Çendakî berê min mektûbek ji Perxudres Podcastê ra şand. Min bi hesreteke kûr qala Wêranşara berê, ya zaroktiya xwe, ya salên 1960-70´î kir. Emer Farûk Baran wê mektûba min dixwîne.Fermo guh bidinê.
Ev jî lînka podcastê ye: Ka ew Wêranşara berê
XXXX
Mektûb ji bo podcastê pir dirêj bû, Emer kin kiriye. Ez mektûba bi temamî datînim jêr.
Ji Perxudres Podcastê ra
Dixwazim di mektûba xwe da ji Perxudres Podcastê û ji
guhdarên wê ra qala Wêranşarê, qala bajarê zaroktiya min, xortaniya min lê
derbas bû, bîranînên min ên herî xweş lê çêbûn bikim
Berî nuha bi heftakê filan, di Facebookê da ez rastî rismekî
Wêranşarê yê nuha hatim.
Min bi meraq çiqasî bala xwe dayê jî, bajarê ez lê mezin bûme, bajarê zaroktî û
xortaniya min lê derbas bûye, bajarê min mehele û kuçeyên wî qulik bi qulik nas
dikir, li ber çavên min bû wek bajarekî min qet nedîtiye, min ji bin da nas
nekir.
Fena ku ez li rismê bajarekî xerîb, bajarekî min tu carî nedîbe binêrim.
Zaroktiya min, xortaniya min, dildariya min a pêşî, destpêka kurdperweriya min
li Wêranşara apartman lê tunebû, di xaniyekî bi hewşa da dest pê kir; heta 30
saliya min li wir derbas bû.
Hewşa me pir ne mezin bû, ne bi dar û bexçe bû, lê gul û kulîlkên me hebûn. Di
hewşa me da dara hîro hebû, me di gelek tenekan da gul diçand û ew li ber
paceyan, li ser dikê rêz dikirin.
Tam li pişt xaniyê me, di hewşa xaltiya Leylo da du darên tu yê yên mezin
hebûn, yek a tuyên sipî bû, yek jî ya tuyên sor bû.
Tuyên sipî diweşiyan ser xaniyê me û hewşa me. Havînê li ser xaniyê me wer
teperepa zarokan bû, em pir nerehet dibûn. Ez derdiketim, bi wan da diqîriyam,
min berra wan dida. Tep rep direviyan, bîstek derbas dibû dîsa dihatin.
Çimkî guliyên darê daketibûn ser banê xaniyê me, zarokan xwe rehet digîhandin
guliyan û dawdişandin.
Heta tû diqediya wer xirecira me û zarokên mehelê û cîranan bû.
Ji wî bajarê xewn û xeyalên min, 45 sal berê min li pey xwe hîşt, ez derbederî
koçberî û mahciriya Ewrûpayê bûm eser nemaye; bûye bajarekî nuh, bajarekî ez wî
nas nakim.
Di 45 salan da bajarek çawa kane hewqasî biguhere, bibe bajarekî ez wî nas
nekim, ez matmayî mam !
Min li ekrana kompîtorê him li rismê li pêş xwe temaşe dikir, bi hêviya ez
avahiyekê, xaniyekî, mehela me nas bikim , him jî Wêranşara dema zaroktiya xwe
û xortaniya xwe dianî bîra xwe.
Wêranşara berê(başûrê wê ne têda) dora wê giş bexçe bûn, Bexçê Keko, Bexçê
Mistoyê Tenekecî, Baxçê Hemo Çawîş. Bexçê Mala Paşê û Çend bexçeyên din jî
hebûn.
Havînan em diçûn nav wan, me xas, xiyar dikirî. Nav bexçan, bin siya daran
honik bû, em li bin daran rûdiniştin, me kêf dikir. Carnan jî me bi dizî
vedixwar.
Seha topê, jê ra digotin Ebre, li ber bexçeyekî bû, çîmen bû. Li kêlekê xupe
xupe besta ava Kaniya Entînê bû, Ebre û bexçên li dorê ciyê kêf û seyranê bû.
Ew der nuha bûye bahra apartmanên beton. Bexçe, mexçeyên li dora bajêr giş bûne
aparmanên qutîkên ji betonê.
Li qezayek biçûk, di dema min da nufûsa bajêr 9-10 hezar bû, nuha bûye 250
hezar, belkî hîn jî zêdetir, di nav 45 salan da çawa hewqasî mezin bibe, bibe
bahra apartmanan?
Heta dawiya sala 1979´a li Wêranşarê apartmana Seydoyê
Çuxranî tenê hebû. Belkî 4-5 qatî bû. Mala Seydo Çuxranî û
mamûrên dihatin Wêranşarê tê da diman.
Ew jî temam nebûbû, pêşî hatibû sewaxkirin, dawî û kêlek
nehatibû sewaxkirin, fena ku di înşiatê da be, hîn temam nebûbe.
Min hundurê apartmanê, şiklê xaniyên hundur meraq dikir.
Bawer dikim sala 1978 ya jî 1979 bû, Keya Îzol ji Swêd hatibû mala xalê xwe
Abdulkadir Îzolê eczacî. Herdu jî hevalên me bûn.
Abdulkadir êvarî ez dawetî malê kirim. Cara pêşî min hundurê apartmanê wê çaxê
dît. Kêfa min jê ra nehat, fena ku meriv di hefsê da be. Ezmên xuya nedikir.
Tiştê di bîra min da maye min jê hez nekiribû.
Piştî derketim Ewrûpayê, berê li Almanyayê, dûra li Swêd, jiyana di qutiyên
beton da bû qismet û nesîbê min jî.
Nuha di vî rismê Facebookê da ez bala xwe didimê li Wêranşarê bi hezaran
apartman lêbûne, xaniyekî bi hewş, bi dar xuya nake.
Berê li Wêranşarê adet bû, hema hema di her hewşa misaîd da darek, du darên tu
yê, dara hejîrê û darek tirî hebûn. Belkî darên hinaran jî hebûn. Darên sêv û hirmiyan tunebûn. Lê darên tuyan
û darên gulan pir bûn.
Xaniyên Wêranşarê giş kevirî û kerpîçî bûn.
Xaniyên mehela Golê, Tekiyê, Qişlê, Kelê kevirî, kevirên reş û sipî bûn. Hin
xaniyên mehela Xincika jî kerpîçî bûn, yanî ji axê bûn. Mehela Xincika, li jora
Wêranşarê, meheleke nuh û ya feqîran bû. Giş xaniyên wek holikan û kerpîçî bûn.
Nuha li Wêranşarê xaniyên kerpîçî, bi hewş, bi dar hema, hema nemane, Wêranşar
bûye derya apartmanên beton, ne sihî, ne li gorî hewa û îklima Wêranşarê.
Milet, germa havînê di hundur wan qutiyên betonî da dikele.
Piştî salên 1980´î, bi çêbûna sîstema cerdevanên gundan ra, dewletê bi hezaran
gund wêran kirin, bi sedhezaran gundî bi darê dozrê mecbûrî koçberiya bajaran kirin. Di netîceya
vê koçberiya, vê urbaniya bi darê zorê nufûsê bajaran teqiya, bi milyonan gundî
koçberî bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê bûn.
Wêranşar jî yek ji wan bajarên herî zêde bûye cî û warê koçberan. Li wêranşarê
nuha mehela Şirnexê jî heye.
Wêranşar ji berê da ye himêza xwe ji kesên xerîb ra ra vedike. Li Wêranşarê,
siwêregî, dêrikî, hîlwanî, sirûcî, rihayî, mêrdînî, nisêbînî, qoserî, semsûrî,
mahcirên Serhedê ji berê d ahene.
Li Swêregê, li Dêrikê xerîb tune ne. Lê Wêranşar ji dema Îbrahîm Paşayê Millî
da ye sitargeha xerîban û koçberan e.
Bi zêdebûna apartman ra bexçe, xaniyên bi hewş, bi dar
namînin.
Ev şiklê urbanîzmê, bajarvaniyê ne li gorî coxrafiya me ye, ne tenê di warê
fizîkî da bajar guhertin, kultur û psîkolojiya însanan jî guhertin.
Kurdên nuha di apartmanên 10,20 katî da dijîn êdî ne kurdên 40-50 sal berê ne.
Wek dibêjin, ”însan dişibe dera, coxrafiya lê dijî.”
Di sala 1980´î da gava hatim Swêd, jiyana min a di apartmanan da dest pê kir,
berê zor bû, dûra hêdî, hêdî fêr bûm.
23 salan me gelek apartman, cî û war guhert. Li Swêd di apartmanan da kes kesî
nas nake, cîran naçin malên hev nayên, herî zêde di esansorê da meriv silavê
dide hev. Bi texmîna min li Kurdistanê jî ya wiha bûye, ya jî hêdî hêdî ewê wer
bibe.
Di sala 2003´a da me xaniyê xwe firot û me xaniyekî bi hewş, bi bexçe kirî.
Jiyana di xaniyekî wiha da xeyala min a herî mezin bû, ez û xanim em gihîştibûn
armanca xwe. Em 22 salan li Alby, di wî xaniyê bi hewş da man. 22 salan me tê
da kêf kir. Îsal, hinekî ji mecbûrî me ew xaniyê xwe yê bi hewş firot û em dîsa
vegeriyan xaniyekî beton.
Dixwazim di dawiya nivîsa xwe da qala serpêhatiyeke xwe ya
li Diyarbekrê bikim
Di 2010´a da, piştî 30 sal surgûniya mecbûrî ez vegerîyam
Kurdistanê, lê mala me ya Wêranşarê nemabû, dê û bavê min koçî Diyarbekrê
kiribûn. Bavê min çûbû rahmetê, diya min hîn sax bû. Mala diya min li hemberî
”Orman Parkê” bû, navê herêmê nayê bîra min. Di qatê 9´a da dima.
Meha hezîranê bû. Balkona wê pir mezin bû. Ji ber ku hundur dikeliya, ciyê min
û zarokan li balkonê danî.
Di jiyana xwe da cara pêşî bû li balkoneke hewqasî mezin radiketim.
Temaşekirina li ezmên, li stêrkan ecêb xweş bû. Bayekî honik dihat. Diya min,
xwehên min, xwarêz û biraziyên min giş li dora me kom bûbûn, kêf û dilşahiyê ez
mest kiribûm, ez ne li ser hişê xwe bûm, fena ku xewnekê bibînim, li ezmanan
bifirim.
Bi vê kêfa ez nikanim tarîf bikim heta derengê şevê em rûniştin, dûra mes bûn û
raketin.
Bi îrîna mele û bi azana dîkan ra ez bi xwe hesiyam. Di balkona apartmana kêlek
me da dîk azan dida. Ez matmayî mam!
Qîrîna mele min fêm kir, lê çi îşê dîk li balkona apartmana 9-10 qatî hebû?
Sibehê min bi meraq ji diya xwe pirsî, min got dayê dîkê cîranê we nehîşt ez
xewa xwe ya sibê bigirim. Çi îşî dîk li balkona apartmanê heye?
Diya min got, lawê min, gelek cîran di balkonên xwe da mirîşkan xwedî dikin.
Heta hin mal bizinan jî xwedî dikin.
Ez matmayî mam, lê wiha ye, ji ber ku ketine bajêr û apartmanê însan bi derbkê
da naguhere, nabe bajarî.
Dûra min dît di gelek sîteyên din da jî xelk mirîşkan xwedî dike, li bexçe pîn
çêkiribûn, heta li ber dikane av û êm danîbûn quncikekî, li wir mirîşk xwedî
dikirin.
Ji ber ku meriv ji gund koçî bajêr kiriye meriv nabe bajarî, ji bo wê gerek
herî kêm dibê 5-6 nifş, heta hîn zêde wext derbas be.
Rismê apartmanên Wêranşarê bû sebebê vê nivîsa dirêj…
18/12-25
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar