Di şerê Xezayê da çavê medyaya cîhanê wer li ser Xezayê bû, di hemû telewîzyon û ajansan da xebera yekê li ser Xezayê bû.
Rojnamevanan xeber li ser xeberê didan, risim, vîdeo, hevpeyvînên bi zarokan ra
belav dikirin.
Lê ev telewîzyon û ajansên di serê her xeberên xwe da qala Xezayê dikirin, weşanên dîrekt dikirin, hema
hema qet qala êrîşên ser Kurdên Rojava, perîşaniya Kobanê nakin.
Qîrîn
û hawara zarokên kurd wek yên filistîniyan nabihîzin. Çavên xwe, guhên xwe ji
qîrîn û hawara kurdan ra girtine, li êrîşên hovên îslamî û Tirkiyê yên ser kurdên Rojava
temaşe dikin, nakin xeber, dinyayê pê nahesînin.
Bêdengiya, dezînformasyona medyaya tirk û ereb a li hemberî êrîşên çeteyên Şamê û Tirkiyê ser Kurdistana Rojava, dorpêça Kobanê meriv fêm dike. Meriv dibêje medya dijmin e, bêexlaqiyê, bêûjdaniyê dike, rastiyê nabêje, xwe kerr dike û xeberên ne rast belav dike.
Lê medyaya dinyayê ya li Xezayê 24 seet tim atîv, online bû, li ser kurdên Rojava kerr û lal e. Rojnamevanên ji Xezayê her roj dîmen belav dikirin, bi xelkê ra, bi zarokan dipeyivin, ji Kobanê, ji wahşeta çeteyên îslamî risman, dîmenan, qîrîna zarokên kurd belav nakin.
Wer xuya dike li dinyayê, di nava rast û çepên ewrûpî da ne tenê atnîsemîtizim xurt e, antîkurdîzim jî bi qasî antîsemîtîzmê xurt e.
Çimkî dost û hevalên yahûdiyan jî pir in, ew kirin dewlet û her tim jî li pişta wan in, di hrêjên teng da diherin hawara wan, tu carî wan bi tenê nahêlin, li êrîşên ser wan temaşe nakin.
Yê me kurdn ne wisa ye, tu dewlet piştgiriye cidî, daimî nade serxwebûna me. Kes rê li ber êrîşên tê ser me nagire. Li Kurdistana Rojava kes piştgiriyê nade otonomiya me jî.
Kes ji tirkan ra nabêje hûn çi ji vî miletê mezlûm dixwazin?
Çima hûn nahêlin kurd li Sûriyê azad bibin, bibin xwedî federasyon?
Çima hûn li Tirkiyê mafên wan ên netewî nadin?
Çima hûn hewqas zulmê li kurdan dikin?
Çimkî antîkurdîzim ji antîsemîtîzmê xurttir e, ji bo wê jî kes qala antîkurdîzmê nake.
Ya xerab kurd jî viya nizanin, nabêjin. Dibê kurd êdî eşkere bibêjin antîkurdîzim jî heye û heta ji antîsemîtîzmê xurttir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar