Waliyê Diyarbekrê mitînga di 25´ê mehê da ewê ji bo ”azadiya Evdila Ocalan” çêbiba qedexe kiriye.
Belkî dewlet ditirse kes beşdar nebe lema qedexe dike. Naxwazin Evdila Oclan pûç bikin, bêhêz nîşan bidin.
Serokê Partiya DEM´ê Abas Şahîn gotiye em qedexeyê qebûl nakin, emê mitîngê
çêkin.
Ez fêm nakim însan çawa kanin hîn jî Evdila Ocalan biparêzin, ji bo wî mitîngê çêkin?
Devlet Bahçeliyê neyarê miletê kurd dixwaze qirra kurdên Rojava bîne, bûye berdevk û hamîyê Evdila Ocalan. Lê hîn jî kurdên wî diparêzin hene !Ev çi bêhişî ye, çi îpnotîzma ye aqilê min nagire...
Ecêbek pir giran e. Vana ji mirîdan jî xerabtir in.
Devlet Bahçelî ji Mezlûm Ebdî ra dibêje terorîst, dibêje gerek bakurê Ferêt jî ji terorîstan were paqijkirin. Gerek li wir jî koka wan were qelandin.
Û ev Devlet Bahçelîyê ji bo ku qirra kurdên Rojava bîne bi hezaran çeteyên îslamî şandine ser kurdan, Evdila Ocalan diparêze, dibêje gerek Mezlûm Ebdî û HSD gurra wî bike.
Gelo tiştê Bahçelî û Evdila Ocalan ji HSD´ê dixwazin mimkûn e tiştekî baş û di lehê kurdan da be?
Ji ber ku Mezlûm Ebdî gurra Evdila Ocalan nake ji hêrsa kef
û girêz bi devê Bahçelî dikeve, lê bi hurmet qala Evdila Oclan dike.
Gelo mimkûn e Devlet Bahçelî ji kurdekî welatperwer, kurdekî ne hevalê wî
dewleta wî be hez bike, pesnê wî bide?
Însan çawa vê pirsê ji xwe nakin ez fêm nakim!
Însanên ji bo kurd û Kurdistanê fedekariyên mezin kirine, bedelên pir mezin
dane, bi kîjan aqilî, bi kîjan ûjdanî hîn jî Evdila Ocalan diparêzin, hîn jî
dev jê bernadin.
Malneketno, hûn nabînin dijminê miletê kurd, dijminê PKK´ê, HSD´ê, PYD´ê yê herî
har bûye berdevkê Evdila Ocalan.
Ma Devlet Bahçelî bela sebeb bûye berdevkê Evdila Ocalan?
Devlet Bahçelî benê îdamkirina Evdila Ocalan di mitîngan da li ba dikir, îro wî
diparêze. Hûn çima li sebebê vê guherîna Bahçelî nafikirin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar