30 januari 2026

Dostên me yên amerîkî ji bo karê pir hêja dikin


Senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşnûmeqanûnek bi navê "Qanûna Parastina Kurdan" pêşkêş Kongreya Amerîkayê kirin.

Herdu camêran karekî baş kirine, mala wan ava be, wefadarîya xwe nîşan dane. Çêyî, fedekarîya kurdan ji bo dinyayê kirin, bedelên kurdan di şerê li hemberî cîhadîstan dan herdu sanatoran wek hinekên din ji bîr nekirine.
Tirkiyê, Evdila Ocalan û hevalên wî pir dixwestin mesla kurd û Kurdistanê nebe meseleyeke navnetewî, Amerîka, dewletên mezin nekevin nava meselê, em û tirk xwe bi xwe bin.

Ji bo wê jî tir tim li dijî "tilî û destê derve" bû, tim kurd hevalbendiya Amerîkayê û Îsraîl îtham dikirin. Çimkî tirk zanin heta dinya nekeve nabênê me û wan mesele çareser nabe.

Lê şikir micadela miletê kurd ev kemîna wan pûç kir, doza miletê kurd êdî dikeve rojeva Kongreya Amerîkayê jî. Li her parlamentoya welatê Ewrûpa mesela kurd û Kurdistanê tê minaqaşekirin.

Neteweyên Yekbûyî, Fransa, Îngilîstan, Almanya êdî di nava meselê da ne. Tu meseleyeke netewî bêyî midaxele û nabeykariya derve çareser nabe.
Li Kurdistana Rojava tirk xwe biçirînin jî, bi destên çeteyên xwe yên kirêkirî çi hovîtiyê bikin jî kurd ewê bibin xwedî statuyeke netewî.

Senator Lindsey Graham li ser pêşniyara xwe gotiye:
"Ez bawer dikim ji bo parastina kurdan li Sûriyê û li deverên din di Kongreyê da piştgiriyeke xurt a her du partiyan heye. Çimkî kurd hevpeymanên cihê baweriyê yên Amerîkayê ne.”

Senator Richard Blumenthalgotiye:
"Bi baweriya min divê em kurdan li Sûriyeyê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her tolhildaneke hikûmeta Sûriyeyê parastî bin."

Ji bo ku ev gav neyê avêtin serokên Tirkiyê pir xebitîn nebe, bi ser neketin. Çimkî midaxeleya Tirkiyê, piştgiriya Tirkiyê bi çeteyên îslamî ra pir eşkere ye. Hedefa Tikriyê Kurdistana Rojava ji destê kurdan derxîne, bike weke Efrînê.

Lê liberxwedana şervanên kurd, piştgiriya kurdên her çar perçên Kurdistanê û dîasporayê û him jî piştgiriya dostên kurdan yên amerîkî û ewrûpî rê li ber vê pilana tirkan girt.

Belkî cara pêşî ye kurd bi vî ruhê netewî diçin hawara hev û bi hev ra şerê dijminê xwe dikin. Ev yekîtiya kurdan dijminên me pir aciz kiriye, dibêjin Tirkiyê bi êrîşên xwe kurd kirin yek, ev jî ji bo tirkiyê talûke ye.
Desthilanîn fereca xêrê ye, liberxwedan, teslîmnebûn ji bo me riya xelasiyê ye. Em mecbûr in li ber xwe bidin. Emê bi ser kevin. Xerabiya tirkan ewê ji wan ra wek rûreşî, wek mîrateke xerab bimîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar