31 januari 2026

HSDê û hukûmeta Şamê bi peymaneka nuh li hev kirin

HSD´ê û hukûmeta Şamê do bi peymaneka nuh li hev kirin. Di peymanê da federasyon, otonomî tuneye, navê Kurdistanê, meclîseke kurdan tuneye. Rawestandina şer baş e, lê ez şertên hatine qebûlkirin pir kêm dibînim.

Piştî hewqas micadele, hewqas şehîd bi ya min peymaneka wiha pir kêm e. Ev fikrê min e.
Lê yên şer kirine û bedelên giran dane ew in. Piştî ku ew peymaneka wiha qebûl dikin, em çi bibêjin jî bêfeyde ye.
Dibê miletê wir raya xwe bibêje, heger peyman xerab e dibê milet li dij derkeve.

Gava miletê Kurdistana Rojava li dij peymanê dernekeve wê gavê bi dilê milet e jî.
Di peymanê da ji dêlî hildana navê statuyeke resmî, "entegrasyon" heye, entegrasyon helandine, asîmîlasyon e. Kurdan ne ji bo entegrebûna bi ereban ra hewqas şehîd dan, ji bona azad bibin, bibin xwedî dewlet. Bi bawriya min dibê milet li dijî vê peymanê derê, federasyonê bixwaze.

Serokên Kurdistana Başûr, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî gişan desteg dan peymanê, pesnê wê dan, kesî peyman rexne nekir. Yanî wan jî peyman baş dîtin, piştgirî danê.
Hela em binêrin îro, sibe raya miletê Kurdistana Rojava çi ye, ew çi dibêjin. Min hîn tu beyaneka ENKS´ê nedîtiye.
Lê ev destpêk e, mesela Sûriyê hîn neqediya ye. Hîn Qanûna esasî nehatiye hazirkirin, di wê qanûnê da ewê mafê kurdan çi be hîn nexuya ye.
Ez bi xwe naxwazim zêde dirêj bikim. Peymanê kêm dibînim, dibê ev peyman bi vî hawî qebûl nekirina. Lê belkî jî hew kanîbûn. Baş, xerab yên berpirsiyar ew in, miletê wir dibê raya xwe bibêje.
Peyman nehatiye belavkirin, di medyayê da madeyên wê tê qalkirin. Li gorî agahiyên Mezlûm Ebdî Amerîka û Fransa garantorên peymanê ne. Heger ev rast be pir baş e.

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî, ”herêmên kurdan ji aliyê îdarî, kulturî û perwerdeyê ve tê parastin. Perwerdeya bi zimanê kurdî ji dibistanana destpêkê heta zanîngehan ewê fermî be.

Her wiha birêvebirina herêman dê di destê xelkê herêmê de be.

Karmendên Rêveberiya Xweser dibin karmendên dewletê û postên wan bi yasayî tên naskirin."

XXX

Siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan Çetîn Altan(1927-2015) di saxiya xwe da ji bo ku tirkan biguherîne, Tirkiyê bike welatekî demokrasî lê hebe pir xebitî. Lê bi ser neket, dîtina wê rojê nebû nesîbê wî.

Di ser da, ya hîn jî xerabtir, Tirkiye ya nuha ji ya dema wî pir xerabtir e.
Çetîn Altan merivekî jîr, zana û nuktedan bû. Gotiye: ”Tirkiye wek doxîna lastîkî ya derpê ye, tu dibêjî belkî dirêj dibe, tu çer berdidî tê qeysa xwe ya berê.”
Camêr rast gotiye. Tirkiya nuha ji doxîna lastîkî jî xerabtir e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar