Dagirkerên welatê me pir zalim in, pir xedar in, bêûjdan û bêmerhemet in. Gava fersendê dibînin bêyî dudilî serê me jê dikin, tecawizî namûsa me, ya erz û eyalê me dikin û bi viya jî şerm nakin, pir dilşa dibin.
Êrîşên Helebê ser taxên Eşrefiyê û Şêx Mexsûd, Reqayê, ser Kobanê û şerên 15-20
rojên dawî careka din nîşanî me da gerek em ji bindestiya van zaliman derkevin,
bibin xwedî dewleteke netewî.
Heger em nebin xwedî dewlet em û zar û zêçên me, namûs û şerefa me ewê tim di
binê nigên tirk û ereban û farisan da be.
Kîjan kurdê serxwebûnê neparêze, propangandeya biratiya îslamê, biratiya ereb û tirkan bike, bibêje gerek em ji birayên xwe yên tirk, ereb, faris veneqetin ya ji tarîxa me qet ders û ibret negirtiye, pir nezan û cahil e, ya jî pîsekî/pîseka hevalê neyar e.
Dibê em kesên wiha nekin mezin û serokên xwe, nebin hevalê wan, dibê em nedin dû siyaseta kesên wiha; dibê em vê fikrê, vê siyasetê ji kok da red bikin.
Helbet xwestina me ya dewletê me nake xwedî dewlet, kes bi rehetî ji welatê me dernakeve û nabêje fermo, serxwebûna xwe îlan bikin. Ji bona viya xebat lazim e, piştgiriyeke xurt lazim e, kamiliya şertan lazim e.Yanî dibê em bikanibin.
Em îro nikanin bi dagirkerên welatê xwe ev rast e, lê ev nabe sebebê emê serxwebûna xwe nexwazin.
Em îro nikanin, emê sibe bikanibin. Dibê azadî, serxwebûn tim hedefa me be, em tu carî dev ji vê daxwaz û hedefa xwe bernedin û nebêjin em serxwebûnê, dewletê naxwazin, em dixwazin bi tirk, ereb û farisan ra bijîn.
Heger tirk, ereb û faris xwe biguherin, federasyonê qebûl bikin meriv kane wê riyê jî biceribîne.
Lê bêyî wê, serxwebûn ji bo me kurdan gerek wek qulbeya misilmanan be, berê tim tim wê da be.
Serxwebûn, dewletek kurdî gerek armanca her kurdî be, ew fikir û daxwaz gerek di dilê her kurdî da hebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar