Me li hemberî dewletên dagirkerên welatê me gelek caran serî
hildaye, lê di dawiyê da em tim şikestine.
Çimkî him dijminên me pir in û xurt
in, him jî piştgiriyeke me ya xurt tunebûye.
Hêza me tenê têrî serketinê, têrî têkbirina
dijminên me nake. Dibê hin dewletên mezin, xurt destegê bidin me, piştgirîyeke saxlem be. Heta nuha çend caran di nîvê rê da terka me kirine.
Helbet di têkçûnên me da kêmasî û şaşiyên serokên me jî roleke mezin lîstiye.
Tu miletê bindest bêyî alîkariya derve xelas nebûye. Tirkan heta nuha nehîştine ew piştgirîya derve ji bo me peyda bibe.Lê nuha rewş hinekî hatiye guhertin, di tarîxa me da tu carî piştgirîyeke wek ya nuha ji me ra çênebûye. Ev piştgirî ne ji bo serxwebûna me ye, lê dixwaze em bibin xwedî hin mafên netewî.
Li Amerîkayê, li Fransayê û li hin welatên din dostên me, dilxwazên me pir bûne, zextê didin ser dewletên xwe, dixwazin li Sûriyê kurd bibin xwedî mafên netewî.
Lê serokên kurd ne ew kes in ku kanibin miletê xwe ji bindestiyê rizgar bikin. Tirkiyê bi destê Evdila Ocalan micadela kurdan kir keda bersîs, pûç kir. Kurd ne doza federasyonê dikin, ne jî ya otonomiyê. Trajediyeke mezin e. Pêşeroj ne diyar e. Hêvî dikim baş bibe, xerabtir nebe. Tiştê baş dibê meriv lê xwedî derkeve û yê xerab jî rexne bike.
Tirk êdî nikanin rê li ber pêla piştgiriya ji me ra çêbûye bigirin, lê tevgera xurt PKK ye, ew jî ne hêzeke netewî û serxwebûnxwaz e. Ev jî trajediya me ye.
Piştgiriya derva li Kurdistana Rojava, li Kurdistana Başûr xelasiya me nêzîk kiriye. Bingeha vê xurt e.
Ev yek li Kurdistana Bakur, li Kurdistana Rojhilat jî ne dûr e. Li Kurdistana Bakur potansîyel û hêzeke serxwebûnxwaz a mezin çêbûye, şiûrê netewî, miletperwerî di nava kurdan da li gorî 20, 30 sal berê pir xurt bûye.
Siyaseta, giraniya PKK´ê hêdî, hêdî kêm dibe, fikrê serxwebûnê, dûrketina ji tirkan bi pêş dikeve.
Ev guherîna sosyolojîk a di nava civaka kurd da tirkan pir ditirsîne. Lema jî bi hin mananewreyên xapandinê dixwazin umrê dagirkeriya xwe çend salên din jî dirêj bikin.
Milet şiyar bûye, êdî qurişekî di derewa ”biratiya gelan nade”, dixwaze bibe xwedî dewlet.
Lê li Kurdistana Bakur pêşengiyeke siyasî ya nasyonalîst ku kannibe milet mobîlîze bike hîn peyda nebûye. Şexs hene, lê hîn nebûne tevgereke, hêzeke organîze ya siyasî. Milet li pêş tevgerên, pêşengên siyasî ye.
Bi şerê li Kurdistana Rojava ra tesîra Evdila Ocalan, PKK´ê û DEM Partiyê pir kêm bû. Tesîra wan a îdeolojîk û siyasî derbeke mezin xwar, pir lawaz bûye. Kêmbûna tesîra Evdila Ocalan, PKK´ê û hêza wan a legal ji bo çêbûna hêzeke netewî zemîneke baş peyda dike.
Ji bo Sûriyeke federal ji bo kurdan piştgiriyeke navnetewî ya mezin heye. 12 sal in kurdan Kurdistana Rojava wek dewleteke serbixwe îdare kirin. Gişk ewê ji dest here, wer xuya dike. Hêvî dikim wer nebe, kurd kanibin destkeftiyên xwe biparêzin.
Dilbixwîn Dara di Rûdawê da bi Aldar Xelîl ra hevpeyvînek kiriye. Ji bersîvên Aldar Xelîl diyar dibe, hewqas tawîz dane çeteyên Şamê, dev ji navê Kurdistana Rojava jî berdane.
Mêrik dibêje Kurdistana Rojava ne wek a Başûr e, em û ereb di nav hev da ne, em giş hemwelatiyên Sûriyê ne.
Erêbên dagirker yên bi darê zorê li Kurdistanê hatine bicîkirin, bûne xwediyên Kurdistanê. Û qebûl nakin em ji Kurdistanê ra bibêjin Kurdistan.
Yanî keda miletê kurd bû wek şîrê manga zer. Manga zer pir bi şîr bû, piştî dotina wê diqediya, nigê xwe li elba şîr dixist, dirjand.
"Entegrasyon", tê maneye qebûl dikin di nava eraban da bihelin, bibin ereb.
Kurdan micadeleyeke bêhempa, bedelekî mezin dan, tiştên heta nuha bi dest xistibûn bi piranî teslîmî Şamê kirine. Ev jî ji ber zeîfiya serokên HSD´ê, PYD´ê ye. Zû şertên Şamê qebûl kirin.
Di viya da rola Evdila Ocalan û PKK´ê mezin e. Evdila mala kurdên Kurdistana Bakur şewitand ne bes bû, mala kurdên Kurdistana Rojava jî şewitand; him jî derbeke pir xerab li wan xist.
Lê hîn destûra Sûriyê ya esasî nehatiye nivîsîn, hêvî dikim kurd di rojên pêş da peymanên îmze kirine red bikin, federasyonê bi ereban bidin qebûlkirin. Ev îmkan û şansê kurdan heye. Lê girêdayî serokên wan e. Dibê Evdila Ocalan û PKk´ê ji pêsîra xwe bixînin.

Tiştê kurdan bi xwîna bi hezaran şehîdî bi dest xistin, Aldar Xelîl û hevalên
wî li ser masê piraniya wan mafan diyarî ereb û tirkan kirin, tawîzên mezin dan. Ev jî trajediya me ye.
"Entegrasyon", tê maneye qebûl dikin di nava eraban da bihelin, bibin ereb.
Kurdan micadeleyeke bêhempa, bedelekî mezin dan, tiştên heta nuha bi dest xistibûn bi piranî teslîmî Şamê kirine. Ev jî ji ber zeîfiya serokên HSD´ê, PYD´ê ye. Zû şertên Şamê qebûl kirin.
Di viya da rola Evdila Ocalan û PKK´ê mezin e. Evdila mala kurdên Kurdistana Bakur şewitand ne bes bû, mala kurdên Kurdistana Rojava jî şewitand; him jî derbeke pir xerab li wan xist.
Lê hîn destûra Sûriyê ya esasî nehatiye nivîsîn, hêvî dikim kurd di rojên pêş da peymanên îmze kirine red bikin, federasyonê bi ereban bidin qebûlkirin. Ev îmkan û şansê kurdan heye. Lê girêdayî serokên wan e. Dibê Evdila Ocalan û PKk´ê ji pêsîra xwe bixînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar