Rojnameya amerîkî The Wall Street Journalê li ser êrîşên çeteyên hukûmeta Şamê ser kurdan di lehê kurdan da nivîseke pir baş nivîsîye.
Nivîs bi sernavê "Serkêşiya Têkçûyî ya Tom
Barrack" sîyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi tundî rexne dike, dibêje "Washington
bi jiyana hevpeymanên xwe yên kurd xumarê dilîze." Dibêje heger çekdarên Colanî
têkevin bajarên kurdan qetlîama anîn serê elewîyan, durzîyan ewê bînin serê
kurdan jî.
Rojname dibêje:
Banga seferberligê û liberxwedana kurdan li dinyayê olaneke mezin da û şêla
Amerîkayê, ya dinayayê di lehê me da guhert. Amerîka nuha wek du roj berê li
Colanî nanêre û ewê dev ji piştgiriya kurdan bernede.
Çimkî çeteyên Colanî di êrîşên xwe da gelek sûcên li dijî însanîyetê kirin û
vîdeoyên wan belav kirin. Wan digot belkî kesê dengê xwe neke. Lê belgeyên,
vîdeoyên wahşeta wan dinya hejand, şêla Amerîkayê û ya dinyayê di lehê me da
guhert. Wek vê nivîsa rojnameya The Wall Street Journalê, gelek kesên din jî
Washington rexne kir, gotin nabe Amerîka, Hêzên Hevpeyman vê bêbextiyê bi
kurdan ra bike.
Ji ber vê reaksîyona dinyayê ya di lehê me da, wezîrê karên derve yê Sûriyê
gotiye rast e, di êrîşê da hin leşkeran sûc kirine, me ew girtine, ewê werin
cezakirin. Vir e, mecbûr man vê derewê bikin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî dev guhertiye, beyaneke hinek nerm daye, qala
dana mafê kurdan kiriye.
Diyar e dîtin Amerîkayê gav paş da avêt, ewê dev ji alîkariya kurdan bernede,
lema dixwazin Amerîkayê îqna bikin. Lê ewê nikanibin. Dibê kurd îdareya ereban
qebûl nekin, ew xwe îdare bikin û HSD´ê jî belav nekin.
Wergera nivîsê ya bi kurmancî li jêr e:
The Wall Street Journalê wiha ye:
“Serkêşiya Têkçûyî ya Tom Barrack
Çima li Sûriyeyê lez tê kirin? Zehmet e ku mirov
berjewendiyeke Amerîkayê ya zelal di jiholêrakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk
(HSD) a bi serkêşiya Kurdan de bibîne, bi taybetî bi wê leza ku çarenivîsa wan
girtiyên DAIŞê bixe metirsiyê ku di bin destê wan de ne.
Ev metirsî derket holê, piştî ku hinek girtî reviyan, vê
yekê artêşa Amerîkayê neçar kir ku roja çarşemê destwerdanê bike û beşekî wan
veguhêze Îraqê.
Hîn jî karta zextê ya cezayan di destê Serokê Amerîkayê de
ye ku dikaribû ji bo sepandina rawestandina daîmî ya wê tundiyê bikar bîne ku
desthilata Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer li dijî HSDyê pêk tîne. Lê ev
yek pêk nehat.
Siyaseta Amerîkayê niha ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê
Enqereyê Tom Barrack ve tê birêvebirin ku di heman demê de wekî nûnerê Sûriyeyê
kar dike.
Tê zanîn ku karên pêşîn ên Tirkiyeyê bidawîanîna hebûna
leşkerî ya Kurd e, di demekê de ku Enqere piştevana herî mezin a Şer e.
Roja duşemê, Serokê Amerîkayê pêwendî bi Şer re kir û roja
din Barrack daxuyaniyek da ku wekî ragihandina bidawîanîna HSDyê xuya dikir,
dema got, rola sereke ya wan hêzan di şerê dijî DAIŞê de bi dawî bûye û Şam
amade ye dosyeya ewlehiyê wergire, bi birêvebirina girtîgehên rêxistinê jî.
Lê ev "amadehî" her ji roja ewil ve lawaz derket,
dema Şamê ragihand ku 120 girtiyên DAIŞê reviyane.
Ev yek sedema destwerdana bilez a fermandariya leşkerî ya
Amerîkayê ye ji bo veguhastina girtiyan a Îraqê, dûrî kontrola rejîma nû ya
Sûriyeyê.
Tenê salek berê, Ehmed Şer serkêşiya komeke cîhadî dikir.
Îro, çekdarên wan koman bûne pêkhateya sereke ya artêşa Sûriyeyê ku hîn jî
têkeliyeke e ji mîlîsên xwedî gelek girêdan û gelek fermandarî, di nav wan de
çekdarên biyanî di cihên hestyar de hene.
Ti garantiyeke rastîn tune ye ku ev hêz rûbirûbûneke cidî li
gel DAIŞê li deverên dûr bikin, yan di şerê dijî komên Îslamî yên Sunî yên din
de cihê baweriyê bin.
Tenê bibîranîna bûyera kuştina sê Amerîkiyan a meha borî li
ser destê endamekî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bes e.
Tevî eşkerekirina pêwendiyên wî yên bi rêxistina DAIŞê re,
hat gotin "dûrxistina" beriya êrişê "ne zehmet bû". Mijar
wekî rewşeke lezgîn nehat dîtin.
Li hemberî vê yekê, Amerîka rûbirûyî van cûre gumanan li gel
HSDyê nebû ku şerekî bibandor li dijî DAIŞê kir.
Heta dema Serokê Amerîkayê got, Kurd "bêhtir ji bo xwe
di şer de ne ne ji bo me," ev giringiya tiştê wan pêşkêş kiriye kêm nake.
HSDyê bedeleke mezin a mirovî da û bi hezaran şervan winda
kirin, da ku Amerîka neçar nebe rasterast bikeve şerê bejahî.
Piştî têkçûna DAIŞê, di dosyeya petrolê de hevahengî li gel
Washingtonê berdewam kir û bi hezaran endamên rêxistinê girtin, vê yekê gelek
welat, bi taybetî yên Ewropayê, ji barê wergirtin û dadgehkirina wan rizgar
kirin.
Bi gotineke zelaltir, Kurdan erka herî giran li şûna yên din
bi cih dianî. Pirsa niha ev e: Gelo ev qurbanîdan dê bi xiyanetê were
xelatkirin?
Şer, di pêşveçûnên leşkerî de pişta xwe bi komên çekdar ên
eşîrîve girê dide. Eger ev hêz ewil bigihin girtîgehên DAIŞê, dê karesat
çêbibe.
Eger herin deverên ku piraniya wan Kurd in, çi bi rêya van
koman be çi hêzên rejîmê, metirsiya ducarebûna komkujiyê dê bibe rastî.
Ev berê bi Elewî û Durziyan re sala 2025an qewimî, bêyî ku
lêpirsîneke cidî hebe, tevî sozên Şer.
HSDyê pişta xwe bi rola Amerîkayê girê dabû ji bo
rêlibergirtina pêşveçûnên Şer, heta digihêje şêwazekî dadperwerane ji bo
yekbûna niştimanî.
Di vê çarçoveyê de, asayî ye ku Kurd dudil bin di
hilweşandina hêzên xwe û tevlîkirina wan a li gel artêşekê de ku desthilat tê
de hêdî hêdî di destê yek zilamî de kom dibe.
Îro, Amerîka qumarê bi jiyana hevpeymanên xwe yên Kurd û
berjewendiya xwe ya ewlehiyê ya di şerê dijî DAIŞê de dike.
Her du jî rêlibergirtina li her êrişeke ji nişka ve dikin pêwîstî. Dibe ku leza Tirkiyeyê hebe di têkbirina HSDyê de lê ne di berjewendiya Washingtonê de ye ku di vê rêyê de bibe hevpar."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar