Sê hefte ne li Kurdistana Rojava kurd di bin êrîşeke hovane ya cîhadîstan da nej i medyaya dinyayê kes li wir tune ye, tu telewîzyon, tu ajanseka dinyayê li wir tune ye, weşaneka zindî nake.
Roja pêşî ya şerê filistîniyan û Îsraîl dest pê kir hemû ajansên dinyayê, bi
sedan rojnamevan ji Xezayê weşanên dîrekt dikirin.
Li kîjan welatê Afrîkayê şerek çêdibe, ajansjên mezin tavilê li wir in.
Lê 20 roj in kurd di bin êrîşeke hovane da ne, sivîl, zarok, kal, pîr, kîjan
kurd dikeve ber destên hovên cîhadîst dikujin, serîyan jêdikin û vîdeoyên
wahşeta xwe jî belav dikin.
Lê dîsa jî medyaya dinyayê kerr û kor e, naçe Kobanê û gund û bajarên kurdan û dinyayê ji wahşeta cîhadîstên Colanî û Tirkiyê agahdar nake.
XXX
Dagirkerên welatê me ji me nefret dikin, gunehê wan bi me
nayê meriv fêm dike.
Lê dinya misilman û Rojava çima ew hewqasî ji me nefret
dikin, çima ew naxwazin em ji bindestiyê xelas bibin ez fêm nakim.
Welatên Xerbê berê pesnê keçên me, şepalên me yên zora Daîşê
birin dan, ew bi ezmanan xistin, sûretên wan kirin afîş, kirin qapaxên kovarên xwe.
Fîlm li ser qehremaniya wan çêkirin.
Nuha jî bi bêbextî, bi bêînsafî wan çepal û kulîlkên kurd bi
çeteyê hukûmeta Şamê û Tirkiyê didin kuştin.
Nizanim çima ew jî wek dijminên me kanin li hemberî me
hewqasî zalim bin?
Ez nizanim me çi xerabî bi wan kiriye?
Çima Xerb û hemû welatên misilman jî ji me neferet dikin,
gişk li dijî azadîya me ne?
XXX
Hûn namerdiya rûsan dibînin, berî tirk êrîşî Qamîşloyê bikin
balafirxaneya xwe xera kirine û leşkerên xwe paş da vekişandine.
Ev jî tê maneya êrîşa Tirkiyê di rê da ye.
Ji bo ku kurd balafirxaneyê bi kar neynin, jê feydeyê
nebînin ew hedimandine. Yanî hewqasî neyarên me ne.
Bû wek berê, dîsa Rûsya, Amerîka û Hêzên Hevpeyman bi
Tikriyê û Daîşê ra li me bûn yek
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar