23 januari 2026

Ka "dostên" me yên tirk li ku ne?

Careke din eşkere bû, di rojên teng da em kurd diherin gazî û hewara hev, em ji bo hev hêsiran dibarînin. Navê viya ruhê netewî ye.
Yê miletan dike milet, di rojên teng da dibezin gazî û hawara hev, xwe di ber hev da didin kuştin ev şiûr û ruhê netewî ye.
Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwaz di şîn û şahiyan da, di rojên xerab û tengasiyan da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Di demên wiha da meriv dibîne kî dost e, kî dijmin e, kî dilxwazê meriv e, kî dijminê meriv e.

Di van rojên çeteyên hukûmeta Şamê û Tirkiyê bi hovane êrîşî ser gelê me yê Kurdistana Rojava dikin da, me ev heqîqeta kî dost e, kî ne dost e careka din dît.
PKK´ê, partiyên nêzî wê bi hezaran tirk kirin parlamenter, kirin serokên belediyan, di dezgehên xwe anîn derên pir muhîm, ew kirin berpirsiyar û serokên xwe.
Lê îro ji wan tirkan kes li piyasê xuya nake, kes naçe hawara kurdên Rojava. Kes ji bo kurdên Rojava kampaniyên alîkariyê nadin destpêkirin.
Li Tirkiyê tirkên "dostên kurdan" meşekê, protestoyekê ji bona kurdên Rojava çênake.
Tirkên kurdan ew kirin parlamenter, li Kurdistanê ew kirin serokên belediyan, ew kirin berdevk û berpirsiyarên rojaname û dezgehên xwe ji bo kurdên Rojava alîkariyê top nakin, piştgiriya Tirkiyê ya van çeteyên hov ra protesto nakin.

Yên viya dikin kurd in. Kurdên Başûr in. PDK´ya, Barzaniyê, YNK´ya PKK´ê û tirkên dostên wê ew dixistin binê erdê, wek dijminê HSD´ê, PYD´ê nîşan didan. 
Nuha wan hêzan, wan partiyan, wan kesan bi çûk mezinên xwe va bazdan hawara gelê xwe, madî manewî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk di her warî da alîkariya kurdên Rojava kirin. Him jî bi ruh û can. Bi sedhezaran meşiyan, giriyan, alîkarî şandin.

Telewîzyonên wan ji bo birayên xwe yên Rojava bi şev û roj li defa hawê xistin, gotin kurdino, alîkariya Rojav bikin.

Yanî di van rojên teng da careka din diyar bû, ne ”dostên me yên tirk”, kurdên we bi çavekî xerab li wan dinêrî, we neyartiya wan dikir bi sîlehên xwe, bi alîkariya însanî û bi dîplomasîya xwe çûn hawara gelê xwe, bi gelê xwe ra bûn yek dil.

Ji bo wê jî dibê em bizanibin di rojên teng û giran da tu kes wek ferdên qewmê meriv ji bona meriv naşewite. Dîwarê meriv kanibe pişta xwe bispêrê hêzên kurd in, dera meriv kanibe lê bisitire himêza miletê meriv e.

Fikrê me, siyaseta me, îdeolojiya me çiqasî cihê be jî dibê meriv neyartiya hev neke. Gava hewce meriv hevdu rexne dike, lê dibê meriv dilê hev nehêle, gotinên giran ji hev ra nebêje.
Gerek meriv bizanibe di rojên teng da yên li pişta meriv rabin, yên werin gazî û hawara meriv ji xelkê bêtir, dîsa kurd in, însanên ji qewmê me ne.

1 kommentar: