26 januari 2026

Li Kurdistana Rojava li ber çavê dinyayê jenosîdek tê meşandin

Tiştê nuha li Sûriyê li hemberî kurdan dibin ji qetlîamên dema Daîşê xerabtir in. Ji bajarên, herêmên hêzên kurd jê vekişîyane bi sedan kurd êsîr ketine destên çeteyan û hemû bi barbarî hatine kuştin.

Îlham Ehmed bi xwe dibêje kuştî bi sedan in. Dibê hêzên kurd, HSD, PYD, ENKS, PDK, YNK û partiyên din bi hev ra alîkariyê, midaxeleyek li sehê ji Amerîkayê, ji Hêzên Hevpeyman bixwazin.

Çimkî çeteyên Colanî û tirkiyê eşkere qetlîamê dikin. Hovîtiyên ji yên Daîşê xerabtir dikin. 

Rewş pir xerab e, li ku derê kurdan zeft dikin dikujin û vîdeoyên hovîtiya xwe belav dikin.

Peymana agirbestê îmze dikin, lê di praktîkê da guh nadinê, agirbest tenê li ser kaxetê ye. Yê vê qetlîama kurdan organîze dike, dihêle dom bike Tirkiye ye. Çeteyên girêdayî Tirkiyê van qetlîaman dikin.

Di vê felaketa hatiye serê kurdan da sûc tenê ne yê Amerîkayê û Hêzên Hevpayman e, sûcê HSD´ê, PYD´ê jî heye, wan jî tedbîrên cidî negirtine. Ji derên hêzên HSD´ê jê vekişiyan e kurd li dû xwe hîştine. Ew jî êsîr ketine destê hovan. 

Ew kurdên li Reqayê, Tebqayê û li herêmên din giş êsîr ketine destê hovên îslamî û hatine kuştin.

Lê nuha ji rexnekirinê bêtir dema em bi hev ra li miletê xwe, yên ji mirinê filitîne xwedî derkevin û nehêlin qetlîam berdewam be.

Dibê berpirsiyarên HSD´ê, PYD´ê, ENKS´ê bi hev ra alîkariyê, midaxeleyê ji Amerîkayê, ji Hêzên Hevpeyman bixwazin. 

Di dema agirbestê ta gerek çete êrîş nekin. Dibê Amerîka van êrîşan bide sekinandin. Dibê zextê bidin ser ehmed Colanî û tirkiyê. 

Ev berpirsiyariya Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman e.
Meriv naxwaze bêhêvî be, lê rewş pir xerab xuya dike. Hêvî dikim kurdên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr bi hev ra miletê xwe ji qetlîamên hîn mezintir biparêzin; kurdistana Rojava nebe Şengal.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar