Parlamenterê Hudaparê yê Batmanê(Êlihê)Serkan Ramanlî meaşekî xwe daye ”mexdûrên herbê” yên Efrînê û Kobanê.
Ew û partiya wî Hudapar li dijî êrîşên, hovîtiyên çeteyên Tirkiyê yên îslamî, li dijî piştgiriya
Tirkiyê ya bi çeteyên kirêkirî ra dernayên, zulma li kurdên Rojava dibe şermezar nakin, meaşekî xwe dide mexdûrên Efrînê û
Kobanê.
Ev fêlbazî ye, xapandin e.
Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, tu garantî tuneye alîkariyên ji Efrînê
ra dibin tirk bidin kurdan. Lê dîsa jî ez ne li dijî vê alîkariya wî me, bira
bike. Baş kiriye.
Gerek Serkan Ramanlî û partiya wî nîşan bidin ji bo kurdên Rojava çi dixwazin?
Mafê ji filistîniyan ra dixwazin ji kurdan ra jî dixwazin ya na? Heger na, ji bo çi na?
Çima mafê filistîniyan heye dewletê bixwazin, çima yê kurdan tuneye û çima Serkan Ramanlî û Hudapar vî mafî ji bo kurdan jî naxwazin?
Serkan Ramanlî û partiya wî Hudaparê heta nuha li dijî êrîş û hovîtiyên çeteyên Colanî û Tirkiyê derneketine, wahşeta tînin serê kurdan şermezar nekirine.
Çend quriş pere dide kurdên Efrînê û Kobanê. Ev karê xapandinê ye, dixwaze bi çend quriş pere kurdan bixapîne, xwe wek dost, dilxwazê kurdên Rojava nîşan bide.
Tirkiye ne li dij e hovên seriyan jê dikin, tecawizî namûsa kurd dikin bibin xwedî dewlet, lê qebûl nakin kurd bibin xwedî otonomî.
Serkan Ramanlî dibê ji Tirkiyê bibêje çima hûn vê neyartiyê bi kurdan ra dikin?
Serkan Ramanlî û partiya wî wek ji bo filistîniyan dikin, dibê ji bona kurdên Rojava jî dakevin meydanan û êrîş û qetlîamên ser gelê xwe protesto bikin. Gava viya nekin, bi dana şend qurişan ji vê mesûlîyetê xelas nabin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar