22 januari 2026

Liberxwedana kurdan rewş guhert


Îro pêşketinên nuh, pir muhîm çêbû. Her tişt pir zû diguhere.

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack li Hewlêrê bi Mezlûm Ebdî(Kobanî) û Îlham Ehmedê ra civînek çêkiriye. Tiştekî wiha nedihat payin, surprîzeke xêrê ye, kêfa min anî.
Piştî civîna bi Tom Barrack ra, Mezlûm Kobanî û Îlham Ehmed bi serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzxanî ra jî civînek çêkirine.
Ev herdu civîn pêşketine pir baş e. Diyar e liberxwedana kurdan, dîplomasiya wan, xebata kurdan ya medyayî netîceyeke baş da, tesîr li Donald Trump û raydarên Amerîkayê kir.

 Desthildan fereca xêrê ye. Şer xerab e, naparêzim, lê ev "aştiya" Colanî dixwaze teslîmîyet e, ji şer xerabtir e. Heger kurd şertên danîne ber kurdan bêyîyî guhertin qebûl bikin netîceyên wê ewê ji ya xerabtir be. Kurd li ber xwe bidin belkî kanibin rewşê û şêla Amerîkayê, ya dinyayê biguherînin û ewlehiya xwe bigrin garantiyê. dibê kurd kanibin xwe biparêzin. 

Lema Tom Barrack çûye Hewlêrê û bi heyeta HSD´ê/PYD´ê da rûniştiye.

Ev civîn tê maneya bazareka nuh. Yanî îro ji do baştir xuya dike, bi îhtîmaleke mezin kurd ewê hin mafên baştir bi Şamê û bi Amerîkayê bidin qebûlkirin. Û şer bidin rawestandin.
Desthilanîn fereca xêrê ye. Baş bû kurdan şertên Colanî qebûl nekirin, xwestin hin guhertinan tê da çê bikin. Hêvî dikim vê carê bi alîkariya kurdên Başûr, HSD kanibe şêla Amerîkayê di lehê kurdan da biguhere.
Colanî ne li ber tiştekî ye, Amerîka bibêje erê mesele hel dibe.
Tirkiye ewê li dij be, ewê nexwaze kurd mafên baştir bidest xin, lê gava Amerîka bixwaze tirk tenê kanin bireyin. Lê nikanin tu jahrê belav bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar