Hukûmeta Sûriyeyê ya Colanî êrişa ser kurdan, dagirkirina bajarên Kurdistanê bi Sûreya Enfalê wek "fethê", yanî zafere li dijî kafiran bi nav dike. Wezareta Ewqafê ya Colanî xwestiye li mizgeftan mele ji bo vê fetha artêşa Sûriyê ya li dijî kurdan(kafiran) dua bikin.
Ehmed El-Şer Colonî jî wek Seddam Husên Sûreya Enfalê ji
Quranê li hemberî kurdan bi kar anî.
Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê nameyek fermî, Hejmar (250), bi tarîxa (18/1/2026)ji hemî mizgeftan ra şandiye.
Name bi ayeta hejmar (9) a Sûreya Enfalê dest pê dike û
banga nimêjê û kuştina kurdan dike.
Bav û kalên wan ên terorîst jî eynî tişt kiribûn, wan jî
daye ser şopa pêşiyên xwe.
Meleyên me, alimên me, îslamîstên me ji vê banga li dijî
miletê xwe çawa dibînin, bersîva wan çi ye?
XXX
Çete gorrên miyên kurdan xera dikin.
Yên tehamulî gorrên(tirbên) miriyan nekin, ewê çi bînin
serên kurdên zindî êdî hûn texmîn bikin !
Lê bi dilê Erdogan, Bahçelî û tirka ye, ji xwe ji bo ku viya
bikin wan çekdar dikin û dişînin ser kurdan.
Tirkin dixwazin li vê dinyayê kurd jî, gorrên kurdan jî
tiunebin.
Di dawiya êrîşên çeteyên îslamî yên hovane da HSD msd nema,
bû hêza parastina Kurdistana Rojava.
Kurd tam bûn kurd û Kurdistanî, Şiûrê netewî xurt bû.
Demagojiyên îdeolojîk, virên biratiya gelan xelas bûn.
Kurd êdî ne kurdên deh roj berê ne, dost û dijminên xwe baştir
nas kirin, bêtir bûn neteweparêz. Xelasîya me, azadî û serxwebûna me di xurtbûna
vê îdeolojiyê, vê xetê da ye. Dibê em kurd miheqeq bibin xwedî dewleteke netewî,
tu rêyeke din me ji helandinê xelas nake,
Di van rojên teng û xerab da kurd karên meriv pê kêfxweş û
serbilind dibe dikin. Piştgiriyên bi vî rengî nîşana xurtiya ruhê netewî ye.
Kurdên miletperwer di rojên teng da diherin hawara hev.
Her bijî, mala we ava be, we pîroz dikim !
Dibê nuha bi hezaran kurd ji AKP´ê, ji partiyên tirkan
îstîfa bikin.
Heger kurdên parlamenter û wezîrên AKP´ê, çend hezaran
kurdên endamên wê, îro îstîfa kiribana, gotibana em vê zulma hûn li kurdan
dikin qebûl nakin, Erdogan ewê li ser dêla xwe biketa, dev ji piştgiriya terorîstên
îslamî berda.
Lê bêxîret in, ne bi hezaran, yek jî îstîfa nake.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar