Platforma Amedê ji bo gelê Kobanê hinek alîkarî, çend betenî, doşeg, hinek xwarin, şîr û mamaya zarokan ji nav milet top kiriye, bi 25 barhilgiran şandiye Sirûcê, ji bo ku ji wir derbasî Kobanê bikin.
Tirkiyê nehîştiye alîkarîya Platforma Amedê derbasî Kobanê bibe. Nehîştiye çend pakêt şîr û mama zarokan bigihîje zarokên kurd. Barhilgir piştî 5 rojan vegeriyane Amedê.
Zalimiyeke, bêînsafî û bêûjdaniyeke, neyariyeke ji viya mezintir nabe.
Ev bûyer tenê têrê dike bê hukûmeta AKP´ê, bê dewleta tirkan çiqasî neyarê miletê
kurd e.
Zalimiyeke ji viya mezintir nabe. Dixwazin kurd, zarokên kurd ji sar û sermayê, ji birçîna bimrin. Miran wan ewê serokên Tikriyê pir memnûn bike.
Eynî dewlet, eynî hukûmet her roj bi tonan alîkariyê, xwarinê, cebilxane, tank
û topan dişîne Sûriyê, ji çeteyên îslamîst ra.
Eynî hukûmet ji bo ku alîkariyê bişîne ji filistîniyan ra xwe diçirîne.
Gava dor tê ser kurdan tasek av nade kurdên tî, dixwazin ji tîna bibehece. Ev zalimiya wan îspata wê yekê. Gerek her kurd, kurdê herî bêxîret û bênamûs jî fêm bike serokên dewleta tirk li hemberî kurdan çiqasî xedar in.
Hukûmeta nehîle hinek şîr, mama û çend doşek û betenî here ji kurdan ra ewê
çawa xêra kurdan bixwaze, ewê çawa mafê kurdan yên netewî qebûl bike.
Yên ji demagojiyên Devlet Bahçelî û Erdogan bawer bikin ewê mafê kurdan qebûl
bikin ya ji kok da totikvala ne, ya jî bi zanetî di tîyatroya Bahçelî-Erdogan
da rol girtine.
XXX
Colanî(Ehmed el Şar) û Erdogan ne bes bû, nûnerê Amerîkayê
yê Sûriyê Tom Barrack jî li wan zêde bû. Ew jî li me bû barê serbar.
Tom Barrack rojekê dibêje ”sînorên bi Peymana Sykes-Pîcotê
hatine xêzkirin ne li gorî realîteyê bû, me bi wiya şaşî kir, roja din jî
dibêje, ”sînorên Sûriyê yê Sykes-Pîcotê li ser kevir hatiye kolan, gerek tu
carî neyê guhertin."
Mêrik ne wek dîplomatekî Amerîkayê, wek berdevkê Sûriyê
dipeyive. Çimkî him ereb e, him jî tacirekî hevalê Erdogan e. Yekî ereb û
hevalê Tirkiyê bêguman ewê li dijî serxwebûna kurdan be.
Lê Tom Barrack û hêzên dagirker çi bikin jî emê rojekê wan
sînorên derî îradeya me, bi darê zorê hatin xêzkirin xera bikin û miletê kurd
bigihînin hev.
Şîara miletê kurd ya nuha: Yeke yek e, miletê kurd yek e, Kurdistan yek e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar