Dîndarekî tirk bi navê Îsmaîl Hunerlîce, serokê Cimata Îsmaîlaxa ye, di axaftineka xwe da ban leşkerên dtirk dike, dibêje kesên ji bo piştgiriya kurdên Kurdistana Rojava dimeşin gulebaran bikin, gişkan bikujin, koka wan biqelînin.
Bêguman di nava tirkan da yên wek vî xebîsê neyarê qewmê kurd difikrin bi
milyonan hene.
Di medyaya sosyal da meriv viya pir rehet dibîne. Çimkî dewleta
wan jî eynî tiştî dibêje, di praktîkê da pilan dike, realîze dike.
Vî xebîsî vîdeoya vê axaftina xwe jî belav kiriye. Dozgerekî tirk heta nuha di heqê wî da doz venekiriye, pûlisan ew negirtiye.
Heger meleyekî kurd eynî tişt ji bo tirkan bigota, heger di îşkenceyê da nekuştana, nuha ew di zindanê bû.
Lê ji bo tirkan heqareta li kurdan, daxwaza gulebarankirina wan serbest e. Dibê em kurd viya baş bizanibin.
Min beşekî axaftina vî xebîsî, vî namerdî wergerand kurmancî. Fermo:
”Ji bo piştgiriya terorîstan dimeşin, şalê hûn giş qir
bibin. 50 sal e hûn ji bo Amerîkayê geber bûn, lê hûn hîn jî têrî geberbûnê
nebûne.
Dibê leşkerên me meselê zexm bigirin. Wek Abdulmetîn xoceyê me jî gotiye, dibê
vana sax nehêlin. Bira emrê kuştinê bidin, bira gişan bikujin.
Ez dibêjim, emrê kuştinê bidin yaho!
Bes e, hûn ji bo yahûdiyan geber bûn bes e. We 50 hezar leşkerên me şehîd kirin
bes e!
Hîn jî azadîyê dixwazeyin. Azadiya çi yaho?
Bikuje leşkerê me bikuje, Xwedê cesareta wa zêde bike. Xwedê roja qirbûna
eşqiya nîşanî me bide.”
Îsmaîl Hunerlîce

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar