31 december 2020

Di taximê herî germ da



Xanim di telewîzyona swêdî da li fîlimekî emerîkî yê Marilyn Monroe, Tony Curtis temaşe dike. 

Navê fîlm ”Di taximê herî germ da” ye.
Fîlmekî di sala 1959a da hatiye çêkrin, komedîyeke romantîk e, nostaljiyeke xweş e. Meriv têra dilê xwe li kilasîkên 
Marilyn Monroe gudarî dike.
Du muzîkjenên Chicagoyî, Joe och Jerry, bi tesadufî dibin şahidê cînayeteke mafyayê. Ji mecbûrî bi trinê direvin Florîdayê.

Haziriya serê salê

Me haziriya xwe ya serê salê temam û tekûz kir. Mala lawikê me Rojen ava be, ew bi min ra hat dikanê, me lazimiyên xwe giş kirîn. Helbet peqlawa Dîlokê (entabê)jî me ji bîr nekir. 

Heta çend sal berê, serê salê û eydiyan, peqlawe û qedaîf min li mal çê dikir. Çimkî li piyasê peqlawe, qedaîf nedihat dîtin, lema jî min tim li mal çê dikir.

Sala we ya nû pîroz be !

 


Sala 2020a ji bo me kurdan saleke gelkî bêyom û qebîh bû, îro roja wê ya dawî ye, baş bû qediya, em jê xelas bûn. Vê sala pîs em pir êşandin, em ji pertav da xistin; tu salê em heqasî şerpeze nekirin.

Zindî dibin çend beş?

 Di dibistana destpêkê da mamoste di dersa bîyolojiyê da ji zarokan pirsî, got:
-Zarokno, zindî dibin çend beş?
Lawikekî destê xwe bilind kir, got:
-Dibin çar beş, mamoste.
Mamoste got:

30 december 2020

Li ser Hindik-Rindik

Li ser Hindik-Rindik min got ez we hinekî agahdar bikim. Dibê xwendevan bizanibin min îsal çi kiriye, çend nivîs nivîsîne.

Sibe roja dawiya salê ye. Min nuha bala xwe da bloga xwe, min got hela ez binêrim îsal min çend nivîs, meqale di bloga xwe da belav kirine?

Îsal, heta nuhha min 802 nivîs belav kirine. Di meha 12a da jî min 81 nivîs nivîsîne. Jimareke ne hindik e. Sibe jî ewê du sê nivîs lê zêde bibin.

Mirinê îro hevalê me Îzet Kandemîr jî ji nav me bir


Ez û Îzet Kandemîr, Swêreg, hezîran 2011

Hevalê minê xortaniyê û micadela salan, kurdperwerê hêja, fedekar Îzet Kandemîr jî îro xatir ji dinya ronak xwest û çû rahmetê.

Bi bihîstina vê xebera tahl pir xemgîn bûm.

Îzet, merivekî fedekar, mitewazî û bêdeng bû. Merivekî zana, bi kultur û sergiran bû.

Di sala 2010a da dema ez vegeriyam welêt, çûm Swêregê û bûm mîvanê wî. Em li bexçê mala wî rûniştin, me têra dilê xwe sohbet kir.

29 december 2020

Huzûr

Rojekê tirkekî perîşan, belengaz ji Xwedê ra gotiye:

-Ya Rebî, wek ji te ve jî xuyaye, halê me ne tu hal e, rewşa milet pirr xirab e. Vî zalimê Erdogan em perîşan kirine. Ma ewê kînga huzûr û rehetî were welatê me jî?

Xwedê gotiye:

Zulma li jinan rûreşîyeke civata me ye

Mêrê li xanima xwe, li hevala xwe, li xweha xwe, li keça xwe yanî li jinekê neheqiyê, zulmê bike, lêxe ya jî bi navê "namûsê" bikuje, ew ya dîn e ya jî merivekî namerd e. 

Gava jin yeka xerab be meriv hevdu berde.
  
Lê neheqî, zulm, lêdan, ya jî kuştin ne karê merivê maqûl û ji xwe fedî bike. Kuştina xanima xwe, xweşika xwe, keça xwe karê merivê dîn ya jî hov e. Civateke medenî, bi kultur li hemberî kuştina jinên xwe bêdeng namîne, vê qetlê wek rûreşiyê dibîne.

Rim di çewêl hilnayê

 25/11-2005
 Netkurd

Wek tê zanîn di 9ê mehê da(9/11) dewleta tirk li Şemzînan cirmîmeşûd ya nî di ser sûc da hate girtin. Ji ber ku dewleta kûr girtin û reaksiyoneke wiha texmîn nedikir, loma jî dest û nigên hemû çeteyan û berpirsiyarên bûyerê li hev piçikî ne, dikin nakin, nikanin cînayeta xwe bincil bikin. Rojê dereweke bi boçik dikin, lê rim di çewêl hilnayê.

28 december 2020

Dewleta tirk cirmîmeşûd hat girtin

Ji arşîva
13/11-2005
Netkurd

Bombeya di 9ê mehê da li Şemzînanê teqiya nîşan dide ku dewleta tirk siyaseta xwe ya kurdan bi qasî serê derziyê jî neguharandiye û nêta wê ya guherandinê jî tuneye. 

Hemû gavên xwedêgiravî di riya demokrasî û Yekîtiya Ewrûpayê da hatine avêtin, hemû qanûnên hatine derxistin wer xuya ye ku bi qasî misqalekî jî qîmet î herbiya wan tunye. Ew nikanin rê li ber cînayet û terora dewletê bigrin.

Min serê xwe xist teqereqê

 Îro li mala me teqereqa karkiran e, em paceyên xwe diguherin. Mal tevlihev e, min kompîtor nuh vekir.

Xaniyê me di sala 1974a da lê bûye, pace hîn ew pace ne.

Textên çend heban riziyabûn, guve guve bê bû. Vê çelê zivistanê me xwe xist vê teqereqê. Hoste dibêje ewê du rojên din jî bajo.

Hêvî dikim rast be, dirêj najo, nemîne sala bê.

Hostatiya derewan

Du bira hebûn, ji wan yekî pirr derew dikir, yekî virek bû.  Rojekê birayê derew nedikir ji birayê xwe yê virek(derewçîn) ra got:

-Keko, wele min nêt heye ez îşev li odê derewekê bikim.

Birayê derewçîn got:

-Birao, ku tu bi ya min dikî tu yê nekî, çimkî tu nizanî derewa bikî, Ji bo ku meriv kanibe derewan bike jî hostayî û zanebûn lazim e. tu ne hosteyî vira yî, tu yê nikanibî li hev ragirî.

Birê qebûl nekir; got:

27 december 2020

Çend numûne ji gotinên li ser tirkan hatine gotin

Di malpereke tirkî da do ez rastî çend peyvên, biwêjên, îfadeyên miletên din li ser tirkan dibêjin hatim.
Min ji wan çend heb tercumeyî kurmancî kirin. Ji bo ku hûn bibînin miletên din di heqê tirkan da çi difikirin û çi gotine.

Ji ber ku tirkan bi xwe ew tercumeyî tirkî kirine, lema jî tu mahzûrê nabînim ez jî wan belav bikim.

Du'a çewt fahm bû

Yekî gundî mangak û mankereke wî ya piştkurmî hebû.

Zivistan bû, destê wî pirr teng bû. şevekê destê xwe li ber Xwedê vegirt, got:

-Ya Rebî, tu min jê vê mankera piştkurmî xelas bikî, êdî hew qeweta min digihê ku êm bidim vê kera piştkurmî.

Mêrik gava serê sibê deriyê êxur vekir, bavo çi bibîne! Mange miriye û kera piştkurmî sax e!

Bush û emrê Xwedê !

9/10-2005
Netkurd

Nizanim çima, lê ji roja rûxandina rejîma Seddamê dîktator û vir da, hema wer niqutîbû dilê min, min tim ji xwe ra digot, ev karê xêrê ne yê George W. Bush tenê ye, divê hinekên din jî li pişt wî hebin.
Min zanîbû Bush bi tena serê xwe newêre biryareke hewqas mezin û di cî da bide û gelê Iraqê û Kurdistanê ji cendera rejîma Seddam, vî zalimê zaliman xelas bike.

Nuha derket ortê ku texmîna min ji bin da ne bêbingeh bûye, bi rastî jî ”hinekên” ji Bush jî mezintir û bi hêztir li pişt vê biryara wî ya gelkî bixêr bûne. Wan emir daye(!) û Bushê reben jî ji mecbûrî gotiye, ser seran, ser çavan û emir bi cî anîye.

26 december 2020

Hafize xapînok e

Hafize tiştekî pir ecêb e, her ku meriv kal dibe, bi nav salan da dihere ew jî bi meriv ra zeîf û kal dibe. 

Ya din jî, hafize(bîr) tiştekî pir xapînok e, eynî wek pisikê ye, kes nikane lê hukim bike, dilê wê çi bixwaze, li gorî xwe çi muhîm bibîne wê di bîra xwe da dihêle. Lema jî carnan meriv dixapîne û carnan jî matmayî dihêle.

Çendakî berê ez rastî dosyeke nivîsên xwe yên 15 sal berê hatim. Nivîsên di 2005-2006a da min di Netkurdê da weşandine. Li ser hev 47 meqale ne. Ez nuha wan ji berêvkê da, rojê yekê di bloga xwe da diweşînim.

Çend tiştên hûrik-mûrik

Bi şev gava dikevim nava nivînan di serê xwe da gelek tiştan, gelek karan li hev radigrim û ji berêvkêva dest pê dikim.

Lê bêxwediya blogê û nivîsên rojane nahêlin ez karekî din bikim.

Ez rojan bi rojan, mehan bi mehan didim û hew dibînim salek derbas jî bû.

Serê salan e ez û van xeyalan li ber hev didin, ne ew dev ji min ber didin, ne jî ez ji wan.

TIRSONEK NAGIHÎJIN ARMANCÊ

26/9-2005
Netkurd

Wek tê zanîn Osman Baydemîr Serokê Belediya Bajarê Mezin yê Diyarbekrê ye.
Baydemîr salek berê ji gelê Diyarbekrê bi sedhezaran ray girt û bû serokê belediyê.
Û her kes dizane ku gelê kurd bi wan rayên xwe Osman Baydemîr ne tenê wek serokê belediyê û ji bo xizmeta ji bajêr ra hilbijart, ji viya bêtir di warê siyasî da jî mesûliyetek da ser milên wî, ew kir nûner û berpirsiyarekî xwe yê siyasî jî.

Çima tu têr naxu ?

Rojekê Xoce Nesredîn li bajêr digere, him bê pere bû, him jî birçî bû. Di ber firnakê ra derbas bû, danê êvarê bû, bîna nanê germ, nanê teze li serî xist. Çû ber ket hundur firnê, ji yê nanfiroş ra got:

- Ma ev nan giş yên te ne ?

Mêrik got:

- Erê, giş yên min in.

Xoce got:

25 december 2020

Fîlmê "Lawê rojê" û ferqa swêdî û tirkan

Nils-Aslak Valkeapää 

Ez di telewîzyona swêdî da (SVT2) li fîlmekî belgeyî, dokumenter temaşe dikim. 

Fîlm li ser miletê samer e. Navê fîlm "Lawê rojê" ye. Bi swêdî ”Solens son” e.
Fîlm di sala 2017a da ji alî jineke bi navê Gunîlla Bresky va hatiye çêkirin.
Fîlmekî muhteşem e, li ser jiyan, kultur, urf adet, muzîk û zulma li wan kirine. Navê muzîka wan ”jojk/jojka” ye. Jojka pir dişibe meqamê kilamên kurmancî ”lolo lolo, lêlê lêlê...”
Samer, li bakurê Swêd dijîn û wek pez, bi kerîyan pezkûviyan xwedî dikin.
Sam, miletekî vê herêmê yê herî kevn e, li Rûsyayê, li Norweçê, li Fînlandîyayê û li Swêd hene.

Sûcdarên vî halê me yê perîşan Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa ye

Siyasetmedarên ewrûpî û emerîkî xwe pir zana û jîr dihesibînin. 

Lê ne wisa ye, li gorî siyasetmedarên misilman û rojhilatî di siyasetê da ew pir nezan û korfahm min, wek xilt in, tim xweliyê li serê xwe dikin, bi siyasetên xwe yên şaş malikê li welatên xwe wêran dikin.

 Û ya xerab, tu carî jî bi vê siyaseta xwe ya şaş û malwêran nahesin, lema jî şaşiyên xwe tim dubare dikin û bi vê yekê ra jî ji xwe ra geleşên mezin çê kirine û welatên xwe kirine cehnimeyeke rastîn.

24 december 2020

Bi kurmancî klîba salê ya herî baş


Diyarnameyê wek gelekê caran vê carê jî karekî baş kiriye, klîba salê ya kurmancî ya herî baş hilbijartiye. 

Diyarnamê ji 20 kesan jûrîyek ava kiriye û wê jûriyê jî di nav 21 klîbên kurdî da klîba ”Nazê nêrgiza hewşê” wek klîba îsal ya herî baş, herî serketî hilbijartiye. 

Bi baweriya min jî jûriyê hilbijartineke rast kiriye. Ji min jî bihata pirsîn, minê jî raya xwe bida klîba ”Nazê nêrgiza hewşê.” Çimkî bi rastî klîbeke pir xweş û mikemel e. 

Me jî îro sifra Noelê raxist

 


Îro serê sala Noelê, Erîfeya Noelê ye; swêdî dibêjin ”Julafton, yanî roja berî cejna Noelê. Her sal di 25ê meha çele da xiristiyan jidayikbûna Hz. Îsa  pîroz dikin, îro roja berî wê ye, îro jî cejn e.

Ez û xanim derketin, me meşa xwe kir û em hatin. Derve sar e, qirsayî ketiye, 2 derece di bin sifirê da ye.

Xwelî li serê me

 


Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da welatekî û qiralê wî bi we bidim naskirin.

Welatê ezê bi we bidim naskirin navê wî Swaziland e û Qiral jî Msouatî ye.

Dibe ku gelekê we vî welatî berê nas dikin, lê tişt nabe dibe ku hinkên wek min nas nekin jî hebin.Ya din jî di tezekirina hafizayê da tu zirar tuneye.

23 december 2020

Hejîr

 


Ev 40 sal e ez li Swêd im, her serê salê ez hejîran, çerez û şîraniyê dikirim.

Do jî min ji ser mêwefiroşê me yê kurd pêkatek hejîr kirî; kîloyek bû.

Ez ji hejîran pir hez dikim. Ji tezeyê wan jî, ji hişkên wan jî hez dikim. Gava lê rast têm dikirim. Ne çilek im, lê xwe mehrûm û nefsa xwe jî kor nakim.

Min nuh ferq kir, hewqas sal in ev cara pêşîye ez hejîrên teze, yên salê dikirim.

Meriv soz da gerek soza xwe bi cî bîne

Nasekî min heye, hin hacetên xwe li ba min hîştine, gerek bibe û karekî min, suxreyek min jî pê ketiye, xwedêgiravî ewê bibîne. Ev çend car in sozê dide min, dibê ezê sibe, ya jî filan rojê werim, ez li mal dipêm, lê nayê. 

Gerek îro bihata, heta piştî nîvro min pa nehat. Ji ber ku wexta diyar nekiribû, min nizanîbû ewê kînga were, lema min nedixwest ji malê dûr kevim. Lê dawiya dawî îro jî ne hat û telefon jî nekir.

Dilbijokîya min

Carnan ez rastî hin nivîs û twîttên pir xweş têm, kêfa min ji wan peyvên biaqil û zîrek ra tê.
Lê ji bo ku bi tirkî ne ji dilê min nayê like bikim.
Gava dibînim kurdekî/kurdekê bi tirkî peyveke xweş kiriye bi navê kurdî didexisim, dibêjim xwezî ev peyv ne bi tirkî, bi kurdî kiribûya.

TIRK Û ”BAPÊŞA ÇÛKAN” !

 

Ev çendake nexweşiyeke çûkan ya bi navê ”Bapêşa Çûkan” li derd û kulên Tirkiyê zêde bû. Ev bapêşa elok, mirîşkan û çûkên din bi hawakî bêhemdî li qeza Manyas, li nahîya Kiziksa hat tespîtkirin.

Bi belavbûna bûyerê ra Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bi riya pisporên xwe lêkolînek da çêkirin û beyanek da. 

Pisporên YE gotin: ”Bapêşa Çûkan ya ku li Tirkiyê hatiye tespîtkirin H5N1 e, pir bi tahlûkeye û ya mirinêye.

22 december 2020

Tirkan îcar jî bela xwe di Eyn Îsa dane

 


Bi saya dewleta xwe tirkan em kurd perîşan kirine. Ji bo ku tank, top û balafirên wan hene, ji bo ku artêşa wan heye pê li serê medikin, nahêlin em di malên xwe da rojekê rehet bikin. Jiyan li me kirine zindan.

Ev demeke îcar bela xwe di bajarê Eyn Îsa dane, gav û saetê bajêr û gundên dorê topbaran dikin. Ji ber topbaranên tirkan û îrîşên çeteyên wan bi sedan malbatên kurd bi çolan ketine, di halekî pir xerab da ne...

Dibê meriv bi zulma dijmin li kurdan dike kêfxweş nebe

Dewleta tirk kîjan kurdî/kurdê siyasî bigre, bavêje zindanê, ceza bike ez li dij im, pê kêfxweş nabim.

Dixwaze bira ew kes merivekî ez jê hez nekim, merivekî ez pir li dij fikir û siyaseta wî bim.

Rejîma îslamî-faşîst bi hezaran kurd kêfî, ji bo ku kurdan çavtirsiyayî bikin êsîr girtine. Bi vê zulma li kurdan dikin dibê em bêdeng nemînin, li gorî îmkanên xwe li dij rabin.

Bîrîkirina dimsê

 


Xebereke rojnameya Batmanê ez îro hinekî xemgîn kirim. Li gor xebera rojnameyê îsal dims jî kêm tê firotin. Belê we çewt nexwend, li Kurdistanê dims jî êdî kêm tê firotin.

Ew dimsa(mot a)ku li gor baweriya gelêrî ya kurdan ji her derdî ra derman e îsal zêde nayê firotin. 

Tê bîra min, her sal dema dims derdiket xelkê ji dest hev direvand û dema dihat bazarê jî li erdê nediket. Di nava çend rojan da dibû tûtya!.

21 december 2020

Tirkiyê di 6 salan da 141 girtîxane çêkirine

 


Hukûmeta îslamiyên tirk di 6 salan da 141 girtîxane çêkirine. Û sala bê jî ewê 39 hebên din jî lê zêde bikin, jimar ewê bibe 180 zindanên kurdên êsîr girtine.
Îslamî-faşîstên tik dixwazin bi sedhezaran kurdên bîna kurdayetiyê jê tê ya bikujin, ya bi çolan xin, ya jî  di zindanan da êsîr bigrin.
Van girtîxane û kampên êsîran gişan ji bo kurdan çê dikin. Li Tirkiyê û Kurdistanê salê ji fabrîqeyan pirtir girtîxane çêkirine.
Li gorî parlamenterê CHPê Abullatîf Şener gotiye: 

Cî ji bavê min ra namîne…

 Li Almanyayê karkerekî tirk ji bo ku zarokê xwe yê nuhçêbûyî qeyd bike, bi lawê xwe yê 4-5 salî ra dihere Konsolosxana Duseldorfê. Mamûrê bi karê qeydkirina zarokan mesûl e ji lawikê biçûk ra dibêje:

-Tu ji birayê xwe yê nuh hez dikî?

Qey ji gundên Qezê ye

Sal 1971 e. Li Tirkiyê generalan dîsa bi zora sunguyê hukum girtibûn destên xwe, li her derê terorek mezin hebû. Bi taybetî li Kurdistanê ew kesê ku bîna çepîtî û welatperweriyê jê dihat digirtin...

Şevekê girtin ser çayxana Cemîl, bi çend xortan ra Cemîl jî girtin, birin hefsa Diyarbekrê.

20 december 2020

Xortên kurd êdî naxwazin bi tirkan ra bizewicin


Li gorî lêkolîna şîrketa lêkolînan Rawestê ji %44ê xortên/ciwanên kurd naxwazin bi tirkan ra bizewicin. Dibêjin heger ew tirkan ra bizewicin ewê asîmîle bibin.

Bi vê xeberê pir kêfxweş bûm.
Tiştê 40-50 sal berê min digot û diparast, vaye xortên kurd jî êdî diparêzin, êdî ew jî li dijî zewaca bi tirkan ra ne. Ev, guhertineke sosyolojîk ya pir baş e. 
Li gorî lêkolînekê %44ê ciwanên kurd naxwazin bi tirkan ra bizewicin. Ev pêşketineke nuh e û pir baş e, bi vê şêl û meyla keç û xortên kurd ez pir kêfxweş bûm.

Ji sedî 99ê zewaca bi tirkan ra kurd bûne tirk.

Kurdî ket devê emerîkîyan jî !

Ji arşîva min:
2/10-2005
Netkurd

Şikir ku me ev roj jî dît. Kurd bûn xwedî balafir jî. Êdî kurdên li Ewrûpayê ne hewceye ku herin Tirkiyê û derdê tirkan bikşînin. Ji nuha û pêva balafira Kurdistan Airlines heftê rojekê ji Frankfûrtê raste rast difire Hewlêrê.

 Rêwîno oxira we ya xêrê be!

Heta nuha Kurdistan Airlinesê du sefer kirine. Di sefera duduyan ya Kurdistan Airlinesê da rojnamevanekî tirk yê bi navê Îrfan Ergî ji bo ku bi çavên serê xwe bibîne ku ”kurdistan Airlines” rast e ne xeyal e ji Frankfurtê ew jî bû rêwî û çû Paytexta Kurdistanê Hewlêrê.
  
Ergî di rojnameya Mîllîyetê da dûr û dirêj û bi rengekî dinya nedîtî û dramatîzewarî qala Kurdistan Airlinsê û vê rêwîtiya xwe kir.

Di vê seyahetnama Ergî da tiştekî bala wî kişandiye û hinekî jî pê matmayî maye. Ergî di dema vegerê da ji Hewlêrê li mînîbûsekê siwar dibe û berê xwe dide Balafirxana Navnetewî ya Hewlêrê. Bi rê da şufêr kasêteke kurdî dide ser. Di erebê da bêyî Ergî çend leşkerên Emerîkî jî hebûne.

Leşkerên emerîkî kêfa wan ji stranê ra tê û loma ew jî tevî tempoya muzîkê dibin û pê ra distirên. Ev yek bi Ergî gelkî xerîb tê û loma jî di nivîsa xwe da bi heyret qala vê katê dike û wiha dibêje:

-Gava şufêr straneke kurdî lêxist, leşkerên Emerîkî yên bi kincên sivîl ku li pişt min rûniştibûn bi dilşadiyeke mezin û hema hema bi kurdiyeke bêqusûr refaqetî stranê kirin.

A vê bûyerê yanî bi kurdî nuhurandina leşkerên Emerîkî gelkî bala Îrfan Ergî kirşandiye û  di rojnama xwe da qala vê bûyerê kiriye. Gotiye êdî leşkerên Emerîkî jî bi kurdî distirên. Ji bo yekî tirk rûbirûbûna bûyereke wiha bêguman tiştekî gelkî giran e, xerîb e û hetta hinekî jî dûrî aqilan e!

Emerîkî çawa dikane bi kurdî bistirê?

Wê demê dawiya dinê ye!

Wê demê malik li tirkan şewitî û li vê dinyayê cî ji wan ra nema.

Li gor yekî tirk, kurdî ne tu ziman e. Û ne hêjaye ku meriv fêr bibe û pê bistirê. Dema yekî xerîb kurdî fêr bibe û tew di ser da jî pê bistirê tirk matmayî dimînin, ev yek bi kêmasî dinya û psîkolojiya wan xera dike.

Neteweperestên tirk bi xwe korfahm in û dilê wan jî mişt dijminatiya kurda ye. Û ji wan wetnê dinya alem jî giş wek wan korfahm e û li dijî kurdan e. Dema bûyereke berovaciya vê baweriya xwe dibînin ji xwe ra diçin dinya wî alî û dibêjin:hela hela, ma tiştê wiha jî dibe?

Meriv çawa fêrî kurdî dibe?

Ev serê sedsalan e tirk bi mamûr, çendirme û pûlisên xwe ve li Kurdistanê di nava me da ne, lê fêrî kurdî nebûne û nabin. Yekî tirk bi salan li kurdistanê dimîne lê du gotinan jî fêr nabe. Çimkî naxwaze. Dema meriv ji teştekî hez neke meriv fêr jî nabe.

Di vî warî da nimûna herî balkêş tirkên di nav PKKê da ne. Ji van kesan hinek hene bi kêmasî ev sîh(30) sal in ku di nava PKKê da ne û li serê çiyayên Kurdistanê wek serokên gerîlla şer dikin. Lê ew hîn du gotinên kurdî jî fêr nebûne. Lê wan bi xwe bi hezaran keç û xortên kurd fêrî tirkî kirine. 

Ez bawer dikim li dinyayê numûneyeke din wek vê tuneye. Ne mumkûn e ku mirovek bi rastî ji miletekî hez bike, lê di sîh(30)salî da zimanê wî fêr nebe.

Loma jî dema tirk dibînin ku leşkerên emerîkî di nava salekê da ”hema hema bi hawakî bêqusûr” kurdî fêr dibin matmayî dimînin, dibêjin helaaa helaaa, li dinyayê tiştên wiha jî dibe?

Emerîkî û kurdî?

Belê tiştên wiha jî dibin û ewê hîn gelek tiştên din jî bibin. Bi xêr ku hûn ji qehra neteqiyan û nemirin hûnê gelek tiştên ku devên we li hember ji hev here bibînin.

Feqîrê xwedê nabînin ku ne tenê emerîkî, koreyî jî fêrî kurdî bûne. Û ne tenê kurdî jî, tew fêrî govenda kurdî jî bûne. Govenda koreyî digrin kurd nikanin bigrin.

Ji ber ku zimanê kurdî şîrîn e, muzîk û govenda kurdî jî hîn dejenere nebûye, otantîk e û egzotîsk e. Loma jî xelk jê hez dike û fêr dibe.

Di dema vegerê da li balafirxanê tiştekî din jî bala Ergî dikşîne. Li ber deriyê ketina hundurê termînalê çavên Ergî bi hin leşkerên emerîkî dikeve. Li gor gotna Ergî, li ser milên nobetdarên leşkerên emerîkî yên li ber deriyê termînalê nîşana zîha –arma ejderha- hebûye. Dema Ergî nîşana li ser milên leşkeran dibîne, bûyera çawelan tê bîra wî û dibêje:

-Leşkerên vê lîwayê çewal xistibûn serên tîmên me û bi vê kirina xwe ketibûn rojevê.

Wek tê zanîn zîha marekî, ejderhakî pir mezin e, dikane meriv daqultîne. Loma jî divê meriv xwe zêde nêzî ”zîha” neke. Ku meriv xwe nêz bike, ewê bibêje ”luppp” û meriv daqultîne!

Ergî negotiye, lê ez bawer dikim wî jî xwe zêde nêz leşkeran nekiriye, ew tavilê ji wir dûr ketiye.

Belê, emerîkî jî êdî bi kurdî distirên.

Gelo hûn tirk, hûnê kînga fêr bibin?


 

19 december 2020

Gerek em îşê xwe ji dînên hev neynin û cejnên hev pîroz bikin.

 


Nuha min di malpera xortekî da xwend, hin kurdên dîndar di medyaya sosyal da bi wêne û bi sembolên êzdîtiyê Cejna Êzî li kurdên êzidî pîroz kirine...

Pir kêfxweş bûm. Tiştekî pir baş kirine. 
Ez jî Cejna Êzî li xwişk û birayên xwe yên êzdî hemûyan pîroz dikim.
 

Dibê wiha be. Dibê em kurd midaxaleyî baweriyên hev nekin, kî çi, kîjan dînî dihebîne bi kêfa xwe ye.

Misilman li ser dînê xwe, êzdî li ser dînê xwe, elewî li ser dînê xwe, îsewî, kakayî, ehl heq li ser dînê xwe.

Mêrik bû dîplomayên sexte bûye gelek tişt

 


Dadgeheke Tirkiyê ji ber ku dîplomayên şêwirmendê Erdogan û parlamenterê AKPê yê berê Hamza Yerlîkaya sexte bûne 5 sal ceza dayê. 

Hamza Yerlîkaya, dîploma lîsê û zanîngehê ji xwe li hev ragirtiye û wek merivekî lîse û zanîngeh qedandibe bûye parlamenter û şêwirmendê Erdogan û gelek tiştên din.

Hamza Yerlîkaya, ne serokşêwirmendê Erdogan tenê bûye, her wisa, cîgirê wezîrê sporê bûye, cîgirê serokê Vakif Bankê bûye. Yanî mêrik bi dîplomayên sexte bûye gelek tişt.

18 december 2020

Mistefa Kazimî li Tirkiyê bi gotinekê jî qala dagirkeriya Tirkiyê nekir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do li Tirkiyê bû. Bi serokkomar Erdogan ra civîneke dirêj çê kir û piştî civînê jî bi hev ra civîneke çapemeniyêçê kirin.

Mistefa Kazimî di axaftina xwe da bi yek gotinê be jî qala dagirkeriya Tirkiyê û bi hezaran leşkerên tirk yên li Kurdistanê-Îraqê nekir. Fena ku bi hezaran leşkerên tirk ne li Kurdistanê-Îraqê bin, ji tirkan ra negot gerek Tirkiye leşkerên xwe ji Îraqê vekşîne. Fena ku bi hezaran leşkerên tirk welatê wî dagir nekiribin. Çimkî ew zerokwezîrê kurda ye jî.

Uslûba wî, gotinên di civînê da bi kar anîn, fena ku di nabêna Îraqê û Tirkiyê da tu gelş tunebin, fena ku bi hezaran leşkerên tirk û bi dehan şargehên û qereqolên tirk di nav axa Kurdistanê-Îraqê da tunebin.

Ne tirk bi kuştina me têr dibin, ne jî em bi qîrîn û hawarê diwestin

Ne tirk bi kuştina me, bi zulma li me dikin diwestin û têr dibin, ne jî em bi qîrîn û hawarê, bi girî û fîganê diwestin, dawî li vê perîşaniya me tê. 
Ev sed sal e tirk bi zalimîyeke mezi li me dixin, me dikujin û dikujin. 
Lê tu carî dilê wan rehet nabe, hedefa wan koka me biqelînin, me wek milet li dinyayê nehêlin.

Me bi milyonan bi darê zorê ji welatê me koçber dikin.
Me wek keriyê pez tije zindanan dikin.
Her roj xwîna me diherikînin...

Meriv bexşîş da divê Porsche be !

Garsoneka Swêdî bi navê Josefin Jostin di dîroka Swêd da bexşîşa herî zêde girt. Bexşîşa wê ne çend kronên swêdî, Porscheyek bû.

Josefin li aşxaneyekê wek garson-servitris- dixebite. Piştî ku mêrik Porscha xwe wek bexşîş dide Josefîn xanima 19 salî ew berê bawer nake, dibêje:

 -Berê min got qey henekê xwe bi min dike.

Lê Josefîna delal dûra dibîne ku ne henek e, mesele cidî ye.

17 december 2020

Ewrûpî çima Tirkiyê nabin îflasê û çima destegê nadin çêbûna Kurdistanê?

Heger Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka bixwazin kanin di salekê da Tirkiyê bibin îflasê û teslîm bigrin; hate kanin belav bikin.

Lê naxwazin keştiya tirk binav bikin.

Ji bo ku rewşa tirkan xerabtir nebe, ji bo ku Tirkiye belav nebe her musamahayê, her alîkariyê bi tirkan ra dikin.

Quretî û zirzopiyên Erdogan û tirkan îdare dikin.

Komara elelokan

 

Tirk li navê dewleta xwe "Republic of Turkey” poşman bûne, dixwazin biguherînin.

Dibe ku hinek nizanibin, li gor tê gotin, gotina ”Turkey”, di dema dawî ya dewleta Osmanî da hatiye bikaranîn.
Cara pêşî di hin çavkaniyên îngilîzî da lê ewe jî bi maneyeke hinekî bi qerf û tinaz îngilîzan bikaranîye.
Îngilîzan navê xwe kiribûn ”GREAT BRITAIN” yanî Brîtanya Mezin lê navê tirkên osmanî jî qey ji ber kum û kolozên sere wan kiribûn ”elelok/elok, şamî.”

Zulmeke wiha nehatiye dîtin

 


Merivên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz,  di 14ê hezîranê da li Surûcê di dikanekê da bav û lawekî wî kuştin û dû ra ew jî li nexweşxanê kuştin.

Yanî bav û du lawên wî bi wahşeteke mezin kuştin. Lawekî malbatê jî di hefsê da ye, jê ra 150 sal ceza tê xwestin.

Dayika herdu zarokên kuştî Emîne Şenyaşar û lawê xwe ji bo ku derdên xwe ji serokê AKPê yê Rihayê ra bibêjin û alîkariyê jê bixwazin, çûne ber avahiya AKPê ya Rihayê.

16 december 2020

Ez ditirsim rojakê nifirên xanima min qebûl bibin û dinya bi rastî jî serobinî hev bibe

Bîstik berê min ji xanimê ra qala hin zulma tirkan, hin bûyerên van rojên dawî kir. Wek her tim dîsa hêrs bû, bû wek xuya tu bavêjî ji nava êgir da...

Gava ez dixwazim dilê xwe li Erdogan û li tirkan rehet bikim, ez ji xanima xwe ra li ser tirkan qala çend xeberên ne xweş dikim.

Di cî da har dibe, wek mozên sor diazire û çi tê ber dev dibêje, çiqas nifirên tên bîrê gişan yek bi yek, li dû hev rêz dike. Dibêje:

Dua ji bo elektirîkê !

 


Şêniyên 30 taxên Surûca qeza Rihayê derketin dua elektirîkê, ji Xwedayê xwe ra dua kirin, gotin ya Rebî tu elektirîkê bidî me, ya Rebî tu me ji zulmê xelas bikî!

Li Surûcê rojê 12 saet elektirîk tuneye. Milet perîşan bûye. Ji şêniyên taxê yekî gotiye:

-Ev ne dua baranê ye, ev dua elektirîkê ye. Ji bo çareserîya vê gelşê em çûn ku derê, ji me ra gotin, ancax Xwedê kane bi DEDAŞê(şîrketa elektirîkê).
Ji bo wê jî em nuha li ber Xwedê digerin. Ya rebî elektirîkê bide me ! Ya rebî dawîyê li vê zulmê bîne!

Berpirsiyarên vê rewşa Kurdistana Federe ya xerab partiyên desthilatdar in

Arif Zêrevan gotiye hebûna Kurdistana Federal di bin xetereke mezin da ye, Îran, Îraq û Tirkiye dixwazin bi hin prowakasyonan Kurdistana Federe hilweşînin, ” bostek tenê jî ji axa Kurdistanê di bin hikimdariya kurdan de nemîne.”

Li gorî Arif Zêrevan dinivîse, di vê planê da wezîfeyek dane PKKê jî. Ev, dîtin û îdîayên Arif Zêrevan in.

Lê bi baweriya min jî tiştê Arif Zêrevan gotiye ne îdîayeke bêbingeh e, heger ji destê Îraqê, Îranê û Tirkiyê were ewê vê plana Arif Zêrevan qal kiriye têxin praktîkê. Di vir da miheqeq ewê destikên wan ên hundur jî hebin.

Temiya A. Ocalan

1/5-2005
Netkurd

Beyan û gotinên A. Ocalan berê ji alî bîrûraya giştî va pir hindik “ciddî “ dihat girtin û yekcaran jî li ser dihat rawestandin. Lê gotin û beyanên wî êdî hewqas dubare, vala û bêmane bûne ku êdî kes ne cidîyetekê didê û ne jî hêja dibîne ku li ser raweste û şirove bike. 

Yanî bi kurtayî bêyî hin mirîdên wî, kurd bi piranî êdî qet guh nadin gotin û beyanên Ocalan.

Li gel vê bawerî û şêla raya giştî jî ez dixwazim li ser beyana A. Ocalan ya vê dawiyê(30/4,Ozgur Politika) çend gotinan bibêjim.

15 december 2020

Van partîyan kurd perîşan kirin

Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê rewşa gelê me û partiyên siyasî pir xerab û bêhevî xuya dike, xeberên her roj meriv dibihîze meriv qudûmşikestî dike.

Li hersê beşan jî partiyên mezin malik li kurdan wêran kirine. Hêvî dikim mûcîzeyek çê bibe, milet perîşantir ne.

Bi baweriya min di vî halê me yê kambax da sûcê pariyan gişan heye. PKK, PDK, YNK, PYD, ENKS giş sûcdar in, sûcê gişan ne bi qasî hev be jî, lê giş mesûlên vî halê me yê xerab in. PKK nikane bi dijmin bela xwe di kurdan dide. Ev yek rewş xerabtir dike.

Bira dilê we rehet bibe

Nêçîrvanekî ji hevalên xwe ra qala serpêhatiyeke xwe dikir, go carê li çolê ez rastî hirçekê hatim û min bazda, ez hilkişiyam ser darekê, bi vî hawî min ruhê xwe xelas kir.

Yekî got:

-Ma qey hirç nikane hilkişe ser darê…

Got:

- Min xwe avêt koncalekê/kortekê, bi vî hawî min xwe xelas kir...

Yekî din got:

Sûcê diz...

 Xoce Nesredîn sibakê rabû, bala xwe dayê ku kerê wî tuneye. Virda çû, wêda çû ker nedî. Xeber li nava gund zû belav bû, gundî li mala Xoce kom bûn. Destpê kirin her yekî tişek got. Yekî got:

-Xoce, qey te derî baş negirtibûye...

-Bala xwe bidê, pace jî baş ne mezbût e...

-Dibê te bi şev çend caran saxtî bikira.

-Dibê guhê te tim li derî bûya.

Xoce bala xwe dayê dawiya şîretan nayê, giş bi ser wî da dikin.

Xoce got:

14 december 2020

Îro dîsa bûm nanpêj

 



Xanimê nanpêjî dewrî min kiriye, çimkî ew bi qasî min nikane nan xweş lêxe. Nanê ez lê dixim wek qurabîye tê xwarin, meriv kane tisî bixwe. Ez ardê cûr be cûr tev hev dikim. Ji xwe ra somunê reş, ji xanimê û zarokan ra jî kuloran lêdixim.

Ez li gorî tarîfan û reçeteyan diherim, xanim ji tarîf-marîfan hez nake. Wek li welêt, avê bera ser ard dide û hema hevîrê xwe dike û temam.

Sibe dikane dereng be !

 2/6-2005
Netkurd

Ev demeke malpera me, NETKURDÊ li dijî asîmîlasyonê û helandina kurdan ez kanim bibêjim kampanyak di cî da dayedestpêkirin, dixwaze her kurdekî bîrewer û welatparêz li hember vê tofana mezin dengê xwe bilind bike û hin gavên radîkal bavêje. Bi baweriya min ev kampanye pêwîst e û divê bi xurtî bê domandin.
  
Ji salên 1980ê û virda li ser vê meselê min gelek nivîs nivîsîne. Ez dixwazim vê heftê ji wan nivîsên xwe yekê, ku min di sala 1993an da di Armancê da weşandibû bi kurtayî hin beşan biweşînim.

Ji ber ku gazî û hawara min ya 12 sal berê û ya Netkurdê ya îro sedî sed wek hev in.

Berî nuha bi 12 salan min wiha gazî li serok û rêxistinên kurdan kiribû:

Dar qalind e destê me lê nayê hev

Dijmin dîyar e, eyan beyan e, her kes nas dike. Ji bo nasandina dijmin ne hewceye meriv xwe biwestîne. Bi tank, top, leşker û pûlisên xwe li ber çavê me ne, kurdê wan nas neke, bibêje na, ev ne dijmin e, dost e tuneye.

Lê hin kurd jî hene li ser navê kurdayetiyê, li ser navê xebata ji bo kurd û Kurdistanê bi qasî dijmin zirarê didin kurdan.

Lê belê ya xerab tu nikanî vê rastiyê bi her kesî bidî qebûlkirin. Gava tu vê yekê dibêjî, tu dibî yê neheq û xerab.

13 december 2020

Tirk gava zorê dibînin dibin pisik

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu di telefonê da ji wezîrê karên derve yê Îranê ji Cewad Zerîf ra gotiye, ”Erdogan wisa zanîbû şiîra Erez Erez li ser Qerebaxê ye, nizanîbû li ser Azerbêcana Îranê ye...”

Zor dîtin ji tirsa çawa çerx dikin û virên bi boçik dikin. Îcar nizanîbûye (!)

Gotinek heye, dibêjin, yê bêdîn ji heqê yê bêîman dertê.

Erdogan elimîye devê ewrûpiyan, lema jî carnan nikane xwe kontrol bike, xwe zêde berdide.

Korfahmîya tirkan

 

Çendakî berê alimekî alman (Dîrektorê Enstîtuya Genetîk ya Lêkolînê ya Leipzigê)bi navê Volkmar Weiss, piştî hin testên IQê li ser korfahmiya (nejîrbûna, nezekîbûna) zarokên tirkan bi kurtayî wiha got:

“Testên hatine kirin nîşan didin ku zarokên tirk yên li Almanyayê hatine dinyayê ji yên alman korfahmtir in.”

Li ser vê, tirkan bi qiç û pîlan ve xwe rakirin û li erdê xistin, gotin miheqeq hîleyek di vê lêkolîn û testê da heye. Tirk û korfahmî? 

Ev yek ne maqûl e!

 Ne maqûl e ji ber ku Ataturk gotiye:

12 december 2020

Kêra kalanî

 



Xanim ketiye mitpaxê, teqreqa wê ye, ji me ra lasagna çê dike.

Min jî jê ra pîvaz, îsot û malzemeyên êwê têxê hûr kir. Dema min pîvaz hûr dikir, navê ”kêra kalanî” hat bîra min.

Kêreke me ya pahn, mezin hebû. Gorbuhuşta dîya min jê ra digot ”kêra kalanî.”

Ji kêrên biçûk ra nedigot "kalanî", tenê ji kêra mezin a hinekî devpahn ra digot kêra kalanî.

Ma bi rastî musilmanî me ji kurdayetiyê dûr dixe?

15/5-2005
Netkurd

(2)
Bêguman dîsa divê em ji bîr nekin ku şêx, mela û kesên bawermend ne tenê ji ziman, edebiyat û kultura kurdî ra xizmetên mezin kirine, her wisa wan heta dawiya sedsala 20an ji hemû serîhildanên kurdan yên netewî ra pêşengî jî kirine.
Hema ji Mîr Bedirxan, Şêx Ubêdullhê Nehrî, Şêx Mahmûdê Berzencî, Qadî Mihemed û Mela Mistafa Barzanî bigire, heta bi Şêx Seîd û Seyid Riza,(Seyid Riza ne tê da) hemû jî ne tenê musilmanên temam bûn, her wisa şêx, mela, oldarên mezin bûn jî. 

Yanî dîroka me kurdan ku em kurdên Îran û Iraqê jê bidin alîyekî, heta Serîhildana Dêrsimê, hemû jî di pêşengiya şêx, mela û kesên oldar da çêbûne.

Ma bi rastî musilmanî me ji kurdayetiyê dûr dixe?

8/5-2005
Netkurd

(1)

Çendakî berê rojnama Peyama Kurd(hejmar nuha nayê bîra min) li ser êzdiyan nivîsek ne xweş weşandibû. Li ser vê, Emer Tuku û gelek kesên din Peyama Kurd bi xurtî rexne kirin û gelek nivîsên tûj nivîsandin.

Bêguman min nivîs hemû nexwendin. Û di yên min xwendin da jî li gel gelek tiştên rast û bi heq, li gor min gelek tiştên ne rast û neheq jî hatin gotin.

Di nav van nivîsan da nivîsa dostê min ê hêja Têmûrê Xelîl(nivîs di malpera Avesta, hejmara 83an da hat weşandin) bi taybetî bala min kişand.

Di nivîsa xwe da ew bi berpirsiyarê malpera Mehnamê ra li ser şandina nameyeke pîrozbahiya Cejna Qurbanê minaqeşeyekê dike. Munaqeşa li ser çima te ji min ra pîrozbahiya Cêjna Qurbanê şandiye(vî biraderî carê Noela min jî pîroz kiribû!)ez didim alî kî, çimkî ez vê yekê pir girîng nabînim.

Lê di vê munaqeşa herduyan da Têmûrê Xelîl li ser Îslamîyet û asîmîlasyona kurdên Azirbêcanê jî gelek tiştên balkêş û li gor min ne rast dibêje. A tiştê ku min alaqdar dike û ez dixwazim li ser rawestim ev dîtin û fikrên  Têmûrê Xelîl in.

Lê berî wê, ez dixwazim bibêjim ku ez merivekî ne bawermendê tu olê me, ez merivekî ataîst im û baweriya min bi tu ol û Pêxemberî tuneye.

Lê wek însan bi taybetî ez gelkî qedir û qîmetê didim êzdîyan û êzdîyatiyê.

Ji ber ku him wek ol û him jî wek civat gelek tiştên kurdan bi evîniyeke mezin di nava xwe da hewandine û heta roja îro anîne. Ev yek hêjayî hurmet û pesnê ye. Û loma jî ez vî heqê wan didimê.

Lê ev nayê wê maneyê ku îslamiyetê qet feyde negîhandiye çand û zimanê me, tenê zirar daye me. Îddiayeke wiha him ne rast e û him jî dûrî ilm e.

Nuha ez werim ser hin dîtin û tespîtên Têmûrê Xelîl.

Birêz Têmûrê Xelîl di nivîsa xwe da sebebên asîmîlasyona kurdên musilman îslamiyetê dibîne û ji bo xurtkirina vê têza xwe jî kurdên Êrmenîstanê û yên Azerbêcanê dide hember hev û wek nimûne nîşan dide. Ew dibêje:

“Di salîn 30î da li Azirbêcanê 42 hezar kurd hebûn, lê li Ermenîstanê 6 hezar kurd hebûn. Îcar îro gereke jimara kurdên Azirbêcanê 10 qat bibûya û bigihîşta nîv mîlyonî. Lê li wir hema bêje kurd neman, ji ber ku musilman bûn. Lê jimara kurdên Êrmenîstanê deh qat zêde bû û gihîşt 60 hezarî, ji ber ku êzdî bûn. Sebebê vê yekê musulmanî ye. Eger hûn li sebebekî din jî bigerin, wê dîsa musilmanî derkeve pêş we.”

Bi qasî ez dizanim di vî warî da tu lêkolîneke ilmî tuneye ku bi delîl û îspat yanî bi faktên ilmî me ronî  û îqna bike. Lê wek texmîn dibe ku îslamîyetê di helandina kurdên Azirbêcanê da kêm zêde rolek lîstibe.

Bes li gel vê, bêguman gelek faktorên din jî hene. Loma jî ne rast e û ne jî dîtineke ilmî ye ku meriv helandina kurdên Azirbêcanê tenê bi Musilmanbûna wan ve girê bide.

Bingeheke zanistî ya vê îddîayê tuneye.
Heger mesele hewqas sivik bûya divê kurdên Îranê, Îraqê, Tirkiyê jî wek yên Azirbêcanê asîmîle bibûna û wek wan ji binda nemana.

Her wisa divê her hindikayiyên musilman jî li her welatekî musilman wek kurdên Azirbicanê biheliyana.

Lê em dibînin ne wiha ye. Mesele numûna kurdên Anadoliya Navîn gelkî balkêş e. Ew ev sêsed sal in ku koçberî Anadoliya Navîn, nava tirkan bûne, lê wek yên Azirbêcanê hîn asîmîle nebûne. Li gel ku çarhawêlî wan hemû tirk in jî lê ew hîn neheliyane û wek kurd mane û gelkî jî zêde bûne. Û îro jî her ku diçe bêtir tevî tevgera kurd ya netewî dibin.

Sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê gelek in û divê em kurd li ser van sebeban bi rengekî ilmî û bêyî pêşbiryarî rawestin.
Heger sed sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê hebin Îslamîyet jî dikane tenê sebebek be. Lê divê em jibîr nekin ku nodûneh sebebên din jî hene. Ji van sebeban yên herî esasî bi baweriya min ji musilmaniya wan bêtir, siyaseta dewleta Azerî  ya li hember wan bûye. Viya meriv bi hêsanî di nimûna kurdên Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê da dibîne.

Kurdên Îran û Îraqê wek yên Tirkiyê û Sûriyê neheliyane. Li gel ku ev herçar dewlet jî musilman in, lê rewş û pêşketina kurdan ji hev gelkî cudaye. Çimkî li Tirkiyê û li Sûriyê bi xurtî xwestine kurdan bihelînin, bikin tirk û ereb, lê li Îranê û Îraqê wiha nebûye. Loma jî rewşa kurdên Tirkiyê û Sûriyê ji yên Îraq û Îranê pir û pir xeabtir e.

Diyar e li gel gelek sebebên dîrokî, civakî û aborî dewleta Azerî  jî wek dewleta Tirk bi plan û porgram xwestiye kurdên Azirbêcanê yên sûnî asîmîle bike.

Em dizanin li dinyayê hindikayiyên(mînorîtetên) ku asîmîle bûne tenê ne kurdên Azibêcanê ne. Di dema Împaratoriya Osmanî da gelek milet hatine helandin û ji qada dîrokê hatine rakirin.

Mesela cihû, êrmenî û rûm, li gel ku ne musliman bûn lê dîsa jî bi zor û zixtên civat û dewletê bi piranî musliman bûn ya jî hatin musilmakirin û heliyan.

Li Balkanan jî bi sedhezaran kesên xaçparêz çi ji ber darê zorê û çi jî ji ber hin berjewendiyên siyasî û aborî bûn musilman û tirk. Ji têkçûna Împaratoriya Osmanî û vir da ji van xaçparêzên balkanî nêzî 20 milyon kesên musilmanbûyî  koçî Tirkiyê kirin û hemû jî bûn tirk.

Di sedala 16. da jî  bi hezaran cihû ji Îspanyayê reviyan nav dewleta Osmanî û ew jî hemû bûn musilman û tirk, ku ji wan ra dibêjin ”Sabateyist”.

Yanî gelek caran cihêtiya dîn(olê) ji fêydeyê bêtir dikane zirarê bide miletan.

Dîsa em dizanin ku di nav kurdan da jî gelek kes berê ne musilman bûn, lê dûra ji ber şertên civakî û zixt û zora dewlet û civatê ew jî bûne musilman û kurd.

Û ev yek ne tenê di civatên Rojhilat da bûne, li Xerbê jî nimûneyên wiha gelek in.

Di sedsala 19 an da li Ewrûpayê bi sedhezaran kesên cihû ji tirsa ruhên xwe û bi zora  dewlet û civatê ola xwe guherandin û bûn xiristiyan. Lê di dawiyê da vê yekê jî têr nekir, dawî hat gihîşt komkujiya naziyan.

Gelo ji bo çi li Îranê Farisan nikanîbûne kurdan, azeriyan, ereban û hin neteweyên din bihelînin, lê azeriyan kanîbûne kurdan asîmîle bikin?

Wek min li jor jî bi çend numûneyan destnîşan kir, heger mesele tenê dîn(ol) bûya wê demê divê li her derê dinyayê miletên musilman yên bindest ji alî yên serdest ve bi hêsanî bihatana asîmîlekirin.

Lê dîrok bi gelek nimûneyên dûr û nêzîk nîşanî me dide ku her tim ne wiha ye û gelek caran jî nimûneyên eksê vê yekê hene.

Birêz Têmûrê Xelîl îslamiyetê ne tenê sebebê asîmîlebûna kurdan ya esasî nîşan dide, her wisa ew dibêje mesela Azerbêcanê, ”tenê nimûneyeke, ku musilmanî me çawa ji kurdayetiyê bi dûr dixe.”

Bêguman ev dîtin jî bê bingeh e û ji bin da ne rast e. Heger em vê îddîa Têmûrê Xelîl wek rastiyekê qebûl bikin wê demê emê hebûna hemû klasîkên xwe yên wek Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ahmedê Xanî” û gelekên wek wan gelo bikanibin çawa îzah bikin?

Ma vanan hemûyan bi xizmet û berhemên xwe em ji kurdayetiyê dûr xistine?

Bêguman na.
Berovaciya vê îddîayê, em hemû kurd çi êzdî, çi elewî û çi jî musilman giş bi berhemên van klasîkên xwe dilşad û serblind in. Û em baş dizanin ku  hemû klasîkên me jî ne tenê musilman bûne, ew her wisa di dereceyeke gelkî bilin da mela, dîndar û alimên mezin bûn jî.

Ev yek ne tenê di nav kurmancan da, di nava devokên din yên kurdî da jî dîsa wisa ye.

Bi zaravayên kurdî yên din jî  yên ku ala kurdperweriyê bilind kirine dîsa kesên mela û dîndar in.

Mesala Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Rizayê Telebanî  tenê çend nimûne ne.

Ku bingeha çand û edebiyata me ya netewî ji alî van mela, dîndar û alimên îslamî ve hatiye danîn. Û ne tenê klasîkên me, yên piştî wan jî heta bigihîje dawiya sedsala nozdan dîsa giş mela û feqe bûne.

Ji Pîremêrd û Hejar bigre, heta bi Cegerxwîn mele hemû feqe bûne û di hucreyên dînî da perwerde bûne.

Lê li alî din, em dibînin ku kurdên ne musilman tu berhemên klasîk nexuliqandine.

Û ev yek ne tenê ji bo dema klasîk, di vê sed sala dawî da jî  ev yek wiha ye. Mesela hemû êzdiyên Kurdistanê ji hezarî yekê êzdiyên Êrmenîstanê jî berhem nedane.

Gelo ji bo çi?
Mesela li gel ku li Kurdistana Bakur, li herêma Wêranşarê, Diyarbekrê, Sêrtê û Mêrdînê  nufûsa êzdiyan bi kêmanî bîst qatê êzdiyên Êrmenîstanê bû, lê em dibîn tu berhemeke kurdî nexuliqandine.

Di vê nimûneyê da jî meriv dibîne ku ji ”dîn” wêdetir, şertên civakî û siyasî û derece hebûna azadî û demokrasiyê gelkî girîng in û esasî ne.

Dema di warê civakî û siyasî da civat azad bin bi pêş dikevin û berhemên hêja dixuliqînin.

Çi ol dibe bila bibe, jixweber meriv ne dike welatparêz û ne jî ji welatparêziyê dûr dixe.

Çawa ku do hemû mela û dîndarên kurd, gişan bi kurdî nenivîsandine û ji miletê xwe ra berhemên wek yên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li pey xwe nehîştine, îro jî her kurdê xwenda û xwedî dîplomayên bilind ji miletê xwe ra xizmetê nakin û berhemên bi kurdî li pey xwe nahêlin.

Azeriyan xwestin kurdan bihelînîn, helandin, bêguman hin şertên civakî, olî û siyasî jî ji wan ra bûn alîkar, lê êrmeniya nexwstin, loma jî kurd neheliyan.


Ewê dom bike

Cîgirê MHPê dixwaze kurd wek mêş û kelmêşan ji ortê werin rakirin

Piştî beyana Devlet Bahçelî ya ji bo girtina HDPê û gefên qetlama kurdan, cîgirê serokê MHPê û parlamenterê MHPê yê Stenbolê Semîh Yalçin, HDP/PKK şibandiye haşereyan û banga jenosîda kurdan kiriye, gotiye:

”HDP/PKK kerîyek haşereyên sîyasî ye, ji kok da îtlafa wan(qirkirina wan) lazim e.”

Haşere, yanî kurm û kêz, buhuk, gêrik û mêş.

Mêrik kurdan êdî însan jî nahesibîne, ji bo wî, kurd êdî ne însan in, kurm û kêz û buhuk û gêrê ne.

11 december 2020

Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî Tirkiyê ala sipî hilda !


Min gotibû ji van newêrek û qûnalêsên tirkan tu mêranî sadir nabe, ewê dîsa xwe bavêjin dexlê Erdogan û gunê miz bidin. Texmîna min rast derket, Merkelê gotiye: 

”Ji bo civîna me ya meha adarê, li ser Tirkiyê me biryara hazirkirina raporekê daye.”

Serokkomarê Fransayê Macron gotiye:

”Yekîtiya Ewrûpayê bi Tirkiyê ra derîyê dîyalogê vekirî dihêle.”
Serokê Konseya YE Mîchel jî gotiye:

”Ji bo micadela li dijî kooçberiyê em amadene bi Tirkiyê ra hevkariya xwe zêde bikin.”

Beza tajî û kevroşkê

 

Dibêjin rojekê mêrikê nêçîrvan wek hertim rabû tajiyê xwe da dû xwe û çû nêçîrê. Piştî hinek gerr, ji nişka ve kevroşkeke çîlsipî got xirp û ji ber rabû.

Bi bazdana kevroşkê ra nîçîrvan halan di tajîyê xwe hilda û ew bera ser pişta kevroşkê da.

Ha li vir, ha li wir, lê bêfeyde bû, tajî tew nikanîbû bi teqala kevroşkê jî keta.

10 december 2020

Meriv çawa kane bi vî navî bijî min fêm nekir !

Nuha ez rastî navekî pir ecêb hatim. Ez matmayî mam.

Navê serokê ÎHDê (Komeleya Mafên Mirovan) Ozturk Turkdogan e.

Li gorî dibêjin camêr e kurd e, lê nizanim ji ku ye. Ez gelkî lê geriyam lê min min tu agahiyek nedît. Tenê dibêjin xwedêgiravî "kurd" e. Heger rast be ecêbeke giran e.

Dilê bavê wî bi paşnavê ”Turkdogan” rehet nebûye, navê wî jî kiriye ”Ozturk!”.

Kurdistan: navê talûke

Ji arşîva min.

Ma mimkûn e ku ji ber navê meriv, welatek nehêle meriv li balafira wan siwar be? 

Belê mimkûn e. Dema ew welat Tirkiye û rêwî jî kurd be her tişt mimkûn e. Ji bo ku meriv bikanibe bi balafira Tirkiyê, Turkish Airlinesê rêwîtiyê bike, hebûna bilêta meriv têr nake, divê navê meriv jî li gor dilê dewleta tirk be, yanî ji alî wan ve were qebûlkirin. 

Mesela dema navê meriv “Satilmiş Dîlbaz” be tu problem tuneye, lê dema nave meriv “Kurdîstan” be, wê demê qiyamet radibe û meriv nikane li balafira wan siwar be. 

09 december 2020

Gazina ji rîsipiyekî

28/6-2005
Netkurd
Kekê
Yilamz(1) silav û hurmet ji te ra!

Kekê delal, bi rastî ji zûda ye min dixwest nameyekê ji te ra binivîsim û hin gilî û gazinan ji te bikim.

Ez zanim tu min nas nakî. Me tenê carekê li Stockholmê li aşxana xortekî swêregî(munasebeta civînê nayê bîra min)hevûdu dîtibû.
Berî civînê min di Newrozê da jî li te guhdarî kiribû. Nav û dengê te min ji zû da bihîstibû, lê min tu bi şexsî nedîtibû. Hevdîtina me ya rû bi rû di wê civîna sohbetê da cê bû.

Şikirîya xwe bi halê xwe bîne

Rêwiyekî kal ji gundekî diçû gundekî, bi rê da pir tî bû, ji bo ku tasek dewê honik vexwe, li perê gund dageriya ber konekî.

Bala xwe dayê peyakî wek fêrizan li pişt sêpiyê sekinîye dew dikyê û di ber ra jî kûre-kûra wî ye digrî. Hêsiran wek baranê dibarîne. Kalo meraq kir, ji fêrizê dewkil pirsî, got:

-Birazê, min meraq kir, ma tu çima digrî?

08 december 2020

Erdogan zane pere kevir nerm dike

Her cara ku Yekîtiya Ewrûpayê dike biryareke li dijî Tirkiyê bigre, Tirkiyê ceza bike, Erdogan çend berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê dikire û nahêle li dijî Tirkiyê tu biryar were girtin. Pere kevir nerm dike, ewrûpiyan jî dike hevîr...

Ez bawer dikim nuha jî ewê eynî tişt bibe. Ji beyanên berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê ez viya fêm dikim, ewê tu jahrê belav nekin. Ewê dîsa demagojiyê bikin. 

Ji şerma ez blok kirim

Carnan tiştên xerîb dibin
Yekî bi navê ”Îbrahîm Osman” daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû. Do, piştî ku min daxwaza wî qebûl kir, bûyerek hat bîra min, ez li navê wî ketim şikê, lê baş nedihat bîra min.

Bi min wer hat fena ku ev kes berê havlê min bû, hemşerîyekî minê wêranşarî ye. 

Lê ji bo ku di malperekê da li ser min hin cilqî, hin gotinên bêedeb kiribû, min ew ji hevaltiya xwe derxist. 

Şujuya ser penêr

 Di telewîzyona Swêdî, di programa zarokan da pîrekê çêkirina penêr rê zarokan dida.

Heyvan avêt ji nava şîr da, şîr qusiya û şuju(aveke hişinok) bi ser ket. Navek li şujuya(ya jî şujîya) penêr kir û got me berê bi vê şujuyê hevîr dikir, nan lêdixist.

Baş deng nehat min çi nav lê kir.

Gunehê dîrokê bi meriv nayê

17/-2005
Netkurd

Kampanya me ya zimên di nava Kurdan da ji texmîna me jî zêdetir deng û olanek baş da.
  
Piştî me, li welêt jî kampanyayên bi vî rengî hatin destpêkirin.

Li gelek bajaran ji bo ku zimanê kurdî di dibistanan da bibe zimanê perwerdeyê ji gel bi dehhezaran  îmze hatin topkirin.

Di nava kurdên  Ewrûpa da jî  kampanyayê tesîrek baş hîşt û bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

07 december 2020

Ma we cara dîtiye navê kitêbekê şaş were nivîsîn?

 



Hin şaşî û sosiretên wer hene ez bawer nakim bêyî kurdan di nav miletekî din da çê bibin. Lê di nav me kurdan da çê dibin û bala kesî jî nakşîne, heger bikşîne jî kes guh nadê.

Nuha bi tesadufî bala min kişand, navê romana Mehmet Uzun, ”Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” şaş hatiye nivîsî, nav bûye ”Ronî mîna evîne, tarî mîna mirinê.

”Ronî mîna evînê”, bûye ”Ronî mîna evîne” 

Îfşa

3/8/2005
NETKURD

Xwendevanên hêja, berî ku hûn ji der û doran û ji devê hin xêrnexwazan bibihîzin, a çêtir ew e ku ez bi xwe eşkere bikim.

 Ew soz û ehda ku min bi îmzekirina belavoka Rojda Çelîker dabû bîrûraya giştî, min bi temamî û bêkêmasî bicî neanî û nebir serî. 

Ez ji we ra rastiyê bibêjim, ez di hefta dawî da bi kurdan ra bi TIRKÎ peyivîm!

06 december 2020

Zulma rejîma îslamî-faşîst her kurd bi kurdayetîya wî hesand

Heta çend sal berê, heta ku Erdogan û Bahçelî ferman li kurdan ranekiribûn, piraniya kurdan guh nedidan bindestî û êsîriya xwe, ji jiyan û halê xwe memnûn bûn.

Dewletê bela xwe di wan nedida, pê li serê hinekan dikir, hinek digirt û dikuşt, ew jî ne xema wan bû. Ji xwe ra digotin, marê bi min venede, bi kê vedide çi ji min ra.

Halê piraniya însanan baş bûbû, gelek kes zengîn bûbûn, gelekan li Tirkiyê, di hevîngehên xwe yên li kevîyên(peravên) deryayê da kêf û sefa derbas dikirin.

Şertên endametîya partiya komunîst

 Di salên 1950î da kurdekî Kurdistana Rojava(Sûrî) dibe endamê partiya komînîst. Yê wî dike endam, piştî sondê jê ra dibêje:

-Wa ye êdî tu bûyî endamê partiyê. Lema jî dibê êdî tu dûzanekê bidî jiyana xwe, êdî weke berê nejî. Dibê tu êdî cixarê nekşînî, dev ji vexwarina araqê berdî, neçî der-meran berdûşiyê, zemberetîyê nekî, pereyê tu didî cixarê û araqiyê bide partiya xwe.

Me nizanîbû jiyan hewqasî kin e

 Jiyan dişibe demsalan, çawa ku her demsalek(mewsimek) li gor xwe hin xweşî û hin mêweyên xwe hene, jiyan jî wisa ye, yê wê jî bihar, havîn, payiz û zivistana wê heye.

Payizê meriv nikane tuyan û buharê jî nikane hejîr û hinaran bixwe.

Heger meriv dixwaze hejîr û hinaran bixwe(ez ji herduyan jî pir hez dikim), dibê meriv demsala payizê jî bijî.

Havîn û zivistan ne tu demsal in, sertaca demsalan bihar û payiz e.

05 december 2020

Şaşî zû belav dibe û rastkirina wê jî zor e

Li gorî lêkolîneke di kovara akademîk a Amerîkê Scienceyê da belav bûye, twîttên bêbingeh, twîttên agahiyên wan ne rast in, virên bêbingeh in ji twîttên naveroka wan rast in şeş caran pirtir belav dibin û jê tên bawerkirin.

Yanî vir, tiştên şaş, çewt ji rastiyê zûtir û pirtir belav dibe û jê tê bawerkirin. Derew, çewtî zû belav dibe.
Ev yek ji bo belavûna şaşiyên zimên jî wisa ye.

04 december 2020

Dinya dereke ecêb e, kesî sax bernade

 Dinya dereke pir ecêb e, meriv sax têyê, mirî jê dihere, kes sax jê dernakeve.

Çi bi bextewarî, çi bi bextereşî, çi bi xemgînî, çi bi dilşadî, her roja derbas dibe, meriv dibe roja dawî.

Ev roja dawî carnan di wexta xwe da tê, meriv li bendeye, qebûl dike, dibêje temam, karê min qediya, dibê em herin û xatirê xwe ji saxan dixwaze.

Şêkirandin kirine şekirandin

Li ba ma fiîla "şêkir kirin", şêkirandinê heye. Gotineke pir xweş e û pir jî tê bikaranîn. Dema yek çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teşekurî wî/wê dike.

Min nuha li Wîkîferhengê nêîrî, tê da tuneye. Di ferhenga D. Îzolî da jî tuneye.

Ferhenga Zana Farqînî tirkî-kurdî li ba min heye, kurdî-tirkî li ba min tuneye. Di wê da heye, tuneye, ez nizanim.

Gava yek qenciyekê, çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teqdîr dike, dibêje mala te ava be.

Harûn Reşîd û dara xurmê

Dibêjin ji rojan rojeke Remezanê Xelîfe Harûn Reşîd bi wezîrê xwe Cafer Bîn Yahya ra li rex Çemê Diclê ji xwe ra pîyase dikir. 

Harûn Reşîd(763-809) bala xwe dayê ku waye yekî kal dareke xurmê diçîne. Meraq kir çû balê, jê ra got:

- Kalê delal, tu zanî dara xurmê di çel salî de ber dide, te jî wa ye sal buhurandine. Çend sal umrê te ma ye, ma tu yê çi feydeyê jê bibînî?

Kalo got:

Mesele ne gotin e, kirin e

Ji arşîva min.
 
13/8/2005
Netkurd

Gerra serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya Amedê piştî gelek propagande û reqlam dawiya dawî do bi rast geriya.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, do li Diyarbekrê siyaseta xwe ya ”nuh” ya li hember Kurdan, ku ji alî gelek der û doran ve pir dihat meraqkirin eşkere kir.

 Wek hemû serok û siyasetmedarên Tirkan yên din, Erdogan  jî di axaftina xwe da gelek mesajên baş û xerab, gelek sinyal û îşaretên tevlihev dan Kurdan. 

Wek qedeha avê ya nîvtije, yê bixwaze nîviyê vala bibîne ewê nîviyê vala bibîne û yê bixwaze nîviyê tije bibîne ewê nîviyê tije bibîne.

03 december 2020

Nûçeyên Tirkiye terorîstên Daîşê digrin vir e

Medyaya tirk carnan li ser Daîşê xeberên derewîn belav dike, dibêje xwedêgiravî nizanim li ku derê, pûlis li hemberî Daîşê operasyonek kiriye û nizanim çend çeteyên Daîşê girtine.

Rûdaw jî ji vê vir û manîpulasyona medyaya tirk bawer dike û ew jî xeberê belav dike.

Tirkiye li hemberî Daîşê û çeteyên îslamî tu operasyon, moperasyonan nake, giş virên MÎTê ne, dezînformasyon in, ji bo ku ji Amerîkayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê û dinyayê ra bibêjin em li dijî Daîşê ne û va ye em wan digrin. 

Jimara nivîsên hindik-rindik bû 7 hezar

Di 30 îlona 2007a da min dest bi blogeriyê kir û nivîsa xwe ya cara pêşî bi sernivîsa ”Mizgîn li we kurdan, ez jî bûm xwedî BLOG !” belav kir.

Di ser vê nivîsa min ra tam 13 sal û 3 meh derbas bûn. Heta îro, yanî di van 13 sal û 3ê mehan da min tam 7 hezar (7000) meqale çap kirine.

Do, bi tesadufî dema min bala xwe da rûpela statîstîkê, jimara 6998 bi ber çavê min ket. Tesadufeke xweş bû, pê kêfxweş bûm.Îro min jimar dûz kir, kir 7 hezar.

Bi bahozê re

 Yekî donjuan ji bo ku tobe bike çû dêrê ba keşe, got:

-Fader, ez û dişa(baldûza) xwe wê şevê ji xwe ra li mal rûniştibûn, me ji xwe ra li telewîzyonê temaşe dikir. Ji nişka ve hewa xera bû, bû bahoz, baranekê lê kir, şevreşek çêbû, qet qal meke, cava çav nedidît. Min xwe wenda kir. Carê ez bi xwe hesiyam ku ez di himêza dişa xwe da me...

Keşe got:

02 december 2020

Li Tirkiyê kuştina kurdan êdî bûye karekî rûtîn ê leşker û pûlisan

 Li Tirkiye gava mesele dibe kurd û Kurdistan, bi tirkan ra ji berê da ye bext, ûjdan, merhamet tuneye.

Ji bo ku zirarê bidin me, kanin her derewê, her bêbextiyê, her telaqreşiyê bikin.

Nuha, hûrik mûrikên huqûq, muqûqa, edalet medaleta hebû jî rakirine.

Êdî qetla me jî, xwîna me li xwe helal kirine. Dewlet jî, tirk jî bi çavê egîdan li xwîniyên me dinêrin.

PARVE BIKE