Ev nivîsa li jêr axaftineke Mehmet Sacît Arvasî(@SacitArvasi) ya di You Tube da ye.
Camêr êrîşên ser kurdên Rojava, bêbextî û derewê tirkan û îslamîstan pir xweş taswîr kiriye. Min axaftina wî, metaforên bi kar anîye eciband, ji bo wê jî ji tirkî wergerand kurmancî.
Mehmet Sacît Arvasî di medyaya sosyal da dîndarekî pir aktîv e û gelek vîdeoyên balkêş parve dike. Kurdekî rastgo ye, ne tirsoneke, ne hevalê neyarê qewmê xwe ye.
Mehmet Sacît Arvasî di vê axaftina xwe da bi xurtî li dijî êrîşên ser Kurdistana Rojava derdikeve, dûrrûtiya berpirsiyarên Tirkiyê û bêdengiya dîndarên kurd rexne dike."Her ku li Rojava dixin, kurd ji tumora(ûrê) serên xwe, ji
qilêra dilên xwe safî(pak) dibin, ewê pak bibin.
Qismekî axa Tirkiyê welatê kurdan yê bi hezaran salan e, lê belê Tirkiye ebeden
ne dewleta kurdan e.
Dîtina dewleta tirk wek dewleteke kurdan e jî, di serîyan da tumor e, di dilan
da qilêr e.
Her ku li Rojava dixin kurd ewê bi vê heqîqetê ra rûbirû bibin, ewê ji tumora
serên xwe û ji qilêra dilên xwe safî bibin, pak bibin.
Bi hestên dînî, bi derewa umetê hevaltiya Tirkiyê ji bona kurdan tumora di serî
da, qilêra di dil da ye.
Li Rojava em li birayên xwe yên kurd naxin, em li YPG´ê,
PKK´ê dixin derew e, baweriya ji vê derewê ji bo kurdan di serî da tumor e, di
dil da qilêr e.
Dema Efrîn girtin ma kurd ji wir celî nekirin?
Ma tabeleyên bi kurdî danexistin?
Ma kurdî li dibistanan qedexe nekirn?
Li Helebê, li Eşrefiyê, li Şêx Mexsûd ma kurd celî nekirin?
Ji bo wê jî gotina ”em li kurdan naxin”, em li viya, li wiya dixin derew e.
Baweriya ji vê derewê jî ji bo kurdan, di serîyan da tumor e, di dilan da qilêr
e.
Li Rojava her ku li kurdan dixin, kurdê ji vê tumora serên xwe û ji vê qilêra
dilên xwe pak bibin, pak dibin."
///Mehmet Sacît Arvasî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar