Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere li dijî hilbijartina Nûrî Malikî ya serokwezîrtiya Îraqê derket û mesajeka pir sert da Îraqê.
Donald Trump got, ”Eger Malikî wek serokwezîr were hilbijartin
Amerîka ewê alîkariyê nede Îraqê. Hilbijartina Malikî şaş e, dibê Îraq vê şaşiyê neke."
Donald Trump, Nûrî Malikî wek zilamê
Îranê bi nav kiriye, ji bo wê jî dibê Îraq cara duduya Nûrî Malikî neke
serokwezîr.
Ev mesaja Donald Trump ne ji bo Îraqê tenê ye, ji bo kurdan e jî. Dibê kurdên
Kurdistana Başûr, PDK û YNK jî xwe ji Nûrî Malikî dûr xînin…
Piştî vê şêla Amerîkayê dibê PDK û YNK û tu partiyeke kurdî piştgiriyê nede Nûrî Malikî. Heger bidinê dînîtî ye, ewê gorra xwe bi destên xwe bikolin.
Îran li ber ketinê ye. Amerîka zû dereng ewê li Îranê xe. Mesele ne ewê lêxin, lênexin, mesele kînga ye û çawa ye?
Kurd ji her demê bêtir mecbûr in bi Amerîkayê ra, bi Xerbê ra hereket bikin, nekevin cepheyeke li dijî Amerîkayê.
Nûrî Malikî hevalê Îranê ye, di cepheya antî-Amerîkayê da ye. Di rewşeke wiha da gerek PDK û YNK xwe ji hevaltiya Îranê û dostên Îranê dûr bixin.
Jixwe hevaltiya bi dewletên dagirker ra tim şaş û xerab e.
Donald Trump merivekî çiqasî netebitî, bêîstîkrar be jî em mecbûr in pê ra îdare bikin. Carnan hin karên ne li gorî dilê me, li zirara me bike jî dibê em xwe ji hevaltiya Amerîkayê dûr nexînin.
Bêyî dostî û hevalbendiya Amerîkayê li tu beşekî Kurdistanê şansê me yê biserketinê tune ye.
Donald Trump û serokên ewrûpî çiqasî xerab bin jî hevaltiya wan li kara me ye, bêyî alîkarî û parastina Amerîkayê û Ewrûpayê emê perîşan bibin, dijmin ewê me bixwun.
Donald Trump dîwarekî çiqasî ne saxlem be jî meriv kane bi alîkariya kesên din tesîrê lê bike, şêla wî biguherîne. Heta sê salan pê ra îdare bike. Lê hevaltiya bi Îranê ra ji bo kurdan felaket e, dibê PDK û YNK tercîheke wiha nekin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar