29 januari 2026

Sûriîye jî kirin Afganîstan û Îran


Li Afganîstanê Talîban anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Talîbanan kirin, piştî gelek zirarên mezin jî bi ser neketin, Talîban hîn li ser hukim in.

Li Îranê Xumeynî anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Komara Îslamî kirin. Meleyên celad 47 sal in li ser hukim, Îran kirin zindan û qesapxane û jahrê, şer û teşxelê li dinyayê belav dike.
Nuha jî dora Sûriyê ye. Sûriye jî ewê bibe Afganîstan û dûra şerê wê bikin. Rejîma Colanî ewê çiqasî bajo ne dîyar e. Zirara herî mezin kurdê bibînin.

Hukûmeta îslamî ya Colaniyê terorîst li bajarê Laziqiyê makyaj li jinên di dahîreyên dewletê dixebitin yasax kiriye.
Piraniya nufûsa Lazqîyê elewî ne, li gorî erebên sunî bêtir vekirî ne, serbest in. Ev azadiya jinên elewî Colanî nerehet kiriye.

Hukûmeta Colanî fermanek şandiye ji dahîreyên dewletê yên Lazqiyê ra. Di fermana hukûmeta Colanî da tê gotin, dibê jin di wexta kar da ne bi maqyaj bin.
Û ji kurdan ra dibêjin gerek hûn têkevin bin destê van selafiyên ji medenîyetê bêpar. Sibe ewê fermaneke wiha bişînin ji Kobanê, ji Qamîsloyê, ji Amûdê ra jî.
Serok û siyasetmedarên ewrûpî pir ehmeq in, berê îslamîstên hov tînin ser hukim, dûra dixwazin wan bixînin. Ev yek jî ji bo însanan dibe sebebên felaketên mezin. Bi milyonan însan koçber dibin. Dûra jî li welatên çûnê dibin problem.
Ev nîna ye, tirnîna hîn maye. Çendakî din ewê bibêjin gerek jin wek Afganîstanê, wek Îranê  çarçefa reş li xwe kin.
Ev sûcê ewrûpiyan e, wan destûr dan ev çeteyên îslamî li Sûriyê werin ser hukim.
Yekîtiya Ewrûpayê salê bi miyaran euro da Tikrkiyê ji bo ku van çetan û malbatên wan xwedî û perwerde bikin. Tirkiyê jî bi pereyên Yekîtiya Ewrûpayê şerê Beşar Esed kir, ew xist û ev hovên îslamî anîn ser hukim.
Amerîkayê, ewrûpiyan li Afganîstê, li Îranê jî eynî şaşî kirin.
Li Afganîstanê li dijî Sovyetê û hukûmeta çep piştgirî dan Talîbanan, Talîban anîn ser hukim û Afganîstan kirin cahnimeyeke li ruyê erdê.
Li dijî Şah Riza Pehlewî piştgirî dan Xumeynî. Şah reviya, Xumeynî hat ser hukim û li Îranê rejîmeke celadan bi cî kir.
Li Sûriyê jî bi alîkarî û destûra Amerîkayê û Xerbê Colanîyê îslamîst, terorîst anîn ser hukim. Colanî jî hêdî hêdî rejîmeke wek ya Afganîstanê û Îranê ava dike.
Nuha kî kane bibêje rejîma Talîbanan ji ya hevalên Sovyetê, ji rejîma Babrak Karmalê çep baştir e?
Kî kane bibêje Komara Îslamî ya meleyên celad ji rejîma Şah Reza Pehlewî baştir e, Xameney ji Şah baştir e?
Kî kane bibêje li Sûriyê rejîma Colanîyê cîhadîst, selefî ji rejîma Beşar Esed baştir ?
Helbet rejîma Babrak Karmal, ya Şah Reza Pehlewî, ya Beşar Esed jî xerab bûn, ne rejîmên bêkêmasî bûn. Lê gava meriv rejîmên van hersê welatan , (Afganîstanê, Îranê û Sûriyê)bi yên berî wan ra miqayese bike, gelo Afganîstan, Îran û Sûriye hezar qatî ji Afganîstana, ji Îrana û Sûriya berê ne xerabtir in?
Amerîkayê, ewrûpiyan li van hersê welatan hêzên îslamî anîn ser kum û piştî çend salan jî ji bona wan bixînin îcar destegê didin hinekên din.
Bi şerê Afganîstanê, Îranê û Sûriyê miletên wan welatan tenê zirar nedît, bi milyonan afgan, îranî û ereb hatin Ewrûpayê û li dinyayê belav bûn. Nuha ne tenê ev hersê wlat ji bo dinyayê belayeke mezin in, însanên wan ên li Ewrûpayê û li dinyayê belav bûne jî li her welatî bûne problemên mezin. 50 milyon misilman li Ewrûpayê hene. Di anva vî 50 milyonî da îslamîstên radîkal, selefî, cîdaîst roj bi roj xurt dibin. Ew ji bo Ewrûpayê talûkeyeke mezin in. Li her welatê Ewrûpayê, her tim kane bûyerên pir trajîk biqewimmin.
Li dijî misilmanan, xerîban dijminatiyeke mezin roj bi roj xurt û berfireh dibe. Çimkî misilaman kultura xwe, şiklê jiyana xwe, dîn û îdeolojiya xwe jî bi xwe ra anîne û dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên îslamî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar