27 januari 2026

Tirkiyê careke din demokrasîya xwe nîşanî dinyayê da


Pûlisên tirk îşkenceyeke mezin li xortê li Nisêbînê Ala Tirk daxistibû kirine. Wahşeteke mezin e. Serî li lêwik perçe kirine, lawik nîvkûştî kirine. Lawik nikane bimeşe, bi erebokê rakirine nexweşxanê.

Li welatê herî paşdamayî jî ji bo daxistina alê ewê îşkenceyeke wiha nekirina.

Jixwe li Tirkiyê heqaretkirina li kurdan, îşkencekirin û kuştuna kurdan serbest e, ne sûc e.

Ji bo wê jî pûlisên lawik kirine malê mirinê ewê neyên girtin, neyên cezakirin. Pûlis viya baş zane. Ji bo wê jî lawik kirine komayê, serê wî, her derê wî pelixandine.

Partiyên tirk, baroyên abûqatan, rêxistinên mafên mirovî jî ewê bêdeng bimînin. Çimkî yê îşkence lê bûye kurd e.

Bi vê wahşeta xwe dixwazin çavên kurdan bitirsînin, ji bo ku kes newêribe careke din tiştekî wiha bike.

XXX

Li ku derê çeteyên cîhadîst hebin Tirkiye hevalê wan e, piştgiriyê dide wan, wan tîne Tirkiyê,organîze dike, dişîne Sûriyê ji bo ku şerê kurdan bikin

Tirkiye viya jî bi perê Yekîtiya Ewrûpayê dike.

Piştgiriyê dide Daîşê, HTŞ´ê, Hamasê, Hizbullahê. Dinya viya dibîne, lê deng nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar