Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg du nivîskarên Kitêba Reş ya bi nav û deng in. Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg herdu jî cihûyên Rûsyayê bûn, di Şerê Cîhanê yê Dudya da muxabirên di cepheya şer da bûn.
Kitêba Reş raporeke dirêj e, 500 rûpel e, li ser jenosîda cihûyan li Ewrûpa
Rojhilat bû. Di Kitêba Reş da li ser jenosîda naziyan gelek belge, hevpeyvîn,
rapor, şahidiyên şexsî û gelek tiştên din hene.
Kitêba Reş dûra bû fîlmekî belgeyî, dokumenter.
Stalîn nehîşt kitêb li Sovyetê were weşandin. Çimkî nedixwst zulma li cihuyan dibe û antîsemîtîzma li Sovyetê were zanîn.