Fermandarê hêzên hukûmeta Şamê yê îro ji alî şervanên kurd va hatiye kuştin serokekekî mezin ê DAÎŞ´ê bûye.
Amerîka, Hêzên Hevpayman bi DAÎŞ´ê ra şerê Daîşê dikin.
Sûtalekî wek Colanî kane bi vê ibretê henekê xwe bi
Amerîkayê û tevayiya Yekîtiya Ewrûpayê,bi NATO´yê bike.
Ev çete heta nuha di bin baskê tirkan da bû.
Komerdîyeke wiha nehatiye dîtin. Baş bû, dibê dinya vê ibretê
bibîne. Dibê hinek vî risma bigihînin Emmanuel Macron.
XXX
DEM Partîyê û PKK´ê ji bo "biratiya gelan" xwe
helak kirin. Tirkiyê û Sûriyê û gelên xwedêgiravî "birayên" me ne,
fermana me rakirine, dixwazin li Kurdistana Rojava qira me bînin.
"Birayên"(!) me yên tirk rojekê êrîşên ser me proteto nekirin.
Yên hîn jî qala biratiya "gelan" bike ya korfahm
e, ji binde totikvala ye, ya jî bi zanetî miletê kurd dixapîne, dixwaze riyeke
şaş, hedefeke şaş bide ber kurdan. Dibê kurd ala miletperweriya kurdî hildin û
ji van kes û partiyên tirkparêz û Tirkiyeparêz xelas bibin.
XXX
Amerîkayê, Hêzên Hevpeyman ne tenê dev ji piştgiriya kurdan
berdan, di ser da bûn hevalên çeteyên wan û kurdan bi hev ra şerê wan dikirin.
Ev bêexlaqî ye.
Hûn naxwazin êdî alîkariya kurdan bikin, me ew fêm kir.
Neheqî be jî hûn kanin bikin.
Ê çima hûn bûn hevalê çeteyên we kurdan bi hev ra şerê wan
dikir?
Di şer da we ji nişka ve cephe gurhet, hûn derbasî cepheya
dijmin bûn.
Dewlet gerek vê bêbextiyê bi hevalê xwe yê şer neke. Kane ji
şer vekişe, teslîm bibe, lê nabe bibe hevalê dijmin.
Li gel vê jî dibê em dijminatiya Amerîkayê, Xerbê nekin,
gazina ji wan bikin, wan rexne bikin, lê dijminatiya Amerîkayê, Xerbê li zirara
me ye. Dibê em vê cepheyê qezenc bikin, saxlem bikin. Bêyî alîkariya wan tu
alternatîfeke me ya din tune ye

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar