Ne ji ber ku ez kurd im kurdan mezin dikim viya dibêjim, bi
baweriya min bêyî kurdan yek miletekî misilman dewlet heq nekiriye, yek jî ne layiqe
bibûya xwedî dewlet.
Ez ne şaş bim 57 dewletên misilmanan endamên Teşkîlata Yekîtiya Îslamî ne. Ji 57 miletên van dewletan yekî jî dewlet heq nekiriye.
Tenê kurdan heq kiriye dewleta wan hebe, ew jî ji ber bêşansiya wan, ji ber caxrafiya wan, ji ber pirbûna dagirkerên wan û ji ber hin şaşiyên wan nebûne xwedî dewlet.
Ma ereb, tirk, faris, somalî, yêmenî, libyî, misrî, cibûtî, senegalî, afgan, pakistanî, bengalî, ozbek, qirgiz, yanî ji 57 welatên misilman kîjan ji kurdan baştir e, pêşketîtir e, demokrattir e, medenîtir e?Ji 57 welatên misilman li kîjan welatî demokrasî, azadî, wekhevî,
edalet, huqûq heye?
Ka ji min ra bibêjin kîjan miletê misilman dewlet heq kiriye?
Kîjan miletê misilman ji kurdan pêşketîtir e, demokrattir e, berê wî bêtir bi Xerbê da û bi demokasiyê da ye?
Li kîjan welatê misilman jin bi qasî jinên kurd azad in û wek mêran di her qada
jiyanê da hene?
Dinya, Rojava vê rastiyê zane, lê dîsa jî piştgiriyê nadin kurdan ji bo ku
dewleta xwe ava bikin.
Ev jî bêexlaqî û bêbextiya wan e. Colanîyê terorîst, cîhadîst dikin serokê Sûriyê, lê piştgiriyê nadin kurd ji Sûriyê veqetin û dewleta xwe ava bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar