Xuwişk û birayên ezîz û dilşewat, dibê em kurdên dîasporayê
li her dera dinyayê êrîşên ser Kurdistana Rojava protesto bikin û ji dinyayê piştgiriyê,
alîkariyê bixwazin.
Dibê em ji bêdengiya Amerîkayê, Ewrûpayê gazin bikin, wan rexne
bikin.
Lê tu carî dijminatiya Amerîkayê, Ewrûpayê, Îsraîl nekin. Bi êrîşa ser
wan, bi dijmminatiya wan em li zirarê ne.
Li hemberî van hovan yên alîkariya me bikin dîsa ew in, dibê em wan îqnayî alîkariyê bikin. Êrîşî wan nekin.
Li tu welatî êrîşî sefaretxaneyên tu welatî nekin, bi pûlisên
tu welatî ra şer nekin. Meş û protestoyên me dibê aştiyane bin, em zirarê nedin
tu kesî.
Êrîşkarîya ser deran, acizkirina xelkê tu feydeyê nade me,
zirareke mezin dide me.
Kes bi zorê nabe dostê me, alîkariya me nake. Dibê bi
rehetî, bi diyalogê, bi medenîyata xwe, bi kultura xwe ya humanîst, demokrat em
xelkê îqna bikin.
Partîno, gelî serokên kurd, guh bidin qêrîn û hawara gelê
Kobanê, çeteyên Colanî bi alîkariya Tirkiyê Koban dorpêç kirine, dixwazin heyfa
xwe hilînin, qetlîameke mezin bikin !
Partiyên Bakur û Başûr, hukûmeta Kurdistanê, dîaspora kurd zû
herin hawara Kobanê hîn dereng nebûye.
Heger çete têkevin Kobanê kesî sax nahêlin...
XXX
Çeteyên Colanî û Erdogan û hevpeymaniyên Amerîkayê, Yekîtiya
Ewrûpayê yên nuh li Reqayê ala DEAŞê bilind kirin!
Hêzên Hevpeyman,Amerîka ewê bi van çeteyan Daîşê ra şarê DEAŞê
bikin?
Li Amerîkayê,li Fransayê,li Yekîtiya Ewrûpayê,li Hêzên
Hevpeyman pîroz be!
XXX
Bijî Wêranşar, bijî bajarê min ê bi xîret, kurdperwer!
Wêranşar her tim kela kurdperweriyê bûye, nuha jî viya nîşanîneyaran dide.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar