21 januari 2026

Him hevalê dagirkerê welatê xwe ye, him Amerîkayê rexne dike

Berdevkê Hudaparê Yunus Emîroglu @emirogluyunus di platforma X´ê da gotiye, ”Amerîka nabe dost. Yên pişta xwe dispirên Amerîkayê mahkûmî têkçûnê ne.”

Tu dibêjî belkî yên ji Amerîkayê baştir hebûn kurdan pişta xwe nesipartin wan, lema şaşiyeke mezin kirin.
Hey bêûjdan, ka bibêje bira kurdan pişta xwe bisparta kê, kîjan dewlet ji Amerîkayê baştir e, kurdan pişta xwe nesipartiyê?
Ew di himêza dagirkerê welatê xwe da rûniştiye viya şaş nabîne.
Piştgiriya tirkan a bi çeteyên Colanî ra, neyartiya Tirkiyê ya bi kurdên Rojava ra rexne nake, hevkariya kurdan a bi Amerîkayê ra şaş dibîne.

Ya din, yê piştgiriya Amerîkayê bi bertîlan ji ser kurdan qut kirin Tirkiye ye.
Ne zext û bertîlên Tirkiyê bûya Amerîkayê dev ji alîkariya kurdan bernedida.
Ne Tirkiye be çeteyên Colanî nikanin êrîşî kurdan bikin. Bi sîlehên Tirkiyê êrîşî kurdan dikin.
Yên van çeteyan çekdar dikin û dişînin ser birayên te yên mezlûm tirkên tu di hêmaza wan da yî.
Tu ji tirsa tirkan newêrî êrîşên çeteyên hov rexne bikî, tu newêrî herî hawara kurdên li Kobanê av û elektirîk ji ser qutkirine, bê av, tî û birçî ne gotine baş bibêjî. Lê tu dîsa jî li ser kurdan bi bêûjdanî zimandirêjiyê dikî, dibêjî çima hûn bûn hevkarên Amerîkayê.
Amerîka sed qatî ji tirkên dost û hevalên te çêtir in. Ne parastin û alîkariya wan bûya Tirkiyê û çeteyên Daîşê ji zû da qirra kurdan anîbûn.
Ma tu şerm nakî Amerîkayê rexne dikî û ji Tirkiyê ra tiştekî nabêjî?
Tirkiyê li Efrînê, li Serê Kaniyê çi anî serê kurdan?
Bi dagirkirinê ra dibistanên kurdî girtin, bi hezaran kurd kuştin û bi çolan xistin. Bi hezaran ereb anîn di mal, gund û bajarên kurdan da bi cî kirin. Tu li hemberî vê zulma tirk li miletê te dikin bêdengî û Amerîkayê rexne dikî. Meriv heqasî jî bêûjdan, bêexlaq nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar