21 januari 2026

Em dîsa ketine feqeke pir xerab

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrackê ereb li ser HSD´ê û Sûriyê û mafê kurdan beyaneka pir xerab belav kiriye.

Tom Barrack di beyana xwe da gotiye:
”Erka hebûna HSD´ê êdî qediya ye, hewcedariya wan êdî bi HSD´ê tune ye. Ewê bi hukûmeta Sûriyê, bi Colanî ra bixebitin. Amerîka destegê nade veqetandinê, federasyonê. Dibê HSD xwe fesh bike, tevayiya Kurdistanê, hemû dezgehên xwe teslîmî çeteyên Şamê bike. Ji bo kurdan rêya herî baş tevlêbûna hukûmeta Sûriyê ye...”

Yanî tiştê tirk dixwazin Tom Barrack jî ew pêşniyarî kurdan kiriye.
Di pêşniyara wî da statuya kurdan, hêzeke wan a leşkerî, resmîbûna kurdî tune ye, dibêje dibê hûn têkevin bin îdareya îdareya terorîstên îslamî.
Ji vê beyana Tom Barrack diyar dibe Colanî, Amerîkayê, Fransayê, Tirkiyê û Suûdiyê li ser bindesthîştina kurdan li hev kirine.
Tirkan ev daxwaza xwe bi Amerîkayê, bi Fransayê, dane qebûlkirin.
Teslîmkirina sîlehan, nemana hêzeke kurdan a çekdar, nebûna statuyeke kurdan a qanûnî, qebûlkirina îdareya van çeteyên hov qebûlkirina êsîriyê û valakirina Kurdistanê ye.
Heger HSD/YPG şertên Colanî û Tom Barrack bi vî hawê ew pêşniyar dikin qebûl bikin bêguman felaketeke mezin e, bi demê ra ewê demografiya Kurdistanê biguherînin, ji bo ku careke din bingeha, potansîyela serîhildaneke wiha nemîne.
Lê kurd vê teslîmîyetê qebûl nekin, riya şer hilbijêrin jî pir xerab e. Ewê çawa li ber xwe bidin, kanibin vê liberxwedana xwe çiqasî bidomînin ?
Şer malwêranî û koçberiya kurdan e. Helê Xezayê em dibînin. Ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî.
Filistînî li Xezayê man, lê heger li Rojava şer dom bike Kurdistanê vala bibe, ewê ji Efrînê xerabtir bikin.
Bi şer kurd nikanin bi wan, piştgiriyeke xurt ji derva tunebe kurd nikanin zora Tirkiyê û çeteyên ereb bibe. Trajediya Efrînê û Serê Kaniyê li ber çava ye.
Heger HSD/PYD kanibin şertên wan hinekî biguherînin, îdareya kurdî, perwerdeya bi kurdî bi wan bidin qebûlkirin baş e. Bi ya min şer ji pêşniyara Tom Barrack, ji peymana hatiye qebûlkirin xerabtir e. Kurdê bêtir li zirarê derkevin. Bi hezaran ewê werin kuştin û bi sedhezaran jî koçber bibin û her tiştê bi rengekî hîn xerabtir têkeve destê çeteyên Şamê. Ev îhtîmaleke.
Lê liberxedan, qebûlnekirina şertên wan yên teslîmîyetê kane şêla Amerîkayê û dinyayê biguherîne. Lema kurd liberxwe bidin, peymaneke hîn baştir bixwzin baştir e.
Yanî li gel ku şer rîskeke mezin e, kurd nuha her tiştê xwe teslîm nekin, liberxwe bidin baştir e, kane li kara kurdan be.
Em ketine feqeke pir xerab. Amerîkayê û Fransayê namerdiyeke mezin bi kurdan ra kirin. Min ev yek ji Donald Trump dipa, lê min bawer nedikir serokê Fransayê Macron jî hewqasî rehet çerx bike, bibe hevalê Colanî û tirkan. Bextê dewletan tune ye, berjewendiyên wan di çi da be, bêbextî û namerdî be jî dikin.
Hêvî dikim kurd bikanibin bi diyalogê hin şertên wan biguherînin.

Dibê vê pêşketina baş jî bibêjim. Di dawiya van êrîşên hovane da HSD msd nema, hêza parastina Kurdistana Rojava heye.
Yanî kurd tam bûn kurd û kurdistanî, şiûrê netewî xurt bû. Demagojiyên îdeolojîk, virên biratiya gelan xelas bûn.
Kurd êdî ne kurdên deh roj berê ne, bêtir bûn neteweparêz...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar