26 januari 2026

Ne eynî gulî ye, lê eynî êş e!

Hemşîre Îkra Hepgez

Li nexweşxaneyeke bajarê Tirkiyê Kocaeliyê, hemşîreyeka bi navê Îkra Hepgez*, dilê wê bi kuştina wahşîyane ya keçên kurd şewitîye, wek piştgiriyeke humanîstî, sembolîk a bi keç û jinên kurd ra wê jî porê xwe wek gulî hûnaye û bi vê gotinê parve kiriye:
”Ne eynî por e, lê eynî êş e, eynî his e”!

Dozger û pûlisên tirk ji barbariya celadên Daîşê yên serê keça kurd jêkirin nerehet nebûne, ji hûnana guliyê Îkra Hepgezê pir nerehet û hêrs bûne.

Sawcî di heqê Îkra Hepgezê da derhal doz vekiriye, dû ra keçik hatiye girtin.

Heger biba wan ê jî wek wan celadên îslamî guliyê Îkrayê jêkirana. Wiya nekin jî ew û celadên îslamî xwediyêeynî eynî fikrê û eynî îdeolojiyê ne. Ji însanîyetê, ji medenîyetê bêpar in û neyarên miletê kurd in.
Bi milyonan tirk di medyaya sosyal da heqaretên mezin li Îkrayê dikin, di platforên dijîtal da wê lînc dikin.
Tirk pir û pir zalim bûne, ji celadên Daîşê ne kêm tir in. Bi milyonan tirk amade ne wek van hovên îslamî bibin celadên kurdan.

*Min digot belkî Îkra tirk e, lê ne tirk e, kurdeke zaza ye, ji Diyarbekrê ye. Tirsandine, gotiye ez poşman im..

XXX

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê ra gotiye:

”Şamê berê avakirina sê firqeyên leşkerî qebûl kir, lê piştre ji ber midaxeleyekê ji vê biryarê poşman bû û vegeriyaye ser daxwaza "tevlîbûna takekesî".

Tiştê ecêb, Îlham Ehmed newêre bibêje, ji ber midaxeleya Tirkiyê Şamê çerx kir.

Mezlûm Ebdî û hin berpirsiyarên HSD´ê yên din jî gava qala vê devguhertina Colanî dikin, dibêjin ”ji ber midaxeleya ji der ve” Şamê hebûna sê firqeyên leskerî red kir, got dibê hûn wek şexs têkevin nava artêşê bibin.

Tirkan mala wan û miletê kurd şewitandiye, bi sedan kurd dane kuştin, ew hîn newêrin navê Tirkiyê bigrin devê xwe, bibêjin tirk nahêlin em bi Şamê ra li hev bikin.

Şêleke wiha ne rast e, şermeke mezin e, dibê hûn biwêribin navê qatilê miletê xwe bibêjin !

Meriv navê dewleta li pişt qetlîama meriv e venaşêre, dibê bi dengekî bilind bibêje Tirkiye nahêle em bi Şamê ra li hev bikin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar