kes li wir tune ye, tu telewîzyon, tu ajanseka dinyayê li wir tune ye, weşaneka zindî nake.

Roja pêşî ya şerê filistîniyan û Îsraîl dest pê kir hemû ajansên dinyayê, bi sedan rojnamevan ji Xezayê weşanên dîrekt dikirin.
Li kîjan welatê Afrîkayê şerek çêdibe, ajansjên mezin tavilê li wir in.

 Lê 20 roj in kurd di bin êrîşeke hovane da ne, sivîl, zarok, kal, pîr, kîjan kurd dikeve ber destên hovên cîhadîst dikujin, serîyan jêdikin û vîdeoyên wahşeta xwe jî belav dikin.

26 januari 2026

Ne eynî gulî ye, lê eynî êş e!

Hemşîre Îkra Hepgez

Li nexweşxaneyeke bajarê Tirkiyê Kocaeliyê, hemşîreyeka bi navê Îkra Hepgez*, dilê wê bi kuştina wahşîyane ya keçên kurd şewitîye, wek piştgiriyeke humanîstî, sembolîk a bi keç û jinên kurd ra wê jî porê xwe wek gulî hûnaye û bi vê gotinê parve kiriye:
”Ne eynî por e, lê eynî êş e, eynî his e”!

Dozger û pûlisên tirk ji barbariya celadên Daîşê yên serê keça kurd jêkirin nerehet nebûne, ji hûnana guliyê Îkra Hepgezê pir nerehet û hêrs bûne.

Sawcî di heqê Îkra Hepgezê da derhal doz vekiriye, dû ra keçik hatiye girtin.

Li Kurdistana Rojava li ber çavê dinyayê jenosîdek tê meşandin

Tiştê nuha li Sûriyê li hemberî kurdan dibin ji qetlîamên dema Daîşê xerabtir in. Ji bajarên, herêmên hêzên kurd jê vekişîyane bi sedan kurd êsîr ketine destên çeteyan û hemû bi barbarî hatine kuştin.

Îlham Ehmed bi xwe dibêje kuştî bi sedan in. Dibê hêzên kurd, HSD, PYD, ENKS, PDK, YNK û partiyên din bi hev ra alîkariyê, midaxeleyek li sehê ji Amerîkayê, ji Hêzên Hevpeyman bixwazin.

Çimkî çeteyên Colanî û tirkiyê eşkere qetlîamê dikin. Hovîtiyên ji yên Daîşê xerabtir dikin. 

Rewş pir xerab e, li ku derê kurdan zeft dikin dikujin û vîdeoyên hovîtiya xwe belav dikin.

25 januari 2026

Serkan Ramanlî bi alîkariya çend quriş pere nikane kurdan bixapîne


Parlamenterê Hudaparê yê Batmanê(Êlihê)Serkan Ramanlî meaşekî xwe daye ”mexdûrên herbê” yên Efrînê û Kobanê.

Ew û partiya wî Hudapar li dijî êrîşên, hovîtiyên çeteyên Tirkiyê yên îslamî, li dijî piştgiriya Tirkiyê ya bi çeteyên kirêkirî ra dernayên, zulma li kurdên Rojava dibe şermezar nakin, meaşekî xwe dide mexdûrên Efrînê û Kobanê.
Ev fêlbazî ye, xapandin e.
Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, tu garantî tuneye alîkariyên ji Efrînê ra dibin tirk bidin kurdan. Lê dîsa jî ez ne li dijî vê alîkariya wî me, bira bike. Baş kiriye.

24 januari 2026

Li Stockholmê kurd îro jî li meydanan bûn


Îro li paytexta Swêd li Stockholmê, li Meydana Medborgarplatsenê ji bona piştgiriya Kurdistana Rojava meşeke mezin hebû.
Şîara, Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat, Kurdistan yekwelat li meydanê olan da. 
Bêyî vê meşa ez û xanim tevê bûn, meşeke din jî li Stockholmê hebû. Ew jî pir qelebalix bû.

Li gel ku berf dibarî û sermak pir hebû jî gelkî qelebalix bû.
Kurd pir xemgîn in, pir bi hêrs in.
Amerîkayê, Fransayê, Îngilistanê, Hêzên Hevpeyman bi bêexlaqiyeke mezin terka mitefikên xwe yên kurd kirin, bûn hevalên Colaniyê terorîstê el Qaîdeyê û Nusrayêyê.

Li dinyayê antîkurdîzim ji antîsemîtîzmê xurttir e !

Di şerê Xezayê da çavê medyaya cîhanê wer li ser Xezayê bû, di hemû telewîzyon û ajansan da xebera yekê li ser Xezayê bû.

Rojnamevanan xeber li ser xeberê didan, risim, vîdeo, hevpeyvînên bi zarokan ra belav dikirin.
Lê ev telewîzyon û ajansên di serê her xeberên xwe da qala Xezayê dikirin, weşanên dîrekt dikirin, hema hema qet qala êrîşên ser Kurdên Rojava, perîşaniya Kobanê nakin.
Qîrîn û hawara zarokên kurd wek yên filistîniyan nabihîzin. Çavên xwe, guhên xwe ji qîrîn û hawara kurdan ra girtine, li êrîşên hovên îslamî û Tirkiyê yên ser kurdên Rojava temaşe dikin, nakin xeber, dinyayê pê nahesînin.

23 januari 2026

Ka "dostên" me yên tirk li ku ne?

Careke din eşkere bû, di rojên teng da em kurd diherin gazî û hewara hev, em ji bo hev hêsiran dibarînin. Navê viya ruhê netewî ye.
Yê miletan dike milet, di rojên teng da dibezin gazî û hawara hev, xwe di ber hev da didin kuştin ev şiûr û ruhê netewî ye.
Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwaz di şîn û şahiyan da, di rojên xerab û tengasiyan da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Di demên wiha da meriv dibîne kî dost e, kî dijmin e, kî dilxwazê meriv e, kî dijminê meriv e.

Bêyî kurdan tu miletekî misilman heq nekiriye bibe xwedî dewlet !

Ne ji ber ku ez kurd im kurdan mezin dikim viya dibêjim, bi baweriya min bêyî kurdan yek miletekî misilman dewlet heq nekiriye, yek jî ne layiqe bibûya xwedî dewlet.
Ez ne şaş bim 57 dewletên misilmanan endamên Teşkîlata Yekîtiya Îslamî ne. Ji 57 miletên van dewletan yekî jî dewlet heq nekiriye.

Tenê kurdan heq kiriye dewleta wan hebe, ew jî ji ber bêşansiya wan, ji ber caxrafiya wan, ji ber pirbûna dagirkerên wan û ji ber hin şaşiyên wan nebûne xwedî dewlet.

The Wall Street Journal: Gelo kurdên bûn qurban ewê bi xiyanetê werin xelatkirin?

Rojnameya  amerîkî The Wall Street Journalê li ser êrîşên çeteyên hukûmeta Şamê ser kurdan di lehê kurdan da nivîseke pir baş nivîsîye.

Nivîs bi sernavê "Serkêşiya Têkçûyî ya Tom Barrack" sîyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi tundî rexne dike, dibêje "Washington bi jiyana hevpeymanên xwe yên kurd xumarê dilîze." Dibêje heger çekdarên Colanî têkevin bajarên kurdan qetlîama anîn serê elewîyan, durzîyan ewê bînin serê kurdan jî.
Rojname dibêje:

22 januari 2026

Waliyê Diyarbekrê mitînga ewê ji bo Evdila Ocalan çêbiba îptal kiriye

Waliyê Diyarbekrê mitînga di 25´ê mehê da ewê ji bo ”azadiya Evdila Ocalan” çêbiba qedexe kiriye.

Belkî dewlet ditirse kes beşdar nebe lema qedexe dike. Naxwazin Evdila Oclan pûç bikin, bêhêz nîşan bidin.
Serokê Partiya DEM´ê Abas Şahîn gotiye em qedexeyê qebûl nakin, emê mitîngê çêkin.

Ez fêm nakim însan çawa kanin hîn jî Evdila Ocalan biparêzin, ji bo wî mitîngê çêkin?

Liberxwedana kurdan rewş guhert


Îro pêşketinên nuh, pir muhîm çêbû. Her tişt pir zû diguhere.

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack li Hewlêrê bi Mezlûm Ebdî(Kobanî) û Îlham Ehmedê ra civînek çêkiriye. Tiştekî wiha nedihat payin, surprîzeke xêrê ye, kêfa min anî.
Piştî civîna bi Tom Barrack ra, Mezlûm Kobanî û Îlham Ehmed bi serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzxanî ra jî civînek çêkirine.
Ev herdu civîn pêşketine pir baş e. Diyar e liberxwedana kurdan, dîplomasiya wan, xebata kurdan ya medyayî netîceyeke baş da, tesîr li Donald Trump û raydarên Amerîkayê kir.

Rica min ji kurdên dîasporayê, di protestoyên xwe da sakîn bin !

Xuwişk û birayên ezîz û dilşewat, dibê em kurdên dîasporayê li her dera dinyayê êrîşên ser Kurdistana Rojava protesto bikin û ji dinyayê piştgiriyê, alîkariyê bixwazin.
Dibê em ji bêdengiya Amerîkayê, Ewrûpayê gazin bikin, wan rexne bikin.
Lê tu carî dijminatiya Amerîkayê, Ewrûpayê, Îsraîl nekin. Bi êrîşa ser wan, bi dijmminatiya wan em li zirarê ne. 

Li hemberî van hovan yên alîkariya me bikin dîsa ew in, dibê em wan îqnayî alîkariyê bikin. Êrîşî wan nekin.

M. Sacît Arvasî: Her ku ew li kurdan dixin kurd ji tumora serên xwe, ji qilêra dilên xwe safî dibin


Ev nivîsa li jêr axaftineke Mehmet Sacît Arvasî(@SacitArvasi) ya di You Tube da ye.
Camêr êrîşên ser kurdên Rojava, bêbextî û derewê tirkan û îslamîstan pir xweş taswîr kiriye. Min axaftina wî, metaforên bi kar anîye eciband, ji bo wê jî ji tirkî wergerand kurmancî.

Mehmet Sacît Arvasî di medyaya sosyal da dîndarekî pir aktîv e û gelek vîdeoyên balkêş parve dike. Kurdekî rastgo ye, ne tirsoneke, ne hevalê neyarê qewmê xwe ye.

21 januari 2026

Hikûmeta Colanî bi Sûreya Enfalê li dijî kurdan 'fetih' îlan kir

Hukûmeta Sûriyeyê ya Colanî êrişa ser kurdan, dagirkirina bajarên Kurdistanê bi Sûreya Enfalê wek "fethê", yanî zafere li dijî kafiran bi nav dike. Wezareta Ewqafê ya Colanî xwestiye li mizgeftan mele ji bo vê fetha artêşa Sûriyê ya li dijî kurdan(kafiran) dua bikin.

Ehmed El-Şer Colonî jî wek Seddam Husên Sûreya Enfalê ji Quranê li hemberî kurdan bi kar anî.

Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê nameyek fermî, Hejmar (250), bi tarîxa (18/1/2026)ji hemî mizgeftan ra şandiye.

Him hevalê dagirkerê welatê xwe ye, him Amerîkayê rexne dike

Berdevkê Hudaparê Yunus Emîroglu @emirogluyunus di platforma X´ê da gotiye, ”Amerîka nabe dost. Yên pişta xwe dispirên Amerîkayê mahkûmî têkçûnê ne.”

Tu dibêjî belkî yên ji Amerîkayê baştir hebûn kurdan pişta xwe nesipartin wan, lema şaşiyeke mezin kirin.
Hey bêûjdan, ka bibêje bira kurdan pişta xwe bisparta kê, kîjan dewlet ji Amerîkayê baştir e, kurdan pişta xwe nesipartiyê?
Ew di himêza dagirkerê welatê xwe da rûniştiye viya şaş nabîne.
Piştgiriya tirkan a bi çeteyên Colanî ra, neyartiya Tirkiyê ya bi kurdên Rojava ra rexne nake, hevkariya kurdan a bi Amerîkayê ra şaş dibîne.

Em dîsa ketine feqeke pir xerab

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrackê ereb li ser HSD´ê û Sûriyê û mafê kurdan beyaneka pir xerab belav kiriye.

Tom Barrack di beyana xwe da gotiye:
”Erka hebûna HSD´ê êdî qediya ye, hewcedariya wan êdî bi HSD´ê tune ye. Ewê bi hukûmeta Sûriyê, bi Colanî ra bixebitin. Amerîka destegê nade veqetandinê, federasyonê. Dibê HSD xwe fesh bike, tevayiya Kurdistanê, hemû dezgehên xwe teslîmî çeteyên Şamê bike. Ji bo kurdan rêya herî baş tevlêbûna hukûmeta Sûriyê ye...”

20 januari 2026

Êrîşên hovên îslamî yên ser Kurdistana Rojava yekîtiya miletê kurd saxlem kir

Êrîşên hovên îslamî yên girêdayî Tirkiyê ser Kurdistana Rojava, sînorên sûnî ji orta miletê kurd rakir, kurdan careke din nîşanî dinyayê dan kurd yek milet e û ne mimkûn e li aliyê din yê sînor, li komkujiya birayên xwe temaşe bikin.

Plana jiyana bi ereban ra, artêşeke ereb û kurdan(HSD) pûç bû. Ereban nîşan dan bê ew kanin çi xiyanetê, çi heqaretê, çi zulmê li kurdan bikin.

Mezlûm Kobanî:Ezê bi şerefa xwe bimrim, gelê xwe û şerefa xwe nafroşim !


Mezlûm Kobanî(Ebdî) do li Şamê bi Colanî ra hevdîtin kir. Colanî ji Sdg´ê teslîmîyeteke bi temamî xwesiye. Gotiye dibê hûn hemû dezgeyên xwe fesh bikin, bîrên petrolê dewrî me bikn, dibistan û zanîngehên xwe bigrin, dewrî me bikin, dawî bidin perwerdeya bi kurdî û ji Hesekê jî bi temamî vekşin, Kobanê teslîmî me bikin.

Mezlûm Ebdî ev daxwaza Colaniyê terorîst red kiriye, gotiye:

Her bijî liberxwedan û serîhildana miletê kurd !

Her bijî liberxwedan û canfîdayiya, welatperweriya miletê kurd !

Kurd êdî sînorên bi darê zorê, bêyî îradeya wan hatine danîn nas nakin, bi canfîdayî diherin hawara birayên xwe yên Kurdistana Rojava.
Ji bona herin hawara birayên xwe, bi hezaran kurd ji Nisêbînê derbasî Qamîşloyê bûn.
Li Ewrûpayê, li Zaxo, Duhokê, Hewlêr, Silêmaniyê ji do daye miletê kurd rabûye ser piya û Tirkiyê û çeteyên îslamî yên Colanî protesto diki.

19 januari 2026

Tirk ji wahşete terorîstên Colanî nîşan didin pir memnûn in

Erb û tirk ji kêfa difirin. Çeteyên Colanî û Tirkiyê wahşeta xwe, nemirovahiya xwe, namerdiya bi kurdan ra kirin pîroz dikin. Vîdeoyên ji însanîyetê çiqasî dûr in parve dikin. Herdu serî jî pir memnûn xuya dikin.

Li bajar û herêmên hêzên kurd jê vekişiyan e, çeteyên Colanî û Tirkiyê ketinê, wek terorîstên Daîşê ew jî barbariya xwe, hovîtiya xwe nîşan didin. 

Vîdeoyên namerdiya xwe, wahşeta xwe belav dikin.
Erdogan û Bahçelî û tirk bi salan bûn li bende dîtina vê barbariya ereban bûn.

Dîsa bi me ra bêbextî kirin, lê her tişt neqediya ye

Serokê Tirkiyê Erdogan û Bahçelî wek tirkên pêşiyên xwe, vê carê wan jî zora kurdên Kurdistana Rojava birin, ew mecbûr kirin teslîmî terorîstên îslamî bibin, peymaneka xapandinê ya tu mafekî netewî nade miletê kurd qebûl bikin.

Çeteyên ereb zora şêr û şepalên kurd nebirin, terorîstên îslamî bi hêza xwe, bi tena serê kurd mecbûrî qebûlkirina vê peymanê nekirin; Colaniyê terorîst bi alîkariya Tirkiyê, Amerîkayê, Fransayê û hin welatên din ev peyman bi darê zorê bi kurdan da qebûlkirin. Ev bêbextî bi kurdan ra kirin.