Çeteyên hukûmeta Şamê çer gihîştin Hesekê bi lez Ala(beyreqa) Sûriyê hildan. Erebên Hesekê bi Alên Sûriyê çeteyên xwe pêşwazî kirin.
Gelo yên me ewê li hemberî ereban kîjan ala(beyreqa) netewî hildin?
Dibê li hemberî Ala Sûriyê, Ala Kurd(Kurdistanê) jî bihata hildan, li ser banên
resmî hêl biba.
PYD, YPG, HSD alên wan, flamayên wan ên rêxistinî hene, lê hetanî nuha Ala
Kurdistanê nekirine ala xwe.
Wek
her ereban dibê kurd jî li Kurdistana Rojava xwedî ala netewî bin. Ji bo
însanan, ji bo zarokan ev pir muhîm û bi bandor e.
Li Îraqê Ala Îraqê û Ala Kurdistanê heye. Kurd herdu alan jî hildidin.
Li Kurdistana Rojava PYD´ê, YPG´ê, HSD´ê heta nuha Ala Kurdistanê nekirine ala
xwe ya netewî.
Musebîbê vê yekê PKK ye, çimkî PKK´ê Ala Kurdistanê qebûl nekiriye. Ji bo wê jî nehîştin hevalên wan ên Kurdistana Rojava jî Ala Kurd bikin ala xwe ya netewî.
Ji bo kurdên Kurdistana rojava ev yek trajedî ye. Hêvî dikim
ji nuha û pê da ew jî wek ENKS´ê Ala Kurd hildin.
Al ji bo miletan ne tenê perçeyek qumaş e, ew sembola
nasname û serweriya miletekî ye. Ew di nava miletên cîhanê da miletekî temsîl
dike.Dibêje ez sembola filan miletî me.
Her alek di reng û şiklên wê da maneyeke tarîxî, kulturî û
sembolîk heye.
Al, nîşana, sembola, hebûna milletekî ye, bi alê mwelat, dewlet ji hev digerin.
Al di eynî wextê da sembola têkoşîna milet e jî. Wek mînak, rengê
sor di Ala Kurdistanê da sembola xwîna şehîdan e.
Rengê sipî tê maneya aştîxwaziya miletê kurd û wekhevîyê.
Rengê kesk jî sembola dewlemendiya axa Kurdistanê, xweşikiya xwezaya Kurdistanê ye.
Roj jî nîşana ronahiyê, vejînê û jiyanê ye. Têkiliya wê bi Newrozê û tarîxa
kurdan a kevn ra jî heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar