12 december 2020

Cîgirê MHPê dixwaze kurd wek mêş û kelmêşan ji ortê werin rakirin

Piştî beyana Devlet Bahçelî ya ji bo girtina HDPê û gefên qetlama kurdan, cîgirê serokê MHPê û parlamenterê MHPê yê Stenbolê Semîh Yalçin, HDP/PKK şibandiye haşereyan û banga jenosîda kurdan kiriye, gotiye:

”HDP/PKK kerîyek haşereyên sîyasî ye, ji kok da îtlafa wan(qirkirina wan) lazim e.”

Haşere, yanî kurm û kêz, buhuk, gêrik û mêş.

Mêrik kurdan êdî însan jî nahesibîne, ji bo wî, kurd êdî ne însan in, kurm û kêz û buhuk û gêrê ne.


Îtlaf, gotineke bi erebî ye, ji bo qirkirina heywîn a kîtlewî tê bikaranîn.

Dema însan gelek heywan bi dermîn, bi hev ra dikujin, dibêjin îtlaf, yanî kuştina kîtlewî.

Ji bo kuştina însanan a bi kîtlewî jî dibêjin qetlîam, yanî jenosîd.

Semîh Yalçin, ji bo ku kurdan însan nahesibîne, kurd şibandine kurm û kêz û buhuk û gêrikan, lema jî negotiye qetlîam, gotiye îtlaf, yanî ji ortê rakirina haşereyan.

Ev gotinên Semîh Yalçin banga jenosîda kurda ye, dibêje gerek kurd wek kurm û kêzikan, wek buhik û mêşan ji ortê werin rakirin.

Ev beyaneke pir giran û pir cidî ye, dibê kurd li hemberî vê banga jenosîdê bêdeng nemînin, giş bi hev ra alîkariyê ji dinyayê bixwazin.

Çimkî xwediyê vê bangê ne sûtalekî xwe nezan e, şirîkê hukûmetê ye û cîgirê serokê MHPê ye.
HDP û partiyên kurd giş bi hev ra dibê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî, ji Mahkima Mafê Mirovan, ji Yekîtiya Ewrûpayê tavilê alîkariyê bixwazin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî beyaneke bi vî rengî dabû, wî jî gotibû: ”Ev karwan dibê bi vî hawî dewam neke. Ji bo ku careke din venebe, dibê kilît li derîyê HDPê keve. Dibê ev mala terorê û cudaxwaziyê were girtin.”

Mesele pir cidî ye, şirîkên hukûmetê banga jenosîda kurdan dikin, lema jî dibê partiyên kurdî giş bi hev ra ji Neteweyên Yekgirtî alîkariyê bixwazin. Jiyana miletê kurd di talûkê da ye, bêdengî, sistgirtin ne rast e.

 

 

 

 

                          

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE