24 januari 2026

Li Stockholmê kurd îro jî li meydanan bûn


Îro li paytexta Swêd li Stockholmê, li Meydana Medborgarplatsenê ji bona piştgiriya Kurdistana Rojava meşeke mezin hebû.
Şîara, Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat, Kurdistan yekwelat li meydanê olan da. 
Bêyî vê meşa ez û xanim tevê bûn, meşeke din jî li Stockholmê hebû. Ew jî pir qelebalix bû.

Li gel ku berf dibarî û sermak pir hebû jî gelkî qelebalix bû.
Kurd pir xemgîn in, pir bi hêrs in.
Amerîkayê, Fransayê, Îngilistanê, Hêzên Hevpeyman bi bêexlaqiyeke mezin terka mitefikên xwe yên kurd kirin, bûn hevalên Colaniyê terorîstê el Qaîdeyê û Nusrayêyê.

Ji ber bêdengiya Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman Tirkiye jî bi çeteyên îslamî ra eşkere êrîşî kurdan dike, dixwaze Kurdistana Rojava ji kurdan vala bike, wek Efrînê bi xwe girê bide.


Tiştê Amerîka û Hêzên Hevpeman dikin him ji alî siyasyî ve ji alî huqûq û exlaqê hevpeymaniyê ve ne rast e. Nabe meriv ji nişka va mitefikê xwe, hevalên xwe yên şer, yên sengerê di şer da tenê bihêle û ji cepheyê bireve, here bibe hevalê dijmin.
Tiştê Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman li Sûriyê li hemberî kurdan kirin rûreşî ye, bêexlaqî ye, xiyanet e.
Dewlet gerek ne wek însanên bêbext bin, normên wan ên huqûqî, siyasî exlaqî hene. Gava guh nedan wan normên xwe yên exlaqî dibê meriv bi bîra wan xîne, wan rexne bike. 
Helbet Amerîka kane têkiliya xwe ji kurdan qut bike, êdî alîkariya wan neke. Lê ne bi vî rengê kurdan di şer da tenê bihêle û here bibe hevalê dijmin û li qetlîma mitefikê xwe yê şer temaşe bike.

Bi baweriya min dibê HSD, PYD û partiyên kurdan bi hev ra nameyekê ji serok û berpirsiyarên Amerîkayê ra, ji Fransayê, Îngilistanê, Almanyayê û Îtalyayê ra bişînin, wacibê wan ê hevpeymaniyê û exlaqî bîne bîra wan û vê xiyaneta wan a bi miletê kurd ra rexne bikin.
Rêxistinên Dîaspora kurd jî kanin nameyeke wiha binnivîsin.
Hin kes kanin nameyeke wiha hazir bikin û bi partiyan, bi kesên nas, sinetkar, nivîskar bidin îmzekirin.
Nameyeke wiha tesîrê li Donald Trumpm û serokên dewletêm din neke jî ewê li însanên din bike. Dibê em li hemberî vê bêexlaqiya amerîkiyan û serokên ewrûpî bêdeng nemînin, belgeyekê ji tarîxê ra bihêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar