Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack gotiye, ”sînorên Sûriyê yên Sykes-Picot danîne tu carî nayê guhertin.”
Li ser Îraqê jî gotiye, ”modela federalîzmê ne li gorî civaka Îraqê ya eşîrî
ye.”
Mêrik wek erebekî bêguman dostê tirka ye û naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Mêrik li Sûriyê rê li ber federasyonê girt, dixwaze federasyona Îraqê jî xera bike. Li wir jî kurdan bike bindest. Lema gotiye, federalîzim ne li gorî Îraqê ye.
Ê heger federalîzim ne gorî Îraqê ye wê demê piştgiriyê bidin serxwebûna kurdan, bira kurd veqetin. Yê nehîşt kurd veqetin hûn in, Xerb e. We piştgirî neda serxwebûna kurdan.Heger Amerîka, Xerb ne li dij bûna piştî referandûma 2017´a kurdan ewê serxwebûna xwe îlan bikirana. Ji bo ku Amerîkayê Xerbê desteg neda, kurdan serxwebûn îlan nekirin, Kerkûk jî di nav da ji sisiya yekê axa Kurdistanê ji dest wan çû.
Yên bi Peymana Sykes-Picot Kurdistan kirin çar perçe, kurd kirin bindestê çar dewlatan hûn in.
Tu him dibêjî Peymana Sykes-Pîcot şaş bû, bi wê peymanê
miletên dibê tu carî tevhev nebûne, bi darê zorê tevhev bûn û tu him jî dibêjî
gerek sînorên Sykes-Picot danîne neyên guhertin.
Çima ewê neyên guhertin?
Madem tiştê Sykes-Pîcot kiriye şaş e, neheqiye dibê were serrastkirin.
We(Xerbê, Rojava) neheqî li miletê kurd kiriye, we welatê wan perçe kiriye, dibê
hûn vê neheqiya xwe telafî bikin, welatê kurdan paşda bidin wan.
Sed
sal e kurd micadela girtina welatê xwe didin, lê bi tena serê xwe nikanin zora
çar dewletan bibin. Mîmarê, sûcdarê perçebûna Kurdistanê, bindestiya kurdan hûn
in, piştgiriya bi kurdan ra berpirsiyariyeke we ya exlaqî, huqûqî û tarîxî ye.
XXX
Kurdistana Rojava ji gêrmiya gavanan jî xerabtir bûye. Bêyî
hêrsê, ax, waxê tiştek ji destê meriv nayê.
Bêtalihiya kurdan ya herî mezin Aldar Xelîl û hevalên wî
bûne serokên miletê wir.
Îro jî heyeteke ENKS´ê çûye Şamê. Diyar e Colanî dixwaze wan
jî wek yên din bi hin bertîlan bi xwe va girê bide, bike zilamên rejîma selefî.
Tirkiyê bi îşxalkirina Efrînê rêya kurdan ya bahrê girt,
nuha jî bi destê hin kurdan riya federasyonê xitimand. Armanca tirkan bi
alîkariya kurdên zilamên xwe nehêle kurd azad bibin.
Tirkan siyaseteke pir serketî meşandin, keda kurdan ya bi
salan bi alîkariya Evdila Ocalan pûç kirin.
XXX
Bala xwe bidin tiliyên wan ên gefê, çeteyên Colanî hîn ji
erebeyên xwe daneketine gefê li kurdan dixun, dibêjin huş bin, ya na emê çavên
we derxin !
Ev TILÎ ne îşareta dostaniyê ye, îşareta qetlîamê ye.
Mezlûm Ebdî û Aldar Xelîl dibê maneya van tiliyan îzah bikin !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar