28 januari 2026

Eba ereban û xayintiya bi hevalê xwe ra


Dema DAÎŞê  êrişî ereban kir, serên wan jêdikirin, kurd çûn hawara wan, li Reqayê, li Tebqayê, li Dêrazorê ew ji destên çeteyên Daîşê rizgar kirin, bi salan ew parastin, zulm, neheqî li wan nakirin. Sîleh dan wan, ew girtin nav xwe. Hewqas bawerî bi wan anîn, bi wan ra artêşek, HSD çêkirin.

Wan ereban ji bona vê çêyiya kurdan bi durûtî EBE li Mezlûm Ebdî kirin. Yê ebe lê kir serokê kîjan eşîrê bû, bûyer kînga bû ez nizanim. Di medyaya sosyal da rismê wê merasimê heye. Min risim ji wir girt.

Xelatên ereban ya herî mezin, herî bi qîmet yek jî ebe ye. Ebe li ba ereban pir bi qîmet û bi mane ye.

Gava ereb ji yekî pir hez dikin wek nîşana dilsoziyê ebeyekê lê dikin.
Bi lêkirina ebê dostaniya xwe, hezkirina xwe nîşanî wî kesî didin.

Dema yek çêyiyekê bi ereban bike, fêda wî, xêra wî, çêyiya wî bigihîje wan, wek sipasiyeke ji dil ebeyekê lê dikin.

Bi vê diyariya xwe ji wî kesî ra dibêjin em ji dil û can sipasiya te dikin, ev ebe jî sembola sipasî û dostaniya me ye.

Erebên di wexta xwe da ebe li Mezlûm Ebdî kirin, nuha jî ebe li serokê çeteyênColanî kirine.

Erebên ji ber çêyiya kurdan bi wan kir ebe li Mezlûm Ebdî kirin, îro şerê Mezlûm Ebdî dikin, bi çeteyên Colanî û Tirkiyê ra êrîşî kurdan dikin, kîjan kurdê dikeve destên wan îşkence dikin, dikujin.

Erebên kurdan hewqas çêyî bi wan kirin, îro bûne hevalên çeteyên êrîşkar, kurd gulebaran dikin, hevalên xwe yên sengerê bi namerdî dikujin, girtin, teslîmî çeteyên Colanî dikin.

Ne cara pêşî ye ereb xiyanetê li serokên kurdan dikin, berê jî gelek caran kirine. Ji ber ku hafiza kurdan zeîf e, tarîxa xwe nizanin, zû ji bîr dikin.

3 kommentarer:

  1. Pêşî li Serê Kaniyê û Girê Sipî, dûre li Munbicê xayintî li kurdan kirin lê kurd baqil nebûn û çîroka biratiyê gerandin. Ereb kî xurt be hevalê wan in lê HSDê nexwest vê yekê fêm bikin.

    SvaraRadera
  2. Ew ji virê, ev ji virê, ji bilî Kurda hevalen Kurda tinê. Gelek spas ape Xamo.

    SvaraRadera
  3. Me ne ji tarîxa xwe, ne ji ya pêşiyên xwe ders û bibret negirtiye. ji bo wê jî em bi rehetî ji derewên ereb û tirkan bawer dikin.
    Roja ereb xurt bûne li hustiyê me siwar hatine. Kurdistana Başûr li ber çavê me ye. Tiştên bi kurdan ra li hev kirine jî nadin kurdan. Heta zor tunebe kes ji welatê me dernakeve.

    SvaraRadera